Çiyayî: Dem hatiye qesr bê hilweşandin
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Rêzan Çiyayî bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdara 2015'an bibe.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Rêzan Çiyayî bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdara 2015'an bibe.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Rêzan Çiyayî bang li gel kir ku beşdarî hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdara 2015'an bibe.
Çiyayî da xuyakirin, ku tevî konsepta şer a ku biryara wê di civîna MGK'ê ya Cotmeha 2014'an de hat wergirtin, bi helwesta xwînsarî û bi berpirsyarî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP û Qesrê winda kirine. Çiyayî ragihand, ku di vê demê de Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên şoreşger, demokrat ên Tirkiyeyî yên bi tevgera azadiyê re tifaq kirine, xurt bûne û bi pêş ketine.
'ENCAMA DERKET HOLÊ, HEMÛ PLANÊN AKP Û ERDOGAN JI HEV XIST'
Çiyayî ragihand ku encama derket holê hemû planên AKP û Erdogan ji hev xistiye û got, "Lewma, ji bo desthilatdariya xwe winda neke, ji neavakirina koalîsyonê heta komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, konsepta şer dijwar kir."
Çiyayî da xuyakirin ku li holê kîlkeke şer heye, ku xwerêveberiyên li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin, mîna parçebûna Tirkiyeyê nîşanî gelên Tirkiyeyê dide û bi vî rengî berxwedana xweparastinê, xwerêveberî, ku mifteya çareseriya demokratîk e, dike hinceta şer.
DIVÊ ZEMÎNÊ JIYANA HEVPAR WERE AVAKIRIN
Çiyayî destnîşan kir ku xwerêveberiya demokratîk tê wateya ji holê rakirina dîktatorya klîkên şer ên li Enqereyê ye û da zanîn ku ev yek afirandina zemîna jiyana bi hev re ya hemû gelan e. Çiyayê diyar kir ku Şoreşa Rojava ev yek derxist holê.
Çiyayî got, "Komkujiya li Enqereyê, bombeya li bingeha vîna jiyana bi hev re û hevpar a gelên Tirkiyeyê hatiye bicihkirin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de mozaîka Kurdistan û Tirkiyeyê bi lîsteyên HDP'ê re cihê xwe di parlamentê de girt û mozaîka gelan derket holê."
'DEM HATIYE QESR BI SERÊ WAN DE BÊ HILWEŞANDIN'
Çiyayî di dewama axaftina xwe de ev xal destnîşan kir: "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi rêjeya ji sedî 13'an re desthilatdariya li Enqereyê hat hejandin. Wê demê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi rêjeyeke ji sedî 23,33'an re dem hatiye ku ew Qesra Qaçax, bi serê yên çêkirine bê hilweşandin."
Çiyayî bal kişand ser dek û dolabên qesrê yên ji bo astengkirina pêkhatina hilbijartinê di rewşeke demokratîk de û diyar kir ku gelên Kurdistan û Tirkikyeyê, şoreşger, demokrat, sosyalîst û hêzên welatparêz wê neyên lîstikan û hesabê xwîna ku çeteyen gladiyo rijandine, di sindoqê de bipirsin.
Çiyayî herî dawî bang li her kesî kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.