Ji bo Firat Gensûr konê serxweşiyê
Ji bo Firat Gensûr ê 16 salî yê li Farqînê di dema qedexeya derketina derve de hat qetilkirin, konê serxweşiyê hat vedan.

Gensûr roja 19'ê Cotmehê, bi guleyên sekvanên Tirk ên li ling û pişta wî ketî, jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, mirovên çûn hawara Gensûr rastî êrîşa sekvanan hatin û 3 sivîl birîndar bûn.
Ji bo Firat Gensûr li kolana Hastane ya Taxa Bahçelîevlerê, konê serxweşiyê hat vedan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Hevşaredarên Farqînê, rêveberên DBP û HDP'ê yên Farqînê û rêveberên MEYA-DER'ê gelek kesan malbat ziyaret kirin.
Di vê navberê de welatiyê bi nave Mikaîl Gulmez (21) ê duh di kontrola rê de bi hinceta "lê tê gerîn" li Farqînê hat girtin. Gulmez, di encama îfadeya 2 şahidên veşartî de ji aliyê dadgeha nobedar ve hat giritn û ew şandin girtîgehê.
Xwendekar Şehmûs Hatîpoglû yê duh li Taxa Camî hat binçavkirin, hînê li TEM'ê tê ragirtin.