'Ti hêza ku Kurdan mûxatab negirin wê nikaribe li herêmê bi bandor be'

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr, pêvajoya ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve ji ajansa me re nirxand.

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr, pêvajoya ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve ji ajansa me re nirxand.

'EV REJÎM MIRIYE

Semsûr got, "Em bi pêleke têkoşînê ya şoreşa demokratîk re rû bi rû ne. Ev yek, pêvajoyeke ku alternatîfa çareseriyê xwe bi awayê herî radîkal nîşan dide ye. Pirsgirêkên civakî nabe bêçareserî bimînin. Dibe ku dewlet çareseriyê neafirîne. Di vê pêvajoyê de bêhtir hat dîtin ku dewleta 90 salî, çavkanî û hilberînerê hemû pirsgirêkên civakî ye. Gelên Tirkiyeyê dît ku rejîm nexweş e, rejîm miriye. Rejîmê hêza nûkirina hucre û organên xwe winda kir. Ev yek bi tenê bi desthilatdariya AKP/Erdogan nayê vegotin. Em di serdemeke nû de ne ku pêwîstî bi guhertinên bingehînî heye. Serdema demokrasiyê."

Semsûr anî ziman ku demokrasî dayika hemû çareseriyane û destnîşan kir, ku vîna gelê Kurd a çareseriya pirsgirêkan bi hêza xwe, wê weke pêngava herî şoreşger û hemdem hîn bêhtir bi pêş bikeve.

'HEDEFA BINGEHÎN PÊŞÎGIRTINA LI ÇARESERIYÊ Û TIRSANDINA GELAN BÛ'

Semsûr bal kişand ser êrîşên mezin ên ji 24'ê Tîrmehê û vir ve li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk û got, "Encamên gelekî berfireh ên siyasî yên şerê ji Tîrmehê û vir ve li Kurdistanê tê meşandin heye. Gelên ku di bin rêxistinbûyîna netewe dewletê dinalin, hêz û vîna çareseriyê afirandin. Di nava salek du salan de, di serî de parçeyên din ên Kurdistanê, gelek gelên li herêmê, wê bi bandora vê pêla şoreşa civakî ya demokratîk re li dijî netewe dewletên zordar, paşverû, yekparêz, netewperest, şoven û zayendîperest, pirsgirêkên heyî bi pêngaveke mezin a demokratîkbûyînê çareser bikin. Însiyatîfên ku vîna çareseriyê destnîşan kirine, di her serdemê de bi lez li derdorê belav dibin. Armanca ewçend êrîş û komkujiyên hovane yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê, pêşîgirtina li însiyatîfa çareseriyê û tirsandina gelan e. Ji ber vê yekê bi rêbazên hovane yên DAIŞ'ê êrîş tên kirin. Serî tên jêkirin, cenaze li dû tankan bi erdê re tên kişandin, cenaze tên tazîkirin, pitik bi sûîqestê tên qetilkirin. Ji nuqteya heyî veger nîne. Ev rejîm niha bi tenê bi hêza xwe ya leşkerî hebûna xwe li Kurdistanê didomîne. Lê belê heta kengî wê karibin hêza leşkerî bidomînin? Hêza artêşê wê li nava bajaran bi çi rengî li hemberî gel şer bike? Ji xwe, ev yek hînê pêla destpêkê ya şoreşa demokratîk e. Lê belê der barê astên vê de bûyerên 6-7'ê Cotmeha 2014'an nîşenayên girîng dan.

'TIRKIYEYA PIŞTÎ KOBANÊ NE TIRKIYEYA BERÎ KOBANÊ YE'

Dibe ku yek ji bandorên herî girîng ê vî şerî jî bicihbûna perpektîfa neteweya demokratîk li parçeyên din ên Kuerdistanê û meşandina têkoşîna çarenûsa hevpar be. Berxwedana Şengalê, berxwedana Kerkûk-Mexmûrê, şoreşa Rojava û bi taybetî berxwedan û serketina Kobanê bandoreke mezin li pêvajoyê kir."

Semsûr anî ziman ku Tirkiyeya piştî Kobanê êdî ne Tirkiyeya berî Kobanê ye û got, "Ev guherîn ne tenê di nava derdorên çep, demokratîk û şoreşger de pê hat. DDi nava du salan de gelê Tirkiyeyê bi temamî ket nava pêvajoyeke emzin a guherînê."

Semsûr diyar kir ku ev şer ji aliyê gelê Kurd ve bi taybetî li qada herêmî bandora xwe ya siyasî zêde kiriye. Ya yekemîn; li ser bingeha perspektîfa çareseriyê û modela civaka demokratîk avakirina xwerêveberiyê, rê li ber asoyên nû vekiriye. Kurdên ku ji bo vekirina girêka kor a li herêmê û çareseriya pirsgirêkên li herêmê tekane alternatîfa çareseriyê pêşkêş dikin, di vî şerî de vîna çareseriya demokratîk destnîşan kirine. Hemû hêzên li herêmê didin dû bandora siyasî û hegemonyayê, neçarin bi Kurdan re têkiliyê deynin. Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îraneke bêyî Kurdan wê nebin xwedî hêza çareseriyê. Ev yek di heman demê de tê wê wateyê, ku kîjan hêza herêmî bi Kurdan re nebe mûxatab, wê nikaribe nikaribe bandorê li herêmê bike. Bi taybetî, dewleta Tirk ji ber dijminatiya li Kurdan dike, bandora xwe ya li herêmê, bandora polîtîk a li cîhanê winda dike. Di polîtîka derve de xitimiye. Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî dikare vegere."

Semsûr da xuyakirin ku Tirkiye neçar e êdî demokratîk bike û got, "Gelê Kurd dibêje, di Tirkiyeyeke demokratîk bibe de ez endamê damezrîner û eslî me. Lê ez, rejîm û dewleteke ewçend totalîter qebûl nakim."