Gerîlayên YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn), Ebru Oz (Omedya Sefkan) û Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) piştî karên otopsiyê li Amed û Dêrsimê bi girseyî hatin pêşwazikirin û wê sibê piştî merasîman werin definkirin.
Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Onen (Hêlîn Faraşîn)a li geliyê navçeya Pîlemûriyê ya Dêrsimê di encama bombebarana balafirên şer de bi 2 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî ya Xarpêtê ber bi navçeya Dêrîka Mêrdînê ve bi rê ket. Hezaran welatiyên Amedê bi sedan wesayitan li ser rêya Erxenî konvoya gerîla Onen bi tilîliyan, çepikan û dirûşma "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Yenîkoyê ya Amedê ve bi rê ketin. Welatiyên li ser rêya Goristana Yenîkoyê konvoyê bi çepikan û dirûşma "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Her wiha dema derbasbûna konvoyê de welatiyên di hundirê malên xwe de jî bi girtin û vekirina lembeyan konvoy pêşwazî kirin.
Li Goristana Yenîkoyê jinan bi tilîliyan wesayit rawestandin û cenazeyê gerîla Onen a ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin li ser milên xwe kirin û heya cihê şuştinê meşiyan. Piştî şuştina cenazeyê gerîla Onen konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, ber bi navçeya Dêrîkê ya Merdînê ve hat oxirkirin.
Gerîlayên YJA Starê Ebru Oz (Omedya Sefkan) û Heval Yeşîlgoz (Dêrsim Avaşîn Xeyrî) jî piştî karên otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Xarpêtê ber bi Dêrsimê ve hat oxirkirin. Konvoya cenazeyên gerîlayên YJA Starê li ser rêya Turuşmek ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin. Piştre konvoy ber bi Cemxaneya Dêrsimê ve bi rê ket. Li ber avahiya Cemxaneyê bi sedan welatî bi dirûşmên “Şehîd namirin" û “Jin jiyan azadi” pêşwazî kirin. Jinan cenazeyên gerîla Oz û Yeşîlgoz li ser milên xwe kirin û heya morga Cemxaneyê bi tilîliyan mêşiyan.
Cenazeyê gerîla Onen dê sibê saet 10.00'an de li goristana Şêx Osman a Dêrîkê bi merasîmêkê were definkirin.Cenazeyê herdu şervanan piştî merasîma li Cemxaneyê dê ya gerîlaya YJA Starê Oz li Pulurê û ya Yeşîlgoz jî li Mazgêrtê bên definkirin.