Biryarên girîng ên civîna rêveberiya xweser a Girê Spî

Li bajarê Girê Spî (Til Ebyad) yê Kantona Kobanê, roja 21'ê Cotmehê bi beşdariyeke xurt civînek hat lidarxisitn û 'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk' hat ragihandin.

Li bajarê Girê Spî (Til Ebyad) yê Kantona Kobanê, roja 21'ê Cotmehê bi beşdariyeke xurt civînek hat lidarxisitn û 'Rêveberiya Xweseriya Demokratîk' hat ragihandin.

Di civîna li Salona Navenda Pêşvebirinê ya Gund de endamên Meclîsa Rûspiyên Girê Spî, Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Xalid Berkel, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Serokê Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo, Serokê Desteya Karên Hundir Bozan Xelîl, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Mihemed Xan û ji rêveberên TEV-DEM'ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo amade bûn.

Her wiha Endamê Buroya Rêxistinkirin û Têkiliyên bi Gel re ya YPG'ê ya Serêkaniyê Hisên Koçer, Berdevkê Odeya Operasyona Hevpar a Bûrkan El Firat Şervan Derwîş, Nûnerên Siwar El Reqqa, endamên Meclîsa Biratî û Aştiyê ya Serêkaniyê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên li Girê Spî beşdarî civîna ragihandina xweseriya demokratîk bûn.

Di encama nîqaşên berfireh de ji bo Hevserokatiya rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mensûr Selûm û Leyla Mistefa hatin hilbijartin. Her wiha 9 komîteyên xebatê hatin avakirin û endamên wan hatin diyarkirin.

Di civînê de Meclîsa Rûspiyên Girê Spî ya ji 85 kesan ku wezîfeya rêveberiya demî dimeşand û 28 endamên nû dengên pêbaweriyê wergirtin û dest bi xebatên meclîsê kirin. Bi vî rengî hemara endamên Meclîsa Rûspiyên Girê Spî gihaşt 113 kesan.

Di dawiya Civînê de Meclîsa Rûspiyan encam civînê bi daxuyaniyekê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Îro Meclîsa Girê Spî bi beşdariya piraniya endamên li hev civiya  û bernameya karên xwe gotûbêj kir. Di encmên de ev biryar hatin girtin:

1- Gelê Sûriyeyê di dawîanîna qirîza Sûriyê û vegerandina jiyanê li ser destê welatiyên Sûrî de bi israr e û destwerdana derve  ya di karûbarên hindirîn de red dike.

2- Gelê Sûriyeyê  bi nirx û perensîpên demokrasiyê û avakirina welatekkî ku tê de cihê hemû pêkhateyan hebe, Jiyaneke hevbeş û rûmet ji hemû welatyên Sûrî re misoger bike û rêzgirtina ji perensîpê biratiya gelan re bigire, bawr dike.

3- Bajarê Girê Spî dixwaze bibe model û ronahiya vê fikra demokraîtk  ku tê de jiyana azad , rûmet û wekhev di navbera hemû pêkhateyan de pêk tê û xwe ji fikra nîjîdperest  xelas bike

4- Girê Spî bajarekî Sûrî ye ku perensîpên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bawr dike û wê li ser vê bingeha ku mafê hemû pêkhateyan ereb, kurd, ermen û tirkmenan ê jiyana bi rûmet û wekhev di navbera hemû beşên civakê de misoger dike, kar bike.

5- Meclîsa Rûspiyan Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  û girêdana xwe ya îdarî bi Kobanê re qebûl dike û Girê Spî ne kantoneke ser bi xwe ye.

6- Meclîsa Rûspiyan li ser perensîpên  Meclîsa Rêveberiya Xweser  hevserokên Meclîsê diyar kir û hêviya karkirnê li gorî pîvanên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk ji wan re xwest.

7- Meclîsê bi awayekî berfereh hejmarek mezin ji nûnerên  gel bi beşdariya jinên ku  ku  dikarin  awayekî aktîf  rola xwe ya ç pêşeng di jiyanê de bilîzin û dikarin bi hevkar di hemû aliyên jiyanê de, diyar kir.