Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP bi biryara bêçalakîtiyê re hewl dide gerîla tengav bike û pozîsyona xwe xurt bike û destnîşan kir, ku operasyonên qirkirina siyasî hatine zêdekirin. KCK'ê got, "Bêdengiya li pêşberî van êrîşên piralî yên dewleta Tirk, hîn bêhtir hêz û cesaretê dide van êrîşan. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokrasî siyasî were çareserkirin, yên ku dixwazin Tirkiye nekeve nava çirava kaosê ya Rojhilata Navîn, pêwîste bi lez û bez li hemberî hikûmeta AKP'ê helwestê nîşan bidin. Qet nebe, ji bo ewlekariya hilbijartinê divê van êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin. Ev yek berpirsyariya siyasî û exlaqî ya kesên banga bêçalakîtiyê li me kiribû, ye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku li ser bangên bêçalakîtiyê yên ji nav û derveyî Tirkiyeyê hatin kirin, wan di 10'ê Cotmehê de biryara bêçalakîtiyê ragihandine û got, "Piştî ku bihîstin em ê bêçalakîtiyê ragihînin, rayedarên AKP'ê dan xuyakirin ku ew ê bêçalakîtiyê ji nedîtî ve bên û îlan kirin ku heta dawiyê ew ê şer bikin. Di dema ku biryara me ya bêçalakîtiyê hat ragihandin de li Enqereyê di mîtînga Aştiyê de bombe teqandin, komkujî kirin û bi vî rengî xwestin biryara me ya bêçalakîtiyê sabote bikin. AKP'ê piştî ve êrîşa bombeyî jî di biryara şer de israr kir. Ev israr nîşan dide ku hêviya AKP'ê ji şer heye.
Serokwezîr Davûtoglû piştî komkujiyê rabû got, 'me anket pêk anîn, dengên me bilind dibin'. Van gotinên Davûtoglû her kesên lê guhdarî dikirin matmayî hiştin. Bi vî rengî, niha baştir tê fêmkirin bê çma biryara me ya bêçalakîtiyê red dikin, çima heman piştî komkujiya Enqereyê gotin ku ew ê heta dawiyê şer bimeşînin."
NIHA ÊRÎŞÊN HERÎ GIRAN TÊN KIRIN
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Tevgera Azadiyê me çalakî sekinand û ji wê rojê ve çalakiyeke bi tenê ya plankirî ji aliyê me ve nehatiye kirin" û ev xal hat destnîşankirin: "Lê belê dewleta Tirk biryara me ya bêçalakîtiyê ji xwe re weke firsendekê dît, polîs û leşker bi hêsanî tevdigerin û êrîşên xwe zêde dikin. Bi van êrîşan re ne tenê biryara me ya bêçalakîtiyê red kirine, di heman demê de zorê didin me ku em dest ji biryara xwe ya bêçalakîtiyê berdin. Di rewşa heyî de, êrîşên herî giran ên sê mehên dawî tên kirin. Bi firsenda biryara me ya bêçalakîtiyê re dixwaze gerîla tengav bike û pozîsyona xwe xurt bike. Me bêçalakîtî îlan kirin, lê belê hikûmeta AKP'ê rê li ber şerê ku bibe sedema mirinan, vedike. Çawa ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi êrîş û provokasyonan re rê li ber mirina leşker û polîsan vekir û bi vî rengî xwest di hilbijartinê de bi ser bikeve, niha jî heman polîtîkayê dimeşîne.
OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ JÎ ZÊDE BÛN
Piştî biryara me ya bêçalakîtiyê, ne tenê êrîşên leşkerî zêde kir, bi girtina Hevşaredar û Endamên Meclîsê re operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî zêde kir.
Yên ku li hemberî van êrîşan banga bêçalakîtiyê kirin, nabe ku li hemberî van polîtîkayên AKP'ê bêdeng bimînin. Tevî Elmanya û DYA gelek dewlet û hêzên navneteweyî, her wiha gelek hêzên li nava Tirkiykeyê yên banga agirbestê û ji nû ve destpêkirina hevdîtinan kirin, nayê fêmkirin bê çima li pêşberî van êrîşan bêdeng dimînin. Tevî ku hin ji derdorên bang kirin gotin, 'Eger hûn çekan bêdeng bikin, em ê jî zextê li hikûmeta AKP'ê bikin' jî, manîdar e ku neketine nava ti hewldanan. Ji ber ku piştî îlana me ya bêçalakîtiyê, zext li hikûmeta AKP'ê nehat kirin, hikûmeta AKP'ê bêhtir cesaret di xwe de dîtiye û êrîşên xwe zêde kiriye."
PÊWÎSTE HÊZÊN LI NAV Û DERVEYÎ TIRKIYEYÊ, LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN
KCK'ê da xuyakirin ku ev 12 roj in ew bi berpirsyarî û sebreke mezin biryara bêçalakîtiyê dimeşînin û got, "Di êrîşên li Lice û herêma Zagrosê de zêdeyî deh gerîlayên me şehîd ketin. Ev yek radixe pêş çavan ku em biryara bêçalakîtiyê bi fedekariyeke çawa dimeşînin.
Bêdengiya li pêşberî van êrîşên piralî yên dewleta Tirk, hîn bêhtir hêz û cesaretê dide van êrîşan. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokrasî siyasî were çareserkirin, yên ku dixwazin Tirkiye nekeve nava çirava kaosê ya Rojhilata Navîn, pêwîste bi lez û bez li hemberî hikûmeta AKP'ê helwestê nîşan bidin. Qet nebe, ji bo ewlekariya hilbijartinê divê van êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin. Ev yek berpirsyariya siyasî û exlaqî ya kesên banga bêçalakîtiyê li me kiribû, ye.
Li dû biryara me ya bêçalakîtiyê dewamiya polîtîkayên êrîşê yên AKP'ê nîşan dide, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê kê rewşa aloz û şer daye destpêkirin. Komkujiyên Pirsûs û Enqereyê û helwesta hikûmetê ya li pêşberî van komkujiyan radixe pêş çavan ku AKP dixwaze bi sûdwergirtina ji alozî û şer re desthilatdariya xwe bidomîne. Li hemberî vê rewşê, hêzên li hundir û derveyî Tirkiyeyê yên alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêkhatina aştî û aramiyê ne, divê li hemberî vê polîtîkaya hikûmeta AKP'ê bisekinin."