Li Ehrezê paqijiya etnîkî ya bi desteka MÎT'ê
DAIŞ û çeteyên din ên qaşo Îslamî ne, gundên Kurd lê dijîn dagir dikin. Çeteyên ketin Ehrezê, paqijiya etnîkî dikin.

Piştî herêma Bab a li rojhilatê Helebê, li gundê Ehrez ê ser bi Ezazê jî, DAIŞ'ê û hin komên çete yên destekê ji MÎT'ê werdigirin, paqijiya etnîkî dikin.
Gundê Ehrez ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li bakurê Helebê ye û bi tenê 6 kîlometre dûrî Efrînê ye.
Êrîşên DAIŞ'ê û çeteyên DAIŞ neçar hiştin, ku gundî koç bikin.
SIVÎL HATIN REVANDIN
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên di roja 14'ê Cotmehê de dan destpêkirin, berfireh kirin û ketin nava Ehrezê. Di heman demê de bi dehan sivîl revandin.
Hat ragihandin ku komên çete yên bi navê Tabûra Nûreddîn Zenkî, Siqûr El Cebel, Ceyş El Mucahidîn û Ehrar El Şam ên ku ji dewleta Tirk destekê dibînin, gund dagir kirine û gel neçarî koçkirinê hiştine.