Yuksek, li Qersê bi saziyên sivîl û çapemeniyê re hat gel hev
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qersê bi saziyên sivîl û çapemeniyê re hat gel hev.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li Qersê bi saziyên civaka sivîl û yên çapemeniyê re hat gel hev. Parlamenterên HDP’ê hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên Qersê jî tevlî civînê bûn. Civîn, li avahiya DBP’ê ya bajêr pêk hat. Yuksek ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji HDP’ê piştgirî xwet û got: "AKP li hember gel, gelê Kurd, demokrat, muxalif, çep-sosyalîstên welêt şer daye destpêkirin û bi vî awayî pêvajoya hilbijartinê dimeşîne. Eger bala we li ser be li welêt hewaya hilbijartinê nîne. Li qadan bombe tên teqandin, ne mimkun e xebateke hilbijartinê bê meşandin.”
Yuksek got ku AKP ji bo ji nû ve bibe desthilatdar tiştekî ku neke nîne û wiha dewam kir: “AKP leşkerên zarokên xizanan, polîsan ji bo desthilatdariya xwe xerc dike.”
Civîn, piştî axaftina Yuksek bi pirsên nûnerên nûnerên saziyên civaka sivîl û rojnamevanan bi dawî bû.