Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî “qedexeya kolanan” tevî bi dehan wesayîtên zirxî û tîmên taybet bi bombe û çekan êrîş kirin jî nikaribûn bikevin taxan, dema vekişiyan, Farqînî ber bi qada berxwedanê ve meşiyan.
Piştî 4 rojên qedexeya kolanan ên li taxên Tekel, Konak û Mescît ên girêdayî Farqînê, Farqînî ber bi qada berxwedanê ve meşiyan. Ev 4 roj in, bi dehan wesayîtên zirxî yên panzer, kobra û akrep, hejmarek mezin tîmên taybet bi bombeyan û çekan ve êrîşî taxan dikin, lê li hember berxwedana gel nikaribûn bikevin taxan. Piştî qedexeya kolanan rabû, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, wekîlên hevşaredarên Farqînê, rêveberên DBP û HDP’ê jî di nav de hezaran kesî dest bi meşê kirin. Taxên Tekel, Konak û Mescît ên xwedî berxwedanek mezin a gel bûn, bibûn wek kolanên Kobanê, gelê ku meş li dar xistibû, gelê li ber xwe dida silav kir. Hezaran kesên ku li Taxa Tekelê hatin gel hev, dirûşmên, “Bijî Berxwedana Farqînê”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin û li taxên ku berxwedan didome dest bi meşê kirin.
Meşa ku li Taxa Tekel ji aliyê hezaran ve destpê kir, li kolanên taxên Mescît û Konak berdewam kir. Farqînî hatin Cadeya Dîcle ya Taxa Konakê ku li vir ji aliyê sekvanan ve Hayriye Hudaverdî (75) û Vedat Akcanim (17) hatibûn qetilkirin. Girseyê li vir dirûşmeya, “Şehîd namirin” gotin û ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Bi gotina dirûşman û çepikan ve girse belav bû.