Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin

Li Wanê binçavkirina 25 kesan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin.

Binçavkirina 25 kesên ku di nav wan de Hevseroka HDP’a Wanê Derya Hayva, namzeta HDP’ê ya Wanê Yelîz Yildirim, rêveberên bajêr ên DBP-HDP’ê, nûçegihanên DÎHA Erkan Şahîn û Salman Keleş jî hene li Parka Feqiyê Teyran bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. Hevserokê DBP’a Wanê Munîr Aral, Parlamentera Wanê ya HDP’ê Tûgba Hezer, rêveberên bajêr ên HDP-DBP’ê û bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê Munîr Aras ê destpêkê axivî got ku piştî Serokwezîr duh gel bi ‘Torosên spî’ tehdît kir îro mînîbusên spî ketin dewrê. Aras anî ziman ku êdî destûr nayê dayîn ku daxuyaniyeke çapemeniyê ya mafekî destûra bingehîn e jî pêk bînin, çek li parlamenter Lezgîn Botan hatiye kişandin, hevalên wan hatin derbkirin, binçavkirin û hê jî nizanin bê li ku derê tên ragirtin. Aras diyar kir ku pêwîst e hevalên wan tavilê serbest bên berdan an na wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî anî ziman ku konsepta şer a AKP'ê her roj zêdetir dibe.

Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma, “Zext me bêzar nakin” qîr kir.