Li Kanîreşê operasyona artêşa Tirk

Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî artêşa Tirk operasyonên xwe didomîne. Li Colemêrg û Çewlikê operasyon her diçin zêdetir dibin.

Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê jî artêşa Tirk operasyonên xwe didomîne. Li Colemêrg û Çewlikê operasyon her diçin zêdetir dibin. Li herêma Bînbîr bomberdûmanên obus, hawan û tankan didome, artêşa TC, 20’ê Cotmehê li gundên Xiçok, Xeznave, Çîrajorê, Karahamza û Çiyayê Şerefdînî yên navçeya Kanîreş a Çewlikê dest bi operasyonê kir. Operasyon bê encam vekişiya, hate ragihandin ku hin yekîneyên leşkerî li qadê kemînan datînin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya  HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, der barê êrîş û operasyonên artêşa Tirk de ev agahî da: “Piştî Tevgera me biryara bêçalaktiyê da, hin fermandariyê herêmê yên artêşa TC operasyonên xwe didomînin. Bi taybet Fermandariyên Hêzên Çekdarî yên Tirk ên Colemêrg û Çewlikê tevgerên operasyonel zêde dikin û didomînin.

20’ê Cotmehê saet 09.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku li navbera Şemzînan û qereqola Şapatan ên Colemêrgê derketibûn operasyonê çalakî pêk anîbûn. Wesayîtek zirxî hatibû hedefgirtin, wesayît hat derbkirin û di vir de 8 leşker hatin kuştin. Di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên ku ji bo mudaxeleyê hatibûn de pevçûn derket û pevçûnê heta saet 11.30’an dom kir. Hate dîtin ku leşkeran dest ji cebilxane, çek û cîhazên xwe berdan û reviyan. Her wiha helîkopterek Skorsky ku ji bo mudaxeleyê hatibû jî bû hedefa çekên giran û hat derbkirin.  Artêşa TC mirî û birîndarên xwe rakir nexweşxaneya Şemzînanê, ketin û derketinên nexweşxaneyê jî girt.

Operasyona li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hê jî didome. Di berdewama operasyonê de tevgera balafirên şer ên li ser herêma Bînbîr her tim berdewam kir. Bomberdûmanên bi obus, hawan û tankan ên li ser vê herêmê jî didome.

19’ê Cotmehê saet 19.00’an tîmek gerîlayên me avahiya Qeymeqamtiyê û Midûriyeta Emniyetê yên li navenda navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çêkên lûle dirêj ve kirin hedef. Ev çalakî, bi tarzê hişyariyê ji bo bersivdayîna êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên hat lidarxistin. Der barê encamê çalakiyê de agahî nehatin bidestxistin,  ji qereqolên herêmê bi obus, hawan û tankan ve mintiqa gundê Soradanê hat bomberdûmankirin.

20’ê Cotmehê saet 06.00’an, artêşa TC li gundên Xiçok, Xeznave, Çîrajorê, Karahamza û Çiyayê Şerefdînî yên navçeya Kanîreş a Çewlikê dest bi operasyonê kir. Yekîneyên vê operasyonê gund dorpêç kirin, li giştî bejahiyê lêkolîn kirin. Helîkopterên Kobra jî li herêma Geliyê Gundê Xiçok dan. Operasyon di heman rojê saet 19.30’an de bê encam vekişiya; yekîneyên veşartî yên vê hêza operasyonê xwe li eraziyê bi cih kirine û kemînan datînin.

GERÎLAYÊ KU DI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DE BIRÎNDAR BIBÛ JIYANA XWE JI DEST DA

Di meha Cotmehê encama êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevala Rûken Jiyan (Ayşe Sîncar) bi giranî birîndar bibû, nêzî dawiya Îlonê de gihişt şehadetê.

Hevala Rûken ji Mêrdînê tevlî rêfên têkoşîna azadiyê bû, li hember her cure zextên pergala şerê taybet, îşkence û girtinan di rêya berxwedanê de têkoşîna xwe bilind kir û piştî şertên esaretê li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe domand. Hevala Rûken di mîlîtanbûna bi hêz a Xeta Jina Azad de  astek girîng bi dest xist, em wê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wê dûbare dikin.

Agahiyên sicîlê yên hevala me ya gihiştiye şehadetê:

Nasnav: Rûken Jiyan

Nav-Paşnav: Ayşe Sîncar

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Emîne – Alî

Dîrok û Cihê Şehadetê: Îlon 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê"