Yuksekdag li Mêrdînê bi saziyên civaka sivîl re hat gel hev

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Mêrdînê di civîna partiya xwe de axivî û gefa Serokwezîr Davutoglu ya "torosên spî" bi bîr xist û nirxandina "Bi vî axaftina xwe ve bi awayekî aşkera sûcekî mezin qebûl kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Mêrdînê di civîna partiya xwe de axivî û gefa Serokwezîr Davutoglu ya "torosên spî" bi bîr xist û nirxandina "Bi vî axaftina xwe ve bi awayekî aşkera sûcekî mezin qebûl kir. Ew torosên spî yên ku bi salan dan rawestandin niha bi rangarên reş ên bi awayeke techîzatir qadên jiyanê yên gelê Kurd tehdîd dikin û qetlîaman pêk tînin" kir. Yuksekdag plana êrîşa ku li dijî wê dê li Dîlokê pêk bihata jî piştrast kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdînê bi rêxistinên sivîl ên civakî re hate cem hev. Di civîna ku li Otel Erdoba Eleganceyê pêk hat de namzetên HDP û hevşaredarên Mêrdînê jî cih girtin. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Aysel Erol ve hate kirin û got ku dê gel xwedî li îradeya xwe derkevin.

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku hikûmeta heyî û Serokomat Tayîp Erdogan encameke ku bi îradeya gel hatiye qebûlkirin ji ber ku qebûl nekirin hilbijartina nû pêk tê. Turk wiha got: "Ev yek wekî îtiraza li dijî hilbijartinê na divê wekî tinehesibandina îradeya gel bê dîtin, ferasetaka wisa ye."

'EM JI TOROSÊN WE NATIRSIN'

Turk gefa torosên Serokwezîr Davutoglu bi bîr xist û wiha axivî: "Ev 12 sal in hûn di îktidarê de ne. Wê demê hûn ve kuştinên kiryar nediyar qebûl dikin. Wê demê we têkîldarî kontgerîla ve ev 12 sal in çi kir ma we daraz xist dewreyê? Îro dîsa hûn bi van gefan ve derdikevin pêşberî me. Belê ev tişt me jiya. Lê ti caran me ji têkoşîna xwe tawîz neda. Em ji torosên we natirsin."

Herî dawî Yuksekdag axivî û bal kişand li ser wateya hatine li Mêrdînê û nirxandina "Ev nir geleke dişibe ruhê partiya me. Di esasê xwe de Tirkiyeya ku em dixwazin li vir dijî" kir.

Yuksekdag anî ziman ku di rojên gelek tarî û bi êş re derbas dibin û ev tişt anî ziman: "Em îro bawer dikin ku Tirkiyeya ku dikare azadî û edaleta gelan bê avakirin hebe. Partiya Demokratîk a Gelan berhama vê yekê ye. Di rojên ku mi li pey xwe hişt de xwestin gelê Tirkiyeyê ji vî daxwazê qut bikin. Gotin gelên Tirkiyeyê mecbûrî wan in. Hin caran ev yek bi zorê kirin. Îro yên ku dikin jî ev in. Dibêjin hûn mecbur in. Dibêjin jibilî me kes nîne. Di 7'ê hezîranê de gelên Tirkiyeyê ev red kirin û nîşan dan."

Yuksekdag destnîşan kir ku ew bi hêzeke ku li hemberî daxwazên gelan guhê xwe girtiye re rû bi rû ne û hilbijartina 1'ê mijdarê jî bi vî rengî hatiye ferzkirin. Yuksekdag diyar kir ku AKP hewl dide nîşan bide ku yên wan qebûl nakin dê dawiya wan çawa be û wiha berdewam kir: "Bi awayeke aşkera gel tehdîd kirin. Wê demê jî gotin heke tişta hêvî dikin nebûnun plana wan ê B, C, D heye. Wekî ku di alfabeyê de tîp nehiştin. Lê em li pişt vî hilbijartina demokratîk in. Di alfabeya kurdî de tîp zêdetir in. Em hêj li dijî hemû şiqên we li ber xwe neda. Em ê vî siyaseta qirêj bidin rawestandin."

'TOROSÊN SPÎ BÛN RENCIRÊN CAMÊN WAN ŞER'

Yuksekdag balkişand ser gefên Davutoglu yên "Torosên Sipî" û wiha got: "Bi van axaftina vekirî sûcekî mezin qebûl kirin. Torosên sipî yên sala dan sekinandin niha li şuna wan rancirên camên wan reş û hêj bêtir bi hêz di komkujiyên gelê kurd de bikartînin. Faşîzemî vekirî pêk tînin. Komkujiyên di salên 90'î de dikirin niha hêj bêtir bi hêz dikin. Ji xwe gefên hûn dibêjin niha dikin. Lê gelê kurd teqez ji têkoşîna xwe tawîzê nade." Yuksekdag girtina rêveberên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê bi bîrxist û anî ziman ku ew dê her tim li cem hevalan xwe bin.

'DIVÊ TI KES NEBÊJE EZ DENG BIKAR NAYNIM'

Yuksekdag bang li hemû kesî kir ku di 1'ê mijdarê de dengê xwe bikarbîne û wiha axivî: "Em neçarin li hemberî talukeyekî gelek mezin serkeftinekî mezin bi dest bixin. Divê tu kes nebêje 'ez deng bikarnaynim û naçim hilbijartinê' Ev welat ê me hemûyan e. Teqez divê em alîgirên azadî û aştiyê bin."

'HIKÛMET JI RASTIYAN DITIRSÊ'

Yuksekdag pişt re pirsên rojnamegeran bersivandin û da zanîn ku bêdengkirina çapemeniyê û êrîşên li hemberî çapemeniyê di serdemên hikûmetên zordar de pêk tên. Yuksekdag bilêv kirk u hikûmetên zordar naxwazin civak hînî rastiya bibe û ji vê yekê ditirsin û wiha pê de çû: "Desthilatdarên zor dest û dîktatorî dema di amadekariyên serokatiyê de bin ji rastiyan ditirsê. Di sedsala 21'emîn de çapemeni rastiya vebêje û vê yekê berdewam bike tiştekî girîng e. Ji ber vê yekê hikûmet ji rastiyan ditirsê. Ji ber ku di nava gel de tu rewabûna wan nebaye. Dema berê xwe didin nûçeyan û rastiyan dibînin har dibin. Berî her tiştî naxwazin rastiyan re rû bi rû bên û ji ber vê yekê li ser çapemeniyê zextên, sansur, qedexeyan pêk tînin. Li aliyê din dixwazin gel kontrol bikin û ji rastiyan dûr bixin. Tê zanîn ku di demên dawî de li ser sûcên kirin gelek sûcên din ên giran lêzêde kirin. Heke rastî jî çapemenî azad be nikarin van sûcan veşêrin."

'NAVNÎŞANA ÊRÎŞA BOMBEYÎ YA LI DÎLOKÊ DAN'

Yuksekdag bersiva pirsên dê êrîşê li HDP'ê bikin jî wiha dan: "Behsa ekîba 4 kesan ên Enqere êrîşê dikin, dikin. Ji wan 2 kes li hemberî mîtînga Enqere hatin peywirdarkirin. Yên derve jî man tê gotin dê bi wesayîta bombeyî li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşê bikin. Niha 2 bombeyên zindî digerin. Hêj winda ne. Ev agahî li Dîlokê gihişte me. Agahiya ji hikûmetê dayîn me nîn e. Hikûmetê heya niha ji bo tedbîran bigirin tu agahî neda me. Em êrîşa dawî ji aliyê hikûmet ve nezanî. Agahiyên aliyekî wê li Dîlokê gihiştine me hene. Behsa dê li hemberî HDP'ê êrîşa bombeyî bikin dikin. Êrîşa duyemîn jî li Dîlokê bikin hene. Li Dîlokê di mitînga ez tevlî bibim da dê kiriban. Herî dawî em hîn bûn ku piştî me mîtîngên mezin betalkirin dê lihevhatinekî me ya bi gel re kiriban. Hikûmetê tu agahî nedan me. Agahiyên bombeya zindî dê lihevhatina me ya bi gel re a li taxa Vatanê ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê ya ku ez jî tevlî bibam dê êrîş kiriba gihiştin me. Erê ev agahî rast in."