Cenazeyên gerîlayên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ebrû Oz, Heval Yeşîlgoz, Gulistan Onen ên 16’ê Cotmehê li bejahiya Pilemurî ya Dêrsimê di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ebrû Oz, Heval Yeşîlgoz, Gulistan Onen ên 16’ê Cotmehê li bejahiya Pilemurî ya Dêrsimê di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Ebrû Oz (Amodya Sefkan), Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) û Gulistan Onen (Hêlîn Faraşîn) ên li bejahiya Alacık a navçeya Pilemurî ya Dêrsimê 16’ê Cotmehê di encama bomberdûmana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabûn anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Elezîzê. Malbatên 3 gerîlayên ku navên wan hatibû aşkerakirin îro hatin Elezîzê û ji bo teşhîsa cenazeyan mînakên xwînê dabûn. Di encama testa DNA de diyar bû ku cenaze aîdî gerîlayên HPG’ê Ebrû Oz (Omedya Sefkan), Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) û Gulistan Onen (Hêlîn Faraşîn) in. Cenazeyên hatin teşhîskirin ji bo defnkirinê ber bi bajarên wan ve hatin şandin.

Cenazeyê gerîla Ebrû Oz (Omedya Sefkan) li Mazgêrta Dêrsimê, Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) li Pulur a Dêrsimê û Gulistan Onen (Hêlîn Faraşîn) bibin Dêrika Mêrdînê û li bajarên wan bên definkirin.