Komkujiya Licê hat şermezarkirin

Di pêşengiya Platforma Licê li Edaletê Digere komkujiya Licê ya 22’ê Cotmehê 1993’an bi mirina 18 kesan bi encam bibû, bi daxuyaniyek çapemeniyê hat şermezarkirin.

Bi pêşengiya Platforma Licê li Edaletê Digere komkujiya Licê ya ku 22’ê Cotmehê 1993’an bi mirina 18 kesan bi encam bibû, bi daxuyaniyek çapemeniyê ve hat şermezarkirin.

Komkujiya Licê ya 22’ê Cotmeha 1993’yan li navçeya Licê ya Amedê pêk hat, Fermandarê Herêmê yê Jenderme Tûggeneral Bahtiyar Aydin jî di nav de 18 kes hatibûn kuştin, bi pêşengiya Platforma Licê li Edaletê Digere bi daxuyaniyek çapemeniyê li pêşiya Şaredariya Licê hat şermezarkirin. Hevşaredarê Licê û gelek nûnerên saziyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de Berdevkê Platforma Licê li Edaletê Digere Şaban Maltaş diyar kir ku bi hikûmeta AKP’ê re dozen cînayetên kiryar nediyar hatin betalkirin û got: “Ji aliyekî zarok tên kuştin, ji aliyê din dewlet ji bo kuştinan ti lêpirsînan nake, ev jî baweriya welatiyan a bi edaletê tine kiriye.”

Maltaş bal kişand ser êrîşên li hember “Şehîdgehan” û wiha axivî: “Salên 90’î çeteyên tarî di nav dewletê de bi cih bibûn, mal, mizgeft, dibistan bomberdûman kirin. Lê mixabin, îro zîhniyeta Ergenokên, JÎTEM heman rêbazan pêk tînin. Zîhniyeta ku 1993’an de mizgeftên gelê Licê bomberdûman dikir, îro di desthilatiya hikûmetek xwe Misliman pênase dike de careke din mizgeft, mala cem û goristanên gelê Licê bomberdûman dike.”

Doza komkujiya Licê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran di 7’ê Cotmehê de pêk hat. Heyeta dadgehê tevî ku bersûc tevî rûniştina doze nebûn jî biryar da. Maltaş li hember vê rewşê bertek nîşan da.