Mamosteyên Başûrê Kurdistanê bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin

Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ku bi mehane nikarin heqdestê xwe werbigirin, çalakiyên xwe yên ev demeke lidar dixin, îro li Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyan dewam kirin.

Mamosteyên Başûrê Kurdistanê ku bi mehane nikarin heqdestê xwe werbigirin, çalakiyên xwe yên ev demeke lidar dixin, îro li Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyan dewam kirin.‌

Mamosteyên bajarên Silêmanî, Helebce û navçeyên Seîdsadiq, Pêncwên, Hewreman îro jî dibistan boykot kirin û neçûn ser kar. Rêveberiya Perwerdeya Pêncwên jî ragihand ku ji bo bidawîkirina çalakiya boykotê ya mamostayan ti demek nehatiye aşkerakirin.

Çalakgeran dan xuyakirin ku heta niha bersiveke erênî ji daxwazên mamosteyan re nehatiye dayîn û diyar kirin heta daxwazên wan bên qebûlkirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

LI HELEPÇEYÊ XWEPÊŞANDANA GIREYÎ YA MAMOSTEYAN
 
Mamosteyên li Helepçeyê îro jî daketin kolanan û xwepêşandaneke girseyî lidar xistin. Mamosteyên ku dibistan boykot kirin, bi daxwaza dayîna heqdestên xwe, li Baxçeyê Giştî civiyan û çalakî pêk anîn.