'Li dijî zîhniyeta Erdogan û AKP'ê, em vîna xwe biparêzin'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, li dijî zîhniyeta AKP-Erdogan a ku vîna demokratîk a gel a hilbijartinên 7'ê Hezîranê nas nekir û biryara dubarekirina hilbijartinê da, bang li gelan kir ku xwedî li vîn û dengê xwe derkevin.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 21 kewçêrê 2015, 08:36
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê, li dijî zîhniyeta AKP-Erdogan a ku vîna demokratîk a gel a hilbijartinên 7'ê Hezîranê nas nekir û biryara dubarekirina hilbijartinê da, bang li gelan kir ku xwedî li vîn û dengê xwe derkevin.
'EM VÊ REJÎMA XWÎNRIJ A AKP'Ê BIQEDÎNIN'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Seîd Semsûr destnîşan kir ku divê rejîma xwînrij a AKP'ê di van hilbijartinan de bê hilweşandin û got, "Di rewşeke berevajî de wê şer dijwartir bibe, dayik ji her demê bêhtir rondikan bibarînin. Çawa ku şerê 40 salan ti encam bi xwe re neanî, ev şerê ku dewleta AKP'ê îro dimeşîne jî, wê ji bilî xwîn û rondikên çawan tiştekî bi xwe re neyne. Berî ev tarîtî bikeve ser her tiştî, wê gelê me çi ji dest tê bike. Em bawerin ku di vî warî de wê her kes bi berpirsyarî tevbigere."
Semsûr di dewama axaftina xwe de bangek taybet li herêmên Riha, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê kir. Seîd Semsûr ev xal destnîşan kir:
'YEKÎTÎ ÇAREYA YEKANE YE'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dildar Satê da xuyakirin ku di roja îro de ti derdor, sazî yan jî dezgeh nema ye ku li êrîşa AKP'ê rast nehatiye û destnîşan kir, ku ev derdor eger bi rastî jî dixwazin ji desthilatdariya AKP'ê rizgar bibin, hingî yekane rêya vê rizgariyê, yekîtî ye.
Satê got, "Di roja îro de li Tirkiyeyê, jib ilî HDP'ê ti partî nîne ku li hemberî AKP'ê bibe alternatîfeke rasteqîn. Alternatîfa bi tenê HDP ye ku bi parastina pîvana xwerêveberiyê re derfeta xwerêveberiyê dide hemû gelan. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku li dora HDP'ê bicive."