'Pêşmerge wê tevlî Operasyona Mûsilê bibe'
Hat ragihandin, hêzên Pêşmergeyan wê di operasyona Mûsilê ya artêşa Iraqê de cih bigirin.
Hat ragihandin, hêzên Pêşmergeyan wê di operasyona Mûsilê ya artêşa Iraqê de cih bigirin.
Hat ragihandin, hêzên Pêşmergeyan wê di operasyona Mûsilê ya artêşa Iraqê de cih bigirin.
Li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabar Yawer, ji bo pêşmerge tevlî operasyona Mûsilê bibin, bi Bexdayê re li hev hatiye kirin.
Yawer anî ziman ku tevî pêşmerge, wê artêşa Iraqê, milîsên xwecihî yên li herêmê û koalîsyona navneteweyî jî beşdarî operasyonê bibin. Yawer diyar kir ku tê payîn artêşa Iraqê tevahiya eyaletên Anbar û Seleheddînê bixe bin kontrola xwe, lewma zehmet e operasyona Mûsilê bi lez û bez destpê bike.
Yawer da zanîn ku Mûsil dilê çeteyên DAIŞ'ê ye, divê ev dil bê derxistin û got, "Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî wê tevlî operasyona Mûsilê bibin. Ji ber ku rizgariya Mûsilê wê bandoreke gelekî mezin li normalbûyîna herêma Kurdistanê bike. Rizgariya Mûsilê li berjewendiyên erdnîgarî û gelên Iraqê tê."
Cebar Yawer li ser naveroka operasyonê got, "Bi saziyên erkdar ên Iraqê re li ser plansaziya operasyonê me nîqaş kirin. Di operasyonê de wê artêşa Iraqê, koalîsyona navneteweyî, hêzên milîs ên herêmî û pêşmerge amade bin."
JI BO BAŞÛRÊ KERKÛKÊ PLANA OPERASYONÊ NÎNE
Li ser operasyonek ji bo bajarokê Hewîce yê li başûrê Kerkûkê ye û di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye Yawer diyar kir ku planeke wan a operasyonek ji bo Hewîce nîne.