Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê îro jî li kolanan bûn

Çalakiyên mamosteyên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo wergirtina mûçeyên xwe, dewam dikin. Li Silêmaniye û navçeyên Şarezûr, Seîdsadiq, Pencwên û Hewraman mamosteyan dibistan boykot kirin û daketin kolanan.

Çalakiyên mamosteyên li Başûrê Kurdistanê yên ji bo wergirtina mûçeyên xwe, dewam dikin. Li Silêmaniye û navçeyên Şarezûr, Seîdsadiq, Pencwên û Hewraman mamosteyan dibistan boykot kirin û daketin kolanan.

Xwepêşandana mamostayên Silêmaniyeyê ya li hemberî nedayîna meaşên 3 mehan îro jî weke her rojên din,  saet 09:00'an de tevî barîna baranê destpê kir. Di xwepêşandanê de mamostan daxwaza meaşê xwe yên sê mehên derbas bûyî kirin. Her wiha dixwazin ku li Herêma Kurdistanê bêrêtî û gendelî nemîne.

Mamostayên Silêmaniyeyê ji destpêka vê mehê û vir ve çalakiyan lidar dixin û bi biryar in ku heta maeşên xwe werbigirin, çalakiya boykotkirina dibistanan û xwepêşandanên xwe bidomînin.

Wek mamosteyên bajarên Silêmanî û Helebceyê, îro dîsa mamosteyên qezayên Şarezûr, Seîdsadiq, Pencwên û Hewraman dibistan boykot kirin. Mamoste hatin gel hev û nerazîbûna xwe li hember krîza heyî nîşan dan.

Mamosteyên beşdarî van çalakiyan bûn dan xuyakirin, ku ew ê di hefteya pêş de jî bi heman biryardariyê çalakiyên xwe bidomînin.

Heta niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ti bersiv nedaye daxwazên mamosteyan.