Li Çelê û Şemzînanê ‘OHAL’ hat berfirehkirin

Walîtiya Colemêrgê gelek herêmên di navbera Şemzînan û Çelê wek “Herêmên Ewlekariya Taybet ” îlan kir û ketina sivîlan hate qedexekirin.

Li Şemzînan û Çelê hin herêmên din jî wek “Herêmên Ewlekariya Taybet ” hatin îlankirin.

Walîtiya Colemêrgê gelek herêm “Herêmên Ewlekariya Taybet” îlan kir, ketina sivîlan jî qedexe kir.

Walîtiya ku berê jî li Colemêrgê gelek herêm “Herêmên Ewlekariya Taybet” îlan kiribû, vê carê herêma li navbera navçeyên Şemzînan û Çelê, ji 24’ê Cotmehê heta 4’ê Mijdarê wek “Herêmên Ewlekariya Taybet” îlan kir û herêm ji ketina sivîlan re qedexe kir.