FKÊ û MJÊ banga dengdayînê li hilbijêran kirin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) li Ewropayê, bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin ku demek ji ya din zûtir biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) bi daxuyaniyeke hevpar bang li hilbijêrên li Ewropayê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li hemû Kurdan û civata Êzidî ya li welat û derveyî welat dikin ku xwedî li dengê xwe derkevin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê."
FKÊ û MJÊ diyar kirin ku serketina HDP wê aştî, demokrasî, azadiya baweriyan û biratiya gelan bînin Kurdistan û Tirkiyeyê û destnîşan kirin, ku ev serketin wê dawî li şerê qirêj ê AKP'ê û hevalbendê wê DAIŞ'ê bîne.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi helwesteke layiqî şehîdan û gel, em HDP'ê di 1'ê Mijdarê de bi ser bixînin."