Fermandariya YPG’ê: Em ê nehêlin ti kom derbasî Rojava bibin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ew nahêlin ti kes an jî komên çekdar di bin hinek navan de derbasî Rojava bibin û yên dikevin nava hewldanan jî wê di çarçoveya zagonî de bêne lêpirsînkirin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ew nahêlin ti kes an jî komên çekdar di bin hinek navan de derbasî Rojava bibin û yên dikevin nava hewldanan jî wê di çarçoveya zagonî de bêne lêpirsînkirin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê nûçeyên ku di hinek dezgehên çapemeniyê de têne weşandin û tê îdîakirin ku komên bi navê “pêşmergeyên Rojava” derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek pêk nayê û wiha hate gotin:

“Hinek aliyên siyasî di ragihandinan de nûçeyên der barê veger û derbaskirina kesên ku xwe bi pêşmergeyên Rojava didin nas kirin, ji bo Rojava belav dikin. Me wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji destpêkê ve helwesta xwe di vê mijarê de zelal û piştrast kiribû ku em ê tiştek wiha qebûl nekin. Di heman demê de ji wan kesên ku piştgiriya vê mijarê dikin em dîsa di bêjin: Derbasbûna çi grûpan an jî kesan di bin wan navan de wê rastî lêpirsîn û zagonan bên û em ê ti caran ji bo armancên wiha derfet nedin.

Ji bo metirsiyên dewleta Tirk der barê yekîneyên me yên li ser sînorên wê yên Başûr de, ti bingeh der barê wan metirsiyan de tine ye. Wek tê zanîn ku di wan 4 salên bihurî de sînorên me bi Tirkiyeyê re ên herî bi ewle bûne û ti êrîş ji hêla sînorên me li ser Tirkiyeyê çênebûne.”