Karayilan bal kişand ser konsepta şer a AKP'ê û got, "Ji ber têkçûna xwe ya li Rojava û 7'ê Hezîranê bi vî rengî êrîş dike. Bi van êrîşan re dilxwaze tolê hilîne. Li ser bingeha vê konseptê, HDP û eniya aştiyê hedef digire."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, duh êvarê bû mêvanê bernameyeke taybet a Stêrk TV û li ser rojevê daxuyaniyên gelekî girîng da.
Hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:
Yek ji mijarên sereke yê rojevê jî teqîna li Enqereyê ye. Dema ku KCK´ê nîqaşa agirbestê dikir li Enqerê jî saziyên civaka sivîl çalakiyeke mezin ji bo aşitiyê pêk dianî û tam di wê çaxê de êrîşek pêk hat û qetlîameke mezin hate kirin. Li gorî we armanca vê qetlîamê çi bû?
Niha ji bo mirov bikaribe armanca qetlîama li Enqerê nas bike, divê mirov pêvajoya ku em niha dijîn, têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna hêzên demokratîk-çep bi gihîştî binêrin. Niha rejîma AKP`ê-DAÎŞ`ê binketina Rojava qebûl nekirin. Herduyan jî hezm nekir. Cardin AKP`ê binketina 7`ê Hezîranê qebûl nekir. Nikaribû qebûl bikira. Sedema vê jî Serok APO û gelê Kurd dît. Ji bo vê jî xwest cardin biçe hilbijartinê û vê carê bi şêwazeke ku hevsengiyê biguherîne, îstîkrarê xira bike û civaka Kurd biserifîne û bi konsepteke wisa biçe hilbijartinê. Yanê hilbijartinên 1´ê Mijdarê li ser bingehê konsepteke wisa ku ji aliyê Erdogan û rejîma AKP`ê ve hatiye tevger kirin. Armanca wan çi ye, armanca wan civaka Kurd biperçiqînin, bitirsînin, tevgerên dostaniyê bi civaka Kurd re çêdikin ku piraniya van tevgerên demokratîkxwaz û aşitîxwaz in hin derbe li wan jî bixin, wan jî bitirsînin ku qet nebe cardin weke 7`ê Hezîranê bila nebin îrade, di bin benda hilbijartinê de bimînin. Ji xwe re konsepteke wisa bingeh girtin. Di çarçoveya vê konseptê de weke raya giştî jî dizane di 24`ê Tîrmehê de li hember me yekalî êrîş despê kirin. Û li hemberî gelê Kurd bi her şêwazî êrîş pêş xistin. Vaye niha ewqasa serokên şaredariyan di girtîgehan de ne. Di derdora 120 kesên sivîl şehîd xistine. Li Cizirê, li Bismîlê, li Farqînê, li Silopyayê, li Niseybînê û li gelek deveran mirovên me şehîd xistin. Ji van 23 heb zarok in. Ev ewqas kuştin, ewqas girtin, ewqas neheqî ji bo çi dibe? Ji bo civaka Kurd bitirse di paş de gav biavêje, di vî astî de li nasnameya xwe xwedî dernekeve. Weke ku ji bo tola xwe werbigirin van tiştana dikin. Di vê çarçovê de qetlîama Enqerê hatiye plankirin. Jixwe berê jî êrîş û qetlîama Pirsûsê nîşaneya vê dida. Hedef çi ye, hedef HDP ye, Kurd in û dostên Kurdan ango tevgerên çep-demokratîkxwaz in. Di heman çarçovê de jixwe kesê ku li Pirsûsê ev çalakî pêk anî birayê wî jî li Enqerê pêk anî.
Tiştekî li ber çav e, armanc di Tirkiyê de pêşxistina kaos e. Yanê AKP’ê ji raya giştî re bibêje ”heta ku hûn min hilnebijêrin, ez nebim desthilat wê her wisa bibe”. Yek ev, a duyem jî; tevgerên çep û gelê Kurd biperçiqîne, paş bixînin, bitirsînin. Armanca xwe ev e û li ser bingehê heman konseptê ev komkujiya hovane pêk anîne û gelek mirovên me yên hêja, bedew birastî mirovên ku ji bo aşitiyê, ji bo biratiya gelan têdikoşin, ked didin ew mirovanan şehîd xistin. Ez cardin hemû şehîdên di vê demê de çi yên di komkujiya li Enqerê de, çi yên li Pirsûsê de, çi jî yên li hemû bajarên Kurdistanê de di berxwedana li dij faşîzma AKP`ê de têkoşîn kirî û şehîd ketî cardin ez wan birêzî bibîrtînim û ez dibêjim bîranînên wan wê di bilindkirina têkoşîna me de her bijî, ew kesana wê nemir bin.
We diyar kir ku ev teqîna li Enqerê giradayî ya li Pirsûsê pêkhatiye, ev bûyerenan hemû jî DAÎŞ`ê dest nîşan dike. Weke raya giştî jî dizane di 24`ê Tîrmehê de dewleta Tirk îlan kir ku wê li dijî DAÎŞ`ê jî têkoşîn bike, heta niha çi têkoşîn daye?
Niha ew derewek e, ne DAÎŞ li dijî AKP`ê-rejîma AKP`ê û Tirkiyê xwedî biryar e; yanê DAIŞ heta niha li hember Tirkiyê, dewleta Tirkiyê, dewleta AKP`ê şer bike tişteke wisa nîn e. Her wiha biryareke AKP`ê jî li hember wan nîn e. Bi devkî li dijî hev diaxifin û ne dûr e ku ev bi hev jî şêwirî bin. Yanê weke ku em hevdû li dij hev raber bikin (jixwe wisa ye), bi devkî li dij hev diaxifin lê belê di emel-pratîk de zirar nadin hevdû. Niha her du jî dixwazin PKK`ê, PYD`ê, HDP`ê û çepên Tirkiyê biperçiqînin. Hedefê wan yek e. Ev gotinên AKP`ê yên ez li dijî DAÎŞ`ê şer dikim dereweke mezin e. Ji bo raya giştî ya cîhanê bixapîne, ji bo karibe manevra bike, ji bo karibe ser bigre-binixumîne, ji bo hovîtî û dijitiya xwe ya li hember gele Kurd di raya cîhanê de binixumîne û ya herî girîng ji bo ku karibe DAÎŞ`ê biparêze dike. Êrîşên di 24`ê Tîrmehê de kirî ji bo DAÎŞ`ê weke bangaweziyekê ye. DAÎŞ di bin hemleyên YPG û YPJ`ê de perîşan bibû û AKP gihîşt hewariya wan. AKP dizane ku gelê Kurd alîkariya hevdû dike û bi vî awayî eniyeke din li dijî têkoşîna azadiya Kurdistan vekir ku ji bo barê li DAIŞ`ê sivik bike.
DAIŞ jî li hemberî me û bi taybet jî li hemberî hêzên siyasî-civakî niha şerekî dike. Çima mesele DAIŞ`ê em bibêjin li Mersînê, li Edenê, li Amedê, li Pirsûsê, li Enqerê hemû civînên HDP`ê dike hedef. Çima civîneke AKP`ê nake hedef. Ew ne li dijî hev in, ev derewek e. Ger ku li dijî hev bûna wê civîneke AKP`ê jî bikira hedef. DAIŞ li Tirkiyê kesekî nekiriye hedef, çi biryarên xwe yên wisa jî nîn e. Ji xwe re dixwazin gel bixapînin. Her duyan jî biryaran girtine weke ku li Kobanî çawa ku li dijî gelê Kurd şer kirin niha jî dixwazin li Bakurê Kurdistan jî li dijî gelê Kurd bi hev re biîtifaq şer bikin, lê di gotinê de jî dibêjin em li dijî hev in. Hinekan digirin, jixwe hîç negirin nabe. Ango ji bo derewên wan hinekî bicih were weke ku toza li ser hev daweşînin dikin. Baş e, niha çend endamên DAÎŞ`ê di girtîgehên Tirkiyê de hene? Ka de bila bibêjin. Kes nîn e. Yên digrin jî di çapemeniyê de îlan dike dibêjin me girt, me operasyon kir û hwd li cîhanê belav dike û dûvre dadgeh bixwe jî berdide. Tişteke wisa nîn e, AKP û DAÎŞ bi hev re ne, şirîkên hev in. Mesala ev êrîşa li Enqerê ji bo çi plan kir, weke ku me got armancên xwe hene, dibe ku hemû tiştên xwe yeko yeko her roj li hev naşêwêrin lê belê konseptek e û di çarçoveya vê konseptê de hatiye pêk anîn.
Yek jî DAIŞ li Tirkiyê Stenbolê, li Kurdistanê Semsûr, Çewlîg, Konya, Dîlok li her derekê, li Entalyayê bi aşkere dixebite. Cihên xwe diyar in, MÎT jî, polêsên Tirk jî wan diparêzin, çavên xwe li wan digirin. Ger ku ne wisa be, niha duh dozgerek dibêje li Dîlokê şeş qlêş, du ton TNT nizanim bi çi qasan tiştên cuda hatine girtin ew çax wan çawa li Dîlokê ew tiştana hemû wisa rêxistin kirine. Jixwe berê navenda van Dîlok bû, kurtasî em van baş dizanin lê belê bixwe bihewldaneke mezin ve dixwazin veşêrin, serbigirin. Kurtasî DAÎŞ di Tirkiyê de her çi dike ji wê re çav tê girtin. A niha ger DAÎŞ şaşitiyan bike wê bigirin, çima ji ber ku ji DAÎŞ`ê re dibêje ku li pêş cîhanê me nekin tengasiyê. Pêwîste hûn me nekin tengasiyê û em jî we nexin tengasiyê. Mesele niha di çapemeniya Tirkiyê de derbas bû, çendekî berî vê MÎT û DAÎŞ`ê bi hev re civîn çêkiriye, hin daxwazî ji hev pêş xistine. Ev çi ne, hûn jî me tengav nekin û em jî we tengav nekin. Ev mesele wisa ye. Hemû tişt ev e. Hedefên xwe çi ne, hedefên xwe gelê Kurd e. Pêwîst e civaka Kurdistan vê bizanibe. Hemû mirovên Kurd bizanibe. Her keseke ku ji Kurdistan, her keseke ku aşitîxwaz, alîgirê biratiya gelan divê bizanibin.
Ango AKP ji bo Kurdan biperçiqîne, xwe bi saziyeke di cîhanê de herî hov re kire şirîk. Erdogan vê bi israr berdewam dike. Ev tişteke berçav e, jê dest bernade. Fêlan dike. Niha mesele komkujiya li Enqerê çêbûye heyanî duh, heta duh jî aşkere nabêjin ku DAÎŞ dijmin e. Yê ku ev komkujî çêkiriye DAÎŞ e. Dibêjin di navendê de DAÎŞ heye lê belê hineke din jî hene. Heta xwestin bixin stûyê me. Ewqas jî heqîqet berovajî kirin nabe. Hem li me dixin û hem jî diavêjin li stûyê me. Ma ji vê mezintir nemerdanî heye? Derewkerî ji vê mezintir heye? Ji vê mezintir bêbextî heye? Hem ewqas li mirovên me dixin, mirovên me şehîd dixin, diperçiqînin û vedigerin dibêjin wan bi xwe li xwe xistine. Ev tev planê şereke taybet e. Mirovên asayî nikarin ewqas tiştî bi hev re bimeşînin. Vana tev di bingehê xwe de rêbazê şerê taybet e. Ev AKP di cewherê xwe de hikûmeta şerê taybet çêkir. Yanê hikûmetên beriya wan hebûna Kurd, têkoşîna azadiya Kurd hemû tiştên li aîdê me red dikirin, hişmendiya van jî heman e lê şêwaz guherî. Gotin ”na Kurd hene, divê em wan bibînin, em bi wan re rûnin, pêvajoyan bipêş bixin”. Di bingehê xwe de niha tê fêm kirin ku ev pêvajoya Oslo jî, pêvajoya Îmraliyê jî hemû tev di çarçoveya şerê taybet de hatiye bipêş xistin. Ango ji bo me tune bikin kirine. Ji bo ku Kurd bêvîn bikin, tasfiye bikin. Tiştên ku MHP dibêje, ew bi şêwazeke guhertî dibêjin. Û bi vê ve jî bi rastî jî civaka Kurd mijûl kirin. Heya demekî hêviya gelê Kurd li ser xwe çêkirin. Ez naxwazim bibêjim xapandin, lê belê bi rengeke wisa çêkirin ku bi rastî jî heta ku cîhan jî xapandin. A niha jî dixwazin pixapînin. Vana fêlan dikin.
Weke şereke taybet, weke hikûmeteke taybet şêwaz cuda kirin lê belê hişmendî heman e. Bi vê hişmendiyê ve dixwazin me tune bikin, me tasfiye bikin. Mesela niha tecrîda li ser Serokatî di kîjan zagonî de heye, di kîjan exlaqî de heye, di kîjan destûrê de heye, di zagonên kî/ê de tişteke wiha heye? Mirovekî ku serokê welatekî be û ligel te di girtîgehê de be, tu ewqas sal demeke dirêj bixî binê tecrîdê! Nehêlî bi mirovên xwe re jî têkilî çêbike. Ev ne zilme çi ye, ev ne îşkence ye çi ye? Gelê Kurd di kesayeta Serokatî de, di kesayeta ev komkujiyên çûbûne de, di kesayeta di kolanên Kurdistanê yên li Amedê, li Farqînê, li yên Cizîrê, li yên Geverê û hemû deverên Kurdistanê de ev zilmên ku dibin heqîqeta AKP`ê raber dike. Diyar dike ku ev hişmendî hişmendiyeke ku dijminê Kurd e. Ku ne dijmin bûya ewqas li dij Rojava nedisekinî. Ewqas li dij Kobanê nedisekinî, ku ne dijmin bûya nediçû bi DAÎŞ re ewqas tifaq çênedikir. Pêwîst e îro her kes êdî vê bibîne. Yên ku heya niha AKP cuda didîtin pêwîst e êdî heqîqeta heyî bibînin, heqîqet ev e. Weke din ev hovitî çawa dikare were vegotin? Vana durû ne. Weke şanogeran, hem xwe dixin vî rengî û hem jî xwe dixin vî rengî. Hem dibêjin ”em dixwazin pêvajoyê bipêş bixin, em dostên Kurdan in, Kurd ên min in” hem jî dixwazin xwîna me vexwin. Dijitiyeke wisa heye.
Ji ber vê yekê ew derewên ku dibêjin em li dijî DAÎŞ`ê, li dijî PKK`ê şer dikin rast nîn e. Bi tenê li dijî me şer dikin. Li dijî gelê Kurd şer dikin. Li dijî DAÎŞ`ê ti şerê xwe nîn in. Weke ku min got, ka balafir ewqas li dijî herêmên me dixebitin li ser Kurdistanê, li ser Hatayê, Dêrsîmê, Amedê, Botanê ewqas balafir bi hezaran ton bombe diavêjin, ka çend ton avêtine Cerablûs? Cerablûs cihê wan e. Gef li PYD`ê xwar, got ger hûn Cerablûs bigirin ez ê destwerdim. Ka çend bombe avêtiye Cerablûsê? Ev ne rast in, tiştekî wer nîn e. Di navbera AKP`ê û DAÎŞ`ê de şer nîn e. Li hemberî hev biryara şer negirtine. A niha li dijî hev bidevkî diaxifin, lê belê di bingehê xwe de hevdû diparêzin û hedefên wan Kurdan tune bikin, şoreşa Kurd li Rojava, li Bakur tasfiye bikin. Hedefên wan ê hevpar ev e.
Demek berê we daxuyanî dabû ku ji bo cangoriyên aştiyê hûn ê biryara agirbestê ya yekalî berdewam bikin û ruxmî ku hûn dizanin AKP vê pêk nayne. Niha jî gelek saziyên civakî yên şareza bangewazî dikin, her wiha gelek saziyên navnetewî jî bangewaziya bila dewlet jî vê agirbestê bibersivîne dikin lê ruxmî vê ti bersiv nayê, li beranberî vê jî li gelek cihên Kurdistanê operasyonên leşkerî henin. Her wiha pîroziyên gelê Kurd weke şehîdgehên ku gerîla lê têne veşartin hedef têne girtin, gelo hûn ê ruxmî vê di vê biryara xwe de bi israr in?
Berî ku di 10’ê mehê de rêveberiya me bêçalakîtiyê raber bike, kete rojevê û di çapemeniyê de jî hatibû nivîsandin, hatibû nîqaş kirin ku KCK ê bêçalakitiyekê destnîşan bike. Di heman demê de saziyên şareza, saziyên demokratîk gelek kes bang kirin, hêzên navnetewî di serî de Emerîka, Elmanya, Fransa û weke din gelek hêzên navnetewî bangkirin ku bêçalakitî were danezanîn. Saziyên sivîl pir bang kirin, HDP`ê jixwe bi dehan caran bang kir, herî dawî jî saziyên şareza-sendîkayan yekem car li Tirkiyê, li Enqerê xwestin meşa aştiyê pêş bixin, di vir de xuya dibû ku em ê bêçalakitiyê bidine danezanîn. Tam di heman rojê de komkujiya li Enqerê çêkirin. Xuyaye ku dixwazin pêşiyê bigirin. Madem ku dixwazin pêşiyê bigirin ew çax diviyabû ku me jî bibiryar berdewam bikira. Jixwe me jî wisa kir. Niha êrîşên xwe nedan sekinandin. Helwesta me ya bêçalakitiyê wê berdewam bike. Weke berê jî carekê min gotibû, ev weke peyama ev mirovên çeleng, bedew ku bi xwîna xwe ev peyam gihandin me, ew wesiyeta wan e, peyama wan e û em ê pêwîstiyên wê pêkbînin. Ji bo biratiya gelan, ji bo aşitiyê, ji bo pêvajoyeke nû tiştên ku li ser me dikeve em ê pêk bînin. Bi vê helwestê me bêçalakitî îlan kir.
Niha hinek dibêjin, bi taybet alîgirên AKP`ê dibêjin ka bêçalakîtî? Çima polîs dimirin, çima leşker dimirin? Baş e, me negotiye leşker werin me bikujin jî em ê wisa lê binihêrin, em ê destên wan maç bikin! Me gotiye em hêzeke leşkerî ne, em vir li hember hêzên dewleta Tirkiyê çalakiyan nakin. Em çalakiyan radiwestînin, lê belê ger ku ew werin li ser me, bixwazin me tune bikin em ê xwe biparêzin. Emê mafê xwe yê bersivdanê bikarbînin. Niha operasyon dibin, bi van operasyonan ve dixwazin gerîla bikujin, tasfiye bikin û gerîla jî dê xwe biparêze. Dema ku gerîla xwe biparêze bêguman wê hin leşker jî bimirin. Binihêrin me bêçalakitî îlan kir, ewqas rê ji Geverê heyanî Dêrsîmê bi dehan rê di bin kontrola gerîla de ne. Ji van hinek daîmî ne û hinek ên demkî ne. Em kontrolên li ser rêyan radikin, me bang kir ku hêzên me yên li ser rêyan di erka kontrolê de ne vekişin cih û warên xwe. Rêya di navbera Erzirom û Dêrsîmê de ji 17’ê tebaxê heya 10’ê cotmehê di bin destê gerîla de bû. Her keseke ku di wir re biçûya gerîla nasnameya wî/ê dinihêrî û wisa derbas dibûn. Artêşa Tirkiyê nedikarî biçûya wir, ev polîsên AKP`ê û Erdogan ên taybet hîç nediçûn gerîla li benda wan bûn lê nediçûn kengê ku me hêzên xwe kişand û ew jî a niha diçin. Diçin derbê li wan gerîlayên ku vedikişin cih û warên xwe bixin. Di wê çûyînê de du leşker mirine. Çi karê xwe li wir heye? Ti dixwazî herî bikujî, dema ku tu dixwazî biçî yekî/ê bikujî pêkan e ku tu jî bimirî. Ev wiha ye. Roj û şev hemû ev tabûr û alayên li ser sînor bi tang, bi top, bi obus herêmên Medya, Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Tu ewqas bombardiman bikî û wê gerîla jî biçe di Çelê de di ser saziya qeymaqam de. Niha pêwîst e her kes bizanibe em di helwesta bêçalakitiyê de xwedan israr in û em ê berdewam bikin. Lê bes li cihên ku dewlet êrîş bike jî heval wê xwe biparêzin. Ev nayê wateyê ku me bêçalakitî pêkneanîye.
Binihêrin tişteke din jî heye, me bêçalakitî îlan kir, wek min got me hêzên xwe li ser rêyan kişand, mesela rêya Oremar û Gever dewleta Tirkiyê ne di 2012`an de dikaribû vebikira û a niha jî nedikarîbû vebikira. Me hêzên xwe ji ser rê kişand, ewinan jî di wan rêyan de hatine êrîşî Çarçela dikin. Li vê yekê binihêrin, firsendperestî ev e. Xayînî ev e. Hem bi xayînî tên dixwazin li cih û warên gerîla lê ne derbe li gerîla bixin û hem jî di çapemeniya xwe de dibêjin nizanim kemîna xayîn, leşkerên me kuştin, yarbayên me kuştin. Yarbayê te di vê berfê de niha li wir berf e, li ser Çarçala çi digere? Ma ne gerîla rê vekir, berê hûn di wir de birçî bûn, leşkerên we hemû birçîbûn, di dorpêçê de bûn, nikaribûn biçûyana û bihatanan, heta hûn bi rêya hewayê de jî nikaribûn biçûyana û bihatana niha gerîla rê vekir û hûn di wan rêyan de hatine dixwazin gerîla tune bikin. Ev karekî çawa ye, çima ew sengerên xurt ên li ser rê yên gerîla berdan û wan ev firsend dîtin, niha hatine û dibêjin yarbay miriye, nizanim çi qasî leşker miriye. Hûn bi xwe vê dikin. Niha di vê xusûsê de, bi taybet artêşa Tirk a niha li Çarçela, li Dêrsîmê, li Cûdî di êrîşê de ye, operosyon berdewam dikin. Çawa ku me bêçalakitî îlan kir, artêş ket dewrê. Bi rastî niha demeke kurt ji hilbijartinan re ma, xêr e, çima ev artêşa tam jî di demeke wisa me hêzên xwe kişand cih û warên bingehîn û çima ew jî niha wan di rêyên ku gerîla berdan de hatin û wan cih û warên gerîla yên bingehîn xistine hedef?
Bi taybet di dema şerê de daxuyaniya we hebû ku artêş ne hedefa we ya yekemîn e?
Rast e, lê belê wer dixuyê ku artêş jî ketiye xeta Erdogan. Ev şerê niha li Çarçela, li Dêrsîm, li Cûdî, li Amed şerê hilbijartinê ye. Ev şer şerê qesrê ye. Dixuyê ku artêşa Tirkiyê di bin fermandariya Hulîsî Akar de îro ji bo ku AKP bibe desthilat ketiye dewrê. Heya niha li kû bûn. Çima ev 10 roj in ketine dewrê? Vaye ji hilbijartinan re 10 roj mane, çima vana ewqas bi tang û topan, bi teyaran şerekî mezin, niha bi 20 hezar leşker ve di eniyê de li Geverê bi şev û roj ev şer berdewam e. Ji bo çi? Ev eşkere ye, ev şer şerê desthilatdariya AKP`ê ye. Ji bo ku AKP bibe desthilatdarî ev leşker têne kuştin. Her keseke Tirkiyê divê vê bizanibe. Ji ber ku AKP`ê konsept daniye, berê min bi xwe jî gotibû ku em bi çi qasî agirbest bikin jî AKP û Erdogan dixwazin bi şer biçin hilbijartinê. Ji ber ku ew dixwazin di hûndirê nîvengeke bi şer û kaos de biçin hilbijartinê. Dixwazin hevsengiyên heyî xira bikin ku qet nebe AKP bi ser bikeve. Ji ber ku di şert û mercên asayî de anket diyar dikin wê AKP ê bi sernekeve. Lê dixwazin şer çêbikin, alozî çêbikin ji gel re bibêjin hûn rayên xwe bidin CHP`ê jî hûn xilas nabin, hûn bidin MHP`ê jî hûn xilas nabin, hûn bidin HDP`ê jî hûn xilas nabin tek çare ez im! Hûn rayên xwe bidin min ezê hemû tiştî hal bikim. Ji bo vê peyamê bide Tirkiyê ewqasî kuştinan dike, ewqasî şeran dike. Niha îro artêş kete vê hewldanê.
Mixabin ev artêşa ewqasî leşkeran beriya hilbijartinê diaojo ser me. Berî hilbijartinê ev kirin, ev ne ji bo AKP`ê ye ev ji bo çi ye? Ev şer şerê desthilatdarî kirina AKP`ê ye. Li hemberê van operasyonan berxwedana gerîla berxwedaniya gelê Kurd e, berxwedaniya demokrasiya gelên Tirkiyê ye, berxwedana azadî, demokrasî û biratiya gelê Tirkiyê ye. Em li wir li hemberî vê êrîşê ji bo ku AKP nebe desthilat, ji bo ku hêzên demokratîkxwaz, azadîxwaz bi ser bikevin em li ber xwe didin. Xwîna ku rijandin ji bo demokrasiyê ye, ji bo azadiyê ye, ji bo biratiya gelan û ji bo aşitiyê ye. Li hember hovîtî û faşîştiya AKP`ê berxwedana gerîla tê vê wateyê. Berxwedana gerîla berxwedana demokrasiya Tirkiyê ye. Ji ber ku ew dixwazin gerîla tasfiye bikin, bi sedan cenaze daynin li holê û li ser wan alê daynin bibêjin AKP biserket. Û bi vî rengî di dil xwe de ji bingeha MHP`ê ray bigirin, rayên MHP`ê hemû ji AKP`ê re werin, ê bi qaşo bibêjin nexwe AKP şer dike. Bi vî rengî AKP cardin 400 parlementer bigre. Mesele hemû ev e. Xwîn hemû ji bo vê tê rijandin. Lê belê li hemberî vê di kolanên Kurdistanê de, berxwedana gelê me ya niha li Farqînê heyî, niha li Bismîlê heyî, niha li Geverê heyî kurtasî li hemû cihên ku xweserî hatiye îlan kirin heyî berxwedan heye, ev berxwedaniyan û berxwedanên li serê çiyên Kurdistanê heye berxwedana azadî û demokrasiya Tirkiyê ye. Berxwedana azadiya gelê Kurd e. Divê vê her kes bizanibe. Faşîzim heye, hovîtî heye, dîktatorî heye û ev tê ser me, dixwaze me bikuje, li ser cenazên me alê dayne û wisa serketina xwe îlan bike. Ê em jî li ber xwe didin. Em jî nahêlin ew serketinê bigirin. Ew ê li Çarçela zaferê negirin. Ew ê li Mûnzûran zaferê negirin. Ew ê li Cûdî zaferê negirin. Ew dema êdî bihûrî. Ji ber ku êdî gerîlaya azadiya Kurdistanê heye, ji ber ku gerîlayê bigiyana APOYÎ, fedayî têkoşîn dike heye. Ev gerîla rê nade ku li ser cenaze, ewladên vî gelî zaferan îlan bikin. Ev berxwedaniya îro gerîla wisa dimeşîne dihêle ku hêzên demokratîkxwaz, aşitîxwaz mecalê bibînin, têbikoşin. Ev têkoşînan hemû bi hev ve girêdayî ye.
Hinek kes şaş şîrove dikin, dibêjin ev berxwedaniya nizanim leşker tên kuştin, ev ne baş e. Leşker nemirin baş e, em jî vê dixwazin lê belê ew êrîş dikin. Dixwazin gerîla tasfiye bikin, li ser vê bingehê biçin encamê. Çawa ku di 99 de bi komployeke navnetewî Serokatiya me dîl hate girtin, radestî Tirkiyê kirin wê çaxê ev hikûmeta li ser desthilatdariyê Ecewît (DSP) jî, MHP`ê jî rayên bilind girtin. A niha jî di bingehê xwe de dixwazin li ser gerîla heman planê biser bixînin. Heta bikarin hin hevalên rêvebir şehîd bixin, an jî birevînin pakêt bikin bibin Enqerê ji bo ku AKP bi ser bikeve. Yanê niha AKP dibêje ku ezê gerîla bikujim, Kurdan bêvîn bikim, teslîm bigirim zaferê çêbikim û wisa zafera hilbijartinê di yekê mijdarê de bi dest bixim. Rêbaz ev e. Zilam li ser rijandina xwîna ewladên Kurd dixwaze zafera xwe çêbike, dixwaze desthilatdariya xwe ava bike. Mesele hemû ev e. Ew dixwazin me tune bikin, divê her kes vê bizanibin. Gava ku me tune bikin wê kî der de, Kurd wê der din. Lê belê bi Kurdan re wê hemû hêzên demokratîkxwaz jî der din. Faşîzm ê serwer bibe. Faşîzma ku cara duyem wisa serwer bibe ev encamên ku ji heftê Hezîranê hatî girtin bibihûrîne cardin AKP were li ser desthilatdariyê û ev faşîzma wê pir tiştan li Tirkiyê bide wenda kirin. Li Tirkiyê li ser navê demokrasiyê tiştek namîne. Niha hemû tiştî yek zilam birêve dibe û ev ê êdî di Tirkiyê de bibe pergal. Ji bo vê jî pêwîst e demokratîkxwazên Tirkiyê, hemû civakên şareza bizanibin em îro li ser çiyayên Çarçela, Cîlo, Cûdî, Mûnzûr em berxwedaniya demokrasiyê bipêş dixin. Di rastiyê de heqîqet ev e.
Di warê saziyên civakî jî ji bo dewleta Tirkiye AKP bangawazî tê kirin ku agirbest bikin. Li rûxmê wê jî operasyonên ku gelê Kurd tehrîk bikin didome. Bi taybet em dixwazin vê pirs bikin, ji ber ku şehîdgeha gerîla, pîroziya gelê Kurd tên rûxandin hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Rast e, niha AKP bi rastî şerekê qirêj û taybet dimeşîne. Pîroziyên mirovatiyê, gelê Kurd hemû dike hedef. Dixwaze serê sinira civaka Kurd bixîne. Ji ber ku armanc perçiqandin e. Kurd bi çi bawer dike, çi pîrozî hebe bide erdê, moral bişkîne, psîkolojiya wan xirab bike. Armanc ev e. Şerê ku dimeşîne şerek qirêj û taybet e. Niha mesela di dîrokê de hinek tişt hene her kes rêz jê re raber dike. Mînak; teref bi hevdû re şer dikin, li her aliyekê bi hezaran kes dimre. Dûvre jî şer disekinînin ji bo ku her kes were cenazeyê xwe bibe bi toren veşêre. Hîn di dema Troya de wisa bûye. Wekî exlaq û kevneşopiyek mirovatiyê ye. Mesela ji miriyan re divê mirov rêz raber bike. Lê AKP dijitiyê û dijmintiyê bi mirî û pîroziyên me re jî dike û şehîdgehan dike hedef. Bi rojan teyare li şehîdgehan radike. Li kêleka şehîdgehan mala cem û mizgeft heye ew jî dike hedef. Qet fedî jî nake û ar nake dibêje; ‘me cih û warên wan xirab kir.’ Weke ku cihê rêxistinê, rêveberiyê, ango weke cihê ku biryar têde tê girtin nişan didin dibêjin; ‘me tune kir’ cardin bê ar û bê şeref dibêjin; ‘me di wir de cebilxane tune kir.’ Nexwe wir şehîdgeh e, însanên ku tên wir ji bo ku karibin îbadeta xwe li wir bikin mala cem û mizgeft hatiye çêkirin. Vana jî gî dikin hedef. Pîroziyên civaka Kurd gî ji bo AKP hedef in. Şer şerekê qirej e. Pêwîste civaka Kurd jî vê heqîqeta AKP êdî baş binase. Bi rastî em bi dijminekê pir bê terbiye û bê exlaq re rû bi rû ne. Ji bo berjewendiyê xwe hemû tişt dikare bike. Dijmintiya pergala AKP wisa ye.
Mesela cenazeyekî leşkere wan li seha gerîla ma. Lê li mirîye xwe jî xwedî dernakevin. Me nav da me got, ‘li cem me ye.’ Rayedarek AKP got, ‘ne rast e, ger pêwîst be emê biçin tirba wî vekin û tehlîl bikin.’ De kerem bikin tehlîl bikin. Ew kes e yan jî ne ew kes e em wê nizanin bes leşkerek we cenazeyê xwe li cem me ye ev heqîqetek e. Pekî we ji xwediyê wî re çi gotiye? Em wê nizanin. Niha hinek tiştên wisa hene. Mesela ji bo qirêjiya şer baş eşkere bibe, li Cizîrê ev polîsên ku êrîşên taxa kirin bi Erebî bi hev re diaxivîn. Xelqê me lê bû şahîd û bi guhê xwe bihîstin. Heman tişt niha li Çarçela Zagrosê jî bû leşkerên operasyon dikin di navbera xwe de bi Erebî muhabere dikin. Ev çi ye? Ev ne leşkerê Tirk in. Gava din we pirsî, ‘bi DAÎŞ’ê şer dike yan nake?’ Bi DAÎŞ’ê re îtîfaqa wan heye. Heta heta derman didin leşkeran. Leşkerê pêşî dikeve dimre, yê din pêl cenaze dike derbas dibe. Wisa hovitiyek çêkirine, exlaq kirine bin ling. Şerê niha dimeşe şerek wisa ye.
Piştî ku bê çalakîtî hat îlankirin li hin herêmên Kurdistanê xweseriya demokratîk hatibû îlan kirin jî ciwanên Kurd li gorî agirbestê pozisyona xwe girtin. Lê li beramberî wê êrîşên pir mezin pêk tên. Di van saetan de jî hin bajarên Kurdistanê di bin dorpêçê de ne. Îradeya gel nayê naskirin û operasyonên girtinê siyasî hene û her wiha kûştin berdewam e. Wekî we jî anî ziman gelek agahiyên herêmî tên ku ev kesana wekî DAÎŞ cil li xwe dikin û bi awayekî xwînxwar êrîş dikin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Niha berî gî ev bajarên ku taxên xwe diparêzin û rêveberiyê xwe yê xweser îlan kirî ez wana bi dil û can silav dikim berxwedana wan pîroz dikim. Şehîdên xwe hene, şehîdên wan bi rêzî bi bîr tînim. Şehîdên pîroz in. Bi rastî ji bo parastina civaka xwe û di rêyekê pîroz de şehîd dikevin. Ev berxwedanên ciwanên Kurd bi xwe re gelek heqîqet eşkere kirin. Îradebûna civaka Kurd, ciwanên Kurd çawa dikarin xwe li hemberî faşîzma AKP û polis biparêzin ev lêger ew birin kîjan noqtê û îro ew çawa bûye formulasyonek civakî, siyasî û demokratîk û rê raber dike di van derheqan hemûyan de pir nimûneyên balkêş in. Divê mirov lê xwedî derkevin. Gelê me yê li van bajaran û ne li wan bajaran divê hemû di van berxwedanên pîroz ê ku xwe di taxan de diparêzin bizanibin ku ev îradebûna civaka Kurd e, ev rêya çareseriyê raber dike. Lê li hemberî vê dewletê emê xwe bikin hêz û îrade û wisa emê wan bînin çareseriyê. Divê her kes vê bizanibe û wisa bi rastî jî beşdar bibe. Ji ber ku helwest helwestekê pir rast e, berxwedan berxwedanek pîroz e.
Di vê xisûsê de tiştek heye. Dibe ku hinek bibêjin ‘gelo em çawa bikin, wisa bisekinînin, an jî em hinek gav paş de biavêjin.’ Lê divê her kes bizanibe di vê xisûsê de gav hatiye avêtin. Ev gav ger ku têde sistî çêbibe yan jî gav paş de bê avêtin wê bi xwe re felaketên mezin bîne. Niha li Enqerê 102 însanên me şehîd ketin. Wê çaxê wê li Cizîr, Gever, Farqîn û Bismilê bi sedan an jî bi hezaran kes şehîd bixînin. Ji bo wê astek hatiye girtin. Pêwîste di vê astê de em hewl bidin hemû kes hewl bide ku ev rêbazê ku ciwanan pêş xistî û gelê me niha piştevaniyê dike rêbazek girînge û astê ku girtiye divê paş de neçe. Bûhayê xwe çi dibe bila bibe pêwîste gelê Kurd bi îradeya xwe xwedî derkeve. Li gava ku hatiye avêtin xwedî derkeve. Di vê xisûsê de bi rastî helwestekê pir girîng derket holê. Divê beşdarbûn hebe. Yek jî divê li her dere êdî rewa bibe. Civaka Kurd dixwaze xweser jiyan bike. Ne tenê li Farqîn, Silopî, Nisêbîn, Gever û Cizîrê li her derê pêwîste gelê me êdî wisa bike, em wekî gel bi dewleta Tirkiyê re dixwazin li ser esasa hevpeymanek nû tev bijîn. Bi vê rêbazî nabe, polis tê însanan dikûje, digre, û zarokan dikûje. Ango her tiştê Kurd hedef e. Mezelên Kurdan hedef e, zimanê Kurd hedef e, hemû pîroziyên Kurdan hedef in, wisa nabe. Dixwazin Kurd bikin kole ji bo wê hemû tiştên wê dikin hedef û êrîş dikin. Na, wê Kurd bi îrade û şerefa xwe bi keramet û rûmeta xwe li ser vê axê bijî. Ji bo vê jî pêwîste xwe asê bike. Di tax û gundên xwe de êdî xwe bike îrade. Di vê wateyê de ew ciwanana wisa rêyek raber kirin. Ev rêyek pir girîng e. Ji bo wê ez dibêjim pir tişt bi xwe re eşkere kir. Niha di wê wateyê de li hemberî vê we behsa hovitiya polîsên AKP kirin hovitiya wan heta niha bi ser neketiye encam negirtiye. Dixûyê ku ev helwest wisa dom bike hemû êrîşkariyên wan jî wê bin bikeve sernakeve. Gel girîng e, gel. Gotinek bere heye gundên Tirkmenan de hatiye gotin. Dibêje ‘Êl yeman e yan jî bêg yeman e. Beramberî wê tê gotin êl yeman e, êl yeman e. Ango di vir de gel encamê diyar dike. Gelê me îro bi vê şêwazê ku beşdar dibe wê bi ser bikeve û wê serketin bibe yê gelê me. Di wir de wê biryar mirov êdî rêbazê hatiye meşandin dom bike û lê xwedî derkeve.
Piştî ku koalisyona navnetewî ya di pêşengtiya Amerîka de li Hesekê alîkariya piştevaniyê da hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Di nav wan de YPG-YPJ jî hebû. Lê Tirkiye ev wekî tehdîdek li dijî xwe nirxand û serokwezîrê Tirk Davutoglu diyar ku ger pêwîst bike wê mudaxeleyê Rojava bikin û wekî wê gelek gef xwarin. Hûn vê mijarê çawa digrin dest?
Ev pir eşkere ye, dijitiya Kurd e. Li wir ne YPG û PYD bûya her çi bûya wê ew li dijî bûna. Tirkiye naxwaze li Sûrî Kurdên Rojava bibin xwedan statu û xwedan nasnameyê bin. Mesele ev e. Divê ku hêzên navnetewî hemû vê heqîqetê bizanibin. Vê carê dibêje ku ‘ PYD û PKK yek in’ wisa dixwaze di hêzên navnetewî de ‘vaye PKK li dijî me ye û di lîsteya we de ye. Wê çaxê ew jî têde ye’ ne wisa ye ew jî derewek e. Ma heya berê vê çend salan Başûrê Kurdistanê jî wisa hedefa wan bû û xeta sor bû. Ma rêxistinên Başûr baskên PKK ne? Na, ew bahanene. Ji bo ku PYD û YPG xeta Serok Apo esas digre weke PKK raber dikin. Ev ne rast e. Ger ku ne wisa be wê dîsa jî wisa raber bikin. Ango PYD di Rojavayê Kurdistanê de îro têkoşînek dimeşîne. PYD partiyek siyasî ye qet eleqeyê xwe bi leşkerî re jî tune ye. YPG jî kengî ku êrîşê DAÎŞ û El Nusra destpêkir tax û bajarên xwe parast. Ev çawa dibe teror? Ango teror bi gotinên hinekan dibe? Na, wana eşkere dixwazin şerê li dijî DAÎŞ lewaz bibe. Binêrin niha 3 meh in şer nabe. Di vê de rolê hewldanên Tirkan zêde ye. Divê ku hêzên navnetewî vê bidin berçav. Ewana dixwazin koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê de sistiyek çêbikin.
Mesela niha Tirkiye berê beşdar nebû. 22’ê tîrmehê ew û Amerîka li hev kirin Tirkiye got ‘ez beşdar dibim.’ Di 23’ê tîrmehê de li hemberî me biryarê şer girtin. Ne ji bo ku şerê li dijî DAÎŞ xurt bibe ji bo şerê li dijî DAÎŞ zeîf bibe hemle dest pê kir. Ev eşkere ye. Niha ez van xisûsan dinêrim ev hêzên navnetewî çi hêzên Rûsya çi hêzên koalisyona navnetewî di pêşengtiya Amerîka de destpêk gotin ‘em piştevaniya YPG dikin, me alîkarî da ye.’ Piştî ku Tirkiye hinek helwestên tûj raber kirin helwestên xwe şêlû kirin. Di vir de dixûyê ku ew jî tên xapandin. An jî heqîqetan zêde nadin berçav. Heqîqet ne wisa ye. Heqîqet AKP dixwaze şerê li dijî DAÎŞ lewaz bibe. Naxwaze alîkarî ji YPG’ê re biçe. Çima? Ji ber ku YPG raber kir ku dikare DAÎŞ bixîne. Di hêzên Rojhilata Navîn de yê ku dikare DAÎŞ bişkîne hêzê sereke yek jî YPG ye. Ev bi pratîkê xwe bi keda xwe îspat kirin. Niha hemû hewldanên AKP wê çawa pêşiya wê bigre ye. Di vê de jî hêzên Navnetewî dikevin teredutan, dikevin wesweseyan. Di vê xisûsê de hemû heqîqet eşkere ye. Ya din jî Davutoglu eşkere gelê Rojava tehdit kir. Got, ‘emê mudaxele bikin.’ Tu dibêjî qey heta niha mudaxele nekirine. Jixwe ev 3 salin şer dikin, ewqasa bi tonan cebilxana şandin, bi hezaran DAÎŞ şandin Rojava rê vekirin ciwanên Tirkiyê ji bo li dijî YPG şer bikin. Niha kesên ku çalakiya xwekûjî dikin ji bo çi AKP çavê xwe ji wan re girt? Ji ber ku digot ‘bila biçin tevlî DAÎŞ’ê bibin li Kobanî li dijî YPG şer bikin. Li dijî Kurdan şer bikin.’ Ji bo vê bû. Ango heqîqet ev e. Heqîqeta ku AKP dixwaze Kurd bê îrade bike, her çi dibe bila bibe Kurd mafê xwe negrin û şerê li dijî DAÎŞ zeîf bike hewldanê xwe ev e. Wekî din PKK diyar e, çi ye eşkere ye. YPG heqîqetek di şert û mercê Rojava de çêbû ye ew diyar e. Ango wisa bahaneyan çêbike, bixe heman çarçoveyê bibêje ‘PYD û PKK yek e, PKK û DAÎŞ jî yek e wê çaxê PYD, PKK û DAÎŞ yek e pêwîste bê hedef kirin.’ Ji bo vê jî di vê xisûsê de divê raya giştî hişyar be. Ez ne bawerim ku şoreşa Rojava li hemberî gef û gurê Erdogan û Davutoglu gav paş de biavêjin. Ew însanên li qada şer, berxwedanê pîroz li Kobanî ava kirî ew li hemberî kesekê serê xwe danaynin. Em di vê baweriyê de ne. Gef û gurên wan jî vala ne. Jixwe çi ji destê Davutoglu hat berê kir. Ji bo di Rojava de yekitî çênebe Davutoglu her tişt kir. Ji bo ku berxwedana Rojava bişkê Davutoglu heta niha her tişt kir. Tenê maye ku bi leşkerê xwe têkevin. Ew jî nikare. Ger dikare de bila kerem bike. Ji xwe re şow dike. Werga ne hêsan e. Li gorî wan Tirk in, dewletin her tişt dikarin bikin. Na, weleh hûn nikarin her tişt bikin. Vaye heta niha hûn nikarin bikevin tepeyekê Kurdistanê hûnê çawa biçin şoreşa Rojava tasfiye bikin? Ango artêş û dewleta Tirkiyê werqasa ne xurt e. Pêwîste her kes bizanibe gelê Kurd jî xurt e. Berî gî hêzên parastina Kurdistan heye, tevgera Apocî heye, xeta Serok Apo heye, hêza Serok Apo heye êdî gelê Kurd jî xurt e pêwîste vê her kes bizanibe.
Di 1’ê mijdarê de hilbijartinê pêşwext tê li dar xistin. Di 7’ê hezîranê de AKP encama ku dixwest bi dest nexist ji ber vê yekê di 1’ê mijdarê de hilbijartin di rojevê de ye. Ji bo hilbijratinê ji bo giştî gelê Kurd wê çi bersiv bide? Her wiha niha li Ewrûpayê gelê Kurd diçin ser sindoqan û raya xwe bi kar tînin. Ji bo gelê Kurd ê Ewrûpa bangek we hebe em bigrin.
Niha hilbijartin di têkoşîna me de ne tiştek pir esas û bingehîn e. Lê rêbazek e û seheyek têkoşînê ye. Bi taybet jî têkoşîna pêşxistina demokrasî û biratiya gelan ji bo wê mewziyek girîng e. Serkeftinê ku HDP di hilbijartina 7’ê hezîranê de girt ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirkiyê, xelqê me yê Elewî, Êzidî, Mesîhî, Sunî ji bo her kesî bû moral û îradebûnek çêbû. Jixwe AKP vê qebûl nekir. Ji bo wê jî dûbare hilbijartin dike. Divê mirov biparêz e. Divê ku her kes bizanibe vaye ev encamê 7’ê hezîranê cardin pêk neyê ewqasa kûştin tê çêkirin û ewqasa êrîş, heqaret li pîroziyên gelê Kurd tê çêkirin, ewqas însanên ku hatibûn hilbijartin xistin zindanan bi rastî tiştek însanî nîne li gel wan. Tu bi yek re têkoşîn dikî tu diçî ling, dest her tişt qut dikî piştre dibêjî ‘ were em li hev werin’ ma tu ew bê taqet dikî. Ma wisa dibe? Mesela wekî yek kesî 20 kes na, 200 kes tê lînç dikin. Ev merdanî ye, însanî ye? Min vê sibê gohdar kir ciwanekê Kurd zanîngeh dixwîne. Di telefonê de bi dayîka xwe re li sûkê Kurdî diaxive. Ji ber ku bi Kurdî diaxive her kes êrîş dike. Ewqas hovitiyek li dijî Kurd ewqas hovitiya li dijî biratiya gelan divê êdî her kes bide ber çav.
Bi taybet însanên me yê Kurd bi rastî fikrê xwe çi dibin bila bibin, baweriyê xwe çi dibin bila bibin, Elewî, Sunî, Êzidî, Mesîhî her çi dibe her yekê ku li ser vê axa Kurdistanê jiyan dike pêwîste êdî bere xwe nede AKP. Jixwe AKP niha êdî ji Kurdan dest berda ye. Kurd kirine hedef ew dixwaze li Kurdan bide wisa raya MHP bigre. Wê wisa were ser deshilatê hesabê xwe ev e. Ger wisa ye çima hin Kurd biçin dûv AKP bikevin? Lê em dizanin Kurdên wisa hene. Ew Kurdana kî ne? Kurdê cinsê kew in. Însan kew digre, dixe qefesê. Dûvre kew dixûne ji bo ku kewên din werin bikevin xefkê. Wan jî dide girtin. Ango bi xwe hatiye girtin hinek din jî dide girtin. Vaye cinse xwe qir dike. Hinekê wisa hene mesela Ensarîoglu, Mîroglu vane yên cinsê kew in. Xwe firotine. Yekî pê re şeref û rûmet hebe li kêlekê zulm, wehşetê AKP cih nagre. Yekî ku pê re wîjdan û îman hebe li kêlekê ev wehşet û zulma AKP cih nagre. Ne mumkun e, AKP mecalê vê rakir. Berê vê 5-6 salan hinek tiştên din digotin. Maske li ser rûyê wî hebû lê niha ew maskeyê li ser rûyê wî ket. Ji bo wê divê ku gelê Kurd û dostên gelê Kurd demokratîk û aşitîxwaz, alîgirên demokrasiyê hemû ne wekî 7’ê hezîranê ji wê hîn xurtir helwest pêş bixîne hîn zêdetir beşdar bibin û bi rastî bersivek hîn xurt bidin faşîzma AKP. Ger ku bersiv bidin wê çi bibe? Wê rêya çareseriya demokratîk vebibe, gûmana wê heye. Ger ku niha AKP bigihîje armancê xwe dîktatoriyê wê çêbike, wê sîstema xwe lê ava bike. Ji bo her kesî wê xeter be.
Lê ger ku niha HDP hîn zêde ray bigre, ji sedî 15-16 û 17 bigre wê çaxê wê her kes bizanibe ku civakê Kurd li xwe xwedî derdikeve. Nexwe di Tirkiyê de jî însanên ku dixwazin ev mesele bi rê û rêbazên aşitiyê çareser bibe hene. Wê li hemberî zilm û êrîşkeriyê kesên din jî helwest danîn ger encamek wisa derkeve gûman heye ku rêyek nû di pirsgirêka Kurd û di pirsgirêkê civakê Tirkiyê, Elewî û xelqên din de jî çêbibe. Ez dibêjim rêya vê ev e. HDP 3-4 puanan zêde bike. Ger ku zêde bike wê ew gav paş de biavêjin. Ger ku zêde neke weke berê bigre gûmane dîsa jî weke niha bibe. Ger dakeve jêr jixwe wê çaxê faşizm û nijadperestî rabe şah. Wê bibêje ‘binêre me paş xist nexwe em ser de biçin emê bikûjin emê bikaribin paş bixînin û tasfiye bikin.’ Ji bo kesên ku naxwazin ev şer hîn geş bibe xwîn birijê û aşitî çêbibe divê ku bi rastî di vê demê de destê xwe dêynin ser wijdana xwe pere û pûl, tirs û xof nenêrin tehdîdê kesekê guhdar nekin raya xwe bi kar bînin. Ev daxwaziyek giştî ye ji bo tevahiya gelê Kurdistan û gelê Tirkiyê ye.
Gelê me yê Ewrûpa pêwîste hîn zêdetir xwe berpirsyar bibînin. Rayedarên HDP’ê li Ewrûpa daxûyanî dan gotin ku ‘tevlîbûn kêm e’ cardin hevalên rêveberiya KCK bang çêkirin ez jî beşdarî wan bangan dibim. Divê ku gelê me û gelên Tirkiye yê li Ewrûpa xwe ji bûyerên Tirkiyê û Kurdistanê çêdibe berpirsyar bibînin. Bizanibe ku rayek jî rayek e. Pêwîst be rojek neçe kar, karê xwe rojek berde biçe konsolosê raya xwe bi kar bîne. Ev erkek e. Ger yek wisa neke wê çawa wijdanê wan tehemul bike. Ji ber ku ev ne hilbijartinek ji rêzê ye, tu ray bidî hinek bibin wekîl. Na, ne wisa ye. Ev meseleyek qedera gelê Tirkiyê û gelê Kurd e. Wê pêvajo bi ku ve biçe diyarkirina wê têde heye. Ji bo wê divê her kesek xwe berpirsyar bibîne. Bi taybet gelê me yê Ewrûpa heta niha xwedikirin, beşdarbûn û piştevaniya şoreşê de rolek girîng lîstiye. Ez hêvî dikim wê ji vir wiha jî rol bilîze û ev hilbijartina jî wê xurtî beşdar bibe. Wisa bersivên pêwîst wê bide. Banga min ji bo wan ev e; bi rastî ev demê dîrokî ew jî wê li erka xwe xwedî derkevin. Kî di vê demê de çi dikare bike pêwîste wê bike. Yê heye dikare pere bide pêwîste bide, yê dikare beşdar bibe pêwîste beşdar bibe, yê heye dikare ray bide pêwîste biçe ray bide, yê heye tenê dikare dua bike bila ew jî dua bike. Wisa ye. Kes li kêleka faşizm û zulma AKP cih negre. Her kes li hemberî vê zulmê bisekine, her kes ileh bi hewldanek xwe ya bi dua, ya bi gotin an bi nivîsandina xwe ya bi tevlîbûn an bi madiyat ango madî manevî tu bi çi dikarî wê bike. Niha îro hemû gelên Tirkiyê û di serî de gelên Kurdistan bi vê heqîqetê re rûbirû ye. Divê her kes wisa nêz bibe.
Niha li ser esasa gelek hêz û sazî me bêçalakîtî îlan kir. Ev ne li ser bala dewleta Tirkiyê AKP ye. Ez jî bang dikim; ‘ew kesên ku bangî me kirin ka hûn li ku ne, derkevin holê helwestê xwe diyar bikin. Li pêşî vê şerkeriya Erdogan bisekinin. Vaye me bêçalakîtî îlan kiriye. Me wextê wê diyar nekiriye. Bi gûmane ku demdirêj jî bibe, lê ew vê weke fersend dibine.’ Me got, me rê vekir ew hatin wargehên gerîla, li Munzur, Zagros Çarçela ev kirin. Ango heta niha nikaribûn bihatana me rê vekirin vê carê bi wan rêyan operasyon tên. Ev di heman demî de bêbextî ye. Divê wan kesên ku bangî me kirine mesela hêzên Navnetewî yên ku daxwaziyên xwe pêşxistin kanî bila helwestên xwe dêynin. Mesela çima niha bi 20 hezaran leşker operasyon dikin? Divê li hemberî wê helwest dêynin. Ger ku niha xwîn dirijê berpirsyarê wê Erdogan û AKP ye. Ger ku niha operasyon bisekinin yek dilop xwîn narijê. Ji ber ku xwîna ku niha dirijê gerîla mecbûre xwe biparêze û di parastinê de leşker jî polis jî dimrin û gerîla jî şehîd dikeve. Lê ev bêçalakîtiya ku me îlan kir ger ku yê li hember jî herfiyen pêk bîne wê xwîn bisekine. Ji bo wê ez cardin bang dikim hem ji gelê me yê Ewrûpa, tevahiya Kurdistan û tevahiya Tirkiyê di vê pêvajoya dîrokî de her kes xwedan helwest be û her kes mîsoger li hember vê demê dîrokî li erka xwe xwedî derkeve. Ger ku wisa bibe ez bawer dikim ku wê serketin a me be. Bi vê hêvî û baweriyê ez ji hemû kesî re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.