KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Biryarên girîng ên civîna rêveberiya xweser a Girê Spî
Li bajarê Girê Spî (Til Ebyad) yê Kantona Kobanê, roja 21'ê Cotmehê bi beşdariyeke xurt civînek hat lidarxisitn û 'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk' hat ragihandin. -
'Pêşmerge wê tevlî Operasyona Mûsilê bibe'
Hat ragihandin, hêzên Pêşmergeyan wê di operasyona Mûsilê ya artêşa Iraqê de cih bigirin. -
Pispor qirkirina Êzidiyan a bi destê DAIŞ'ê, lêkolîn dikin
3 pisporên Ewropî yên bi salan sûcên li dijî mirovahiyê yên dema Qirkirina Yahûdiyan ên Naziyan lêkolîn kirin, hewl didin qirkirina Tebaxa 2014'an a li Şengalê tespît bikin. -
Karayilan: Eger îro xwîn dirije, berpirsyarê vê AKP û Erdogan e-HAT NÛKIRIN
Karayilan bal kişand ser konsepta şer a AKP'ê û got, "Ji ber têkçûna xwe ya li Rojava û 7'ê Hezîranê bi vî rengî êrîş dike. Bi van êrîşan re dilxwaze tolê hilîne. Li ser bingeha vê konseptê, HDP û eniya aştiyê hedef digire." -
Cenazeyên gerîlayên YJA Star bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Gerîlayên YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn), Ebru Oz (Omedya Sefkan) û Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) piştî karên otopsiyê li Amed û Dêrsimê bi girseyî hatin pêşwazikirin û wê sibê piştî merasîman werin definkirin. -
Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
Li Wanê binçavkirina 25 kesan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. -
Yuksek, li Qersê bi saziyên sivîl û çapemeniyê re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê bi saziyên sivîl û çapemeniyê re hat gel hev. -
Dîmenên ji Farqînê…
Li navçeya Farqîn a Amedê piştî qedexeya derketina kolanan a 4 rojan bi dawî bû, tiştên li navçeyê qewimîne derketin holê. -
Li Farqînê hezaran kesî berê xwe dan qada berxwedanê
Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî “qedexeya kolanan” tevî bi dehan wesayîtên zirxî û tîmên taybet bi bombe û çekan êrîş kirin jî nikaribûn bikevin taxan, dema vekişiyan, Farqînî ber bi qada berxwedanê ve meşiyan. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ebrû Oz, Heval Yeşîlgoz, Gulistan Onen ên 16’ê Cotmehê li bejahiya Pilemurî ya Dêrsimê di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatan hatin kirin. -
Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên li Wanê destûr nedan meşa gel, gelek kes kirin binçavan. -
Li Kanîreşê operasyona artêşa Tirk
Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî artêşa Tirk operasyonên xwe didomîne. Li Colemêrg û Çewlikê operasyon her diçin zêdetir dibin. -
Fermandariya YPG’ê: Em ê nehêlin ti kom derbasî Rojava bibin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ew nahêlin ti kes an jî komên çekdar di bin hinek navan de derbasî Rojava bibin û yên dikevin nava hewldanan jî wê di çarçoveya zagonî de bêne lêpirsînkirin. -
Li Girê Spî Rêveberiya Xweser hat îlankirin
Di Civîna Meclîsa Rûspiyên bajarê Girê Spî de Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî hat îlankirin, hevserok hatin diyarkirin 9 komîteyên xebatê hatin avakirin. -
Li hember herêmên gerîlayan êrîş û keşf
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin. Qadên Şehîd Gafûr, Şehîd Bager, Şehîd Rahîme, Şehîd Afat û Gomakê yên li ser xeta sînorê Avaşîn hatin bombekirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Olçen li Amedê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Olçen (Ozgur Rohat) ê li ber Çemê Mûnzûrê ket, li Amedê hat veşartin. -
KCK: Divê hemû hêz li dijî êrîşên AKP'ê helwestê nîşan bidin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku AKP bi biryara bêçalakîtiyê re hewl dide gerîla tengav bike û diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî jî zêde bûne. KCK'ê bang li her kesî kir, ku li dijî êrîşên AKP'ê helwestê nîşan bidin. -
Li Ehrezê paqijiya etnîkî ya bi desteka MÎT'ê
DAIŞ û çeteyên din ên qaşo Îslamî ne, gundên Kurd lê dijîn dagir dikin. Çeteyên ketin Ehrezê, paqijiya etnîkî dikin. -
Osê: Şoreşa Rojava hêvî û baweriyê dide gelan
Osê da xuyakirin ku serketina 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêdewlet a di 16-17'ê Cotmehê de li bajarê Dêrikê yê Rojava pêk hat, peyamên girîng daye cîhanê. -
Gelê Farqînê 'qedexeya derketina derve' nas nake
Li Farqînê, 'qedexeya derketina derve' tevahiya şevê hat protestokirin. -
Mamosteyên Başûrê Kurdistanê bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin
Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ku bi mehane nikarin heqdestê xwe werbigirin, çalakiyên xwe yên ev demeke lidar dixin, îro li Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyan dewam kirin. -
Ji bo Firat Gensûr konê serxweşiyê
Ji bo Firat Gensûr ê 16 salî yê li Farqînê di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin, konê serxweşiyê hat vedan. -
'Li dijî zîhniyeta Erdogan û AKP'ê, em vîna xwe biparêzin'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, li dijî zîhniyeta AKP-Erdogan a ku vîna demokratîk a gel a hilbijartinên 7'ê Hezîranê nas nekir û biryara dubarekirina hilbijartinê da, bang li gelan kir ku xwedî li vîn û dengê xwe derkevin. -
FKÊ û MJÊ banga dengdayînê li hilbijêran kirin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) li Ewropayê, bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin ku demek ji ya din zûtir biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. -
Çiyayî: Dem hatiye qesr bê hilweşandin
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Rêzan Çiyayî bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdara 2015'an bibe.