Parlamentera HDP'ê Botan: Polîs gefa mirinê li min xwar
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku polîs lûleya tivingê daye zikê wê û gefa kuştinê lê xwariye.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku polîs lûleya tivingê daye zikê wê û gefa kuştinê lê xwariye.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî, Parlamenter Lezgîn Botan û namzetê parlamenteriyê yê Nadîr Yildirim, der barê pêkanînên konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, li avahiya HDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xistin.
'AKP'Ê LI ŞAXÊ GEFA MIRINÊ LI GEL DIXWE'
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî di civînê de axivî û got, "Komeke sivîl a hat Qereqola Jendermeyan a Êzdinan a Şax, bang li şênî û cerdevanên vê taxê kir û gef mirinê li wan xwar, ku divê ji bilî AKP'ê dengek ji partiyeke din re neçe. Yek ji şêniyên gund got, 'Dibe ku em dixwazin bidin MHP'ê', li ser vê yekê van kesên gef li wan xwarin gotin, 'Na, ji bilî AKP'ê hûnê dengê xwe nedin ti partiyê, şenseke din li pêşiya we nîne. Hûnê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin AKP'ê. Em ê yek bi yek li encamên ji sindoqê derkevin binêrin û li gorî wê yekê nêzî we bibin. Eger ya em dixwaze, nebe, hûnê bimirin. Em ê her wiha çekê ji cerdevanan bistînin'.
Her wiha li taxên Încesû, Doganci û Şehîrpazar ên herêma Zîlan a Erdîşê, ku HDP di her hilbijartinê de temamiya dengan werdigire, leşker zextê li gel dikin. Derket holê ku ji qereqolê bang li keya û şêniyên 3 taxan hat kirin, ji wan hat xwestin li qereqolê bicivin û ji her kesekî hat xwestin ku 10 îmzeyan biavêjin qaxizeke vala. Keyayan diyar kirin ku di vî warî de ew ne wekîlên welatiyane, li ser vê yekê Fermandarê Qereqola Jendermeyan jê re gotiye; Eger hûn vê neke, em ê der heqê we de ya pêwîst bikin."
WEKÎLA HDP'YÎ: POLÎS GEFA KUŞTINÊ LI MIN XWAR
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan jî got, "Em niha bi artêş û polîsên welê re rû bi rû ne, ku bi temamî bûne hêza ewlekariyê ya AKP'ê. Em zehmetiyan dikişînin ku xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşînin. Duh jî di vê çarçoveyê de me yê meşek pêk bianiya, lê em rastî heqaret û destwerdana polîsan hatin. Di dema meşê de polîsek hat lûleya tivingê da zikê min û gefa kuştinê li min xwar. Ti rewatiya dengên AKP'ê yên di 1'ê Mijdarê de bi zext û gefê bigire, nîne. Ez bang li wezîfedarên cemaweriyê dikim ku di çarçoveya hiqûqê de tevbigerin. Naxwe ew ê piştî hilbijartinê li pêşberî dadgeriyê hesap bidin. Bila gumana kesî nebe, em ê rê nedin vê bêhiqûqiyê."