Pispor qirkirina Êzidiyan a bi destê DAIŞ'ê, lêkolîn dikin

3 pisporên Ewropî yên bi salan sûcên li dijî mirovahiyê yên dema Qirkirina Yahûdiyan ên Naziyan lêkolîn kirin, hewl didin qirkirina Tebaxa 2014'an a li Şengalê tespît bikin.

3 pisporên Ewropî yên bi salan sûcên li dijî mirovahiyê yên dema Qirkirina Yahûdiyan ên Naziyan lêkolîn kirin, hewl didin qirkirina Tebaxa 2014'an a li Şengalê tespît bikin.

Pisporên endamê komeleya bi navê Yahad In Unum, ku ji bo tespîtkirina sûcê qirkirinê yê li ser xaka Yekîtiya Sowyetan a Berê li hemberî Yahûdî û Romenan hatin kirin hatibû avakirin, niha jî qirkirina li hemberî Kurdên Êzidî lêkolîn dikin. Koma li ser sûcê qirkirinê dixebite ji hiûqnasê Elman Anrej Ûmansky, Costel Nastasî yê Belçîkî û oldarê Fransî Patrîk Desboîs pêk tê.

YA HATIYE KIRIN LI PÊNASEYA QIRKIRINÊ TÊ

Delîla herî girîng ku her sê pispor dibêje komkujiya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin qirkirin e, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Êzidiyan a bi armanca 'tinekirina komî' ye. Ev nêrîn di lêkolîneke meha Adarê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû destnîşankirin.

Ekîba pispor ku vegotinên şahidên êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê kirin belge, di heman demê de bi 50 jinên Êzidî yên esîr ketibûn destê çeteyan û dûre xwe xilas kiribûn, hevdîtin kir.

Andrej Ûmansky diyar kir ku bi saya şahidiyên hatine destnîşankirin, bi taybetî gelek çeteyên ji Ewropayê tevlî DAIŞ'ê bûne dikarin bên darizandin û anî ziman ku armanca wan a bingehîn 'dawîanîna li vî sûcê li dijî mirovahiyê' ye.

JI BER KU SÛC Û ÊŞ HÎNÊ NÛ YE, VEGOTINA ŞAHÎDIYAN ZEHMET DIKE

Costel Nastasîe ku karmendekî berê yê polîs e, da xuyakirin ku hevdîtinên beriya niha bi mexdûrên qirkirina Naziyan re hatin kirin û hevdîtinê bi Êzidiyan re werin kirin, mîna hev nînin. Nastasîe ragihand ku sedema vê yekê jî ew e, ku sûcê li dijî mirovahiyê yê li Kurdistanê hatiye kirin, hînê nû û teze ye.

Nasasîe diyar kir ku ne rehet e jinên Êzidî yên ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne tiştên bi serê xwe de hatine vebêjin û da zanîn ku hin bi tenê dixwazin bi hevalên jin ên Êzidî re biaxivin.

GELEK SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATIN TESPÎTKIRIN

Endamên komeleya Yahad In Umun, di encama belgekirina vegotinan de, lîsteyeke kurt a ji sûcên cidî yên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ'ê derxist holê. Di nava van de sûcên li dijî mirovahiyê yên weke; înfazên komî, bi zorê perwerdekirina zarokan, bikaranîna jin û keçên ciwan weke koleyên zayendî, bikaranîna jinan weke mertalên zindî û zexta guhertina ol bi zorê, hene.

SÛCÊN ORGANÎZE Û ÎDARÎ

Oldarê Fransî Patrîck Desboîs ê di nava ekîbê de cih digire, da xuyakirin ku qirkirina li hemberî Êzidiyan 'sûcekî organîzeyî û îdarî' ye. Desboîs bibîr xist ku beriya êrîşa li hemberî Şengalê li Iraq û Başûrê Kurdistanê 550 hezar Êzidî dijiyan û vê yekê nîşan daye ku di nava şert û mercên asayî de jî ji nişka ve komkujiyek dikare bê kirin.

Li gorî agahiyên dispêrin şahîdiyan, pêkanînên qirkirinê yên DAIŞ'ê hema hema li her herêmê bi alîkariya doktoran hatine kirin. DAIŞ'ê di Cotmeha 2014'an de di organa xwe ya weşanê de 'fetwa' bi gotina, 'Kolekirina jinên Êzîdî li gorî ol caiz e' weşandibû.