Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Olçen li Amedê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Olçen (Ozgur Rohat) ê li ber Çemê Mûnzûrê ket, li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Olçen (Ozgur Rohat) ê li ber Çemê Mûnzûrê ket, li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Umît Olçen (Ozgur Rohat) ê li ber Çemê Mûnzûrê ket, li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlaye HPG'ê Umît Olçen (Ozgur Rohat) ê di 17'ê Cotmehê li Dêrsimê li ber ava Çemê Mûnzûrê ket û jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê hat wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Olçen li Goristana Yenîkoyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkiri.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Olçen ji morga goristanê hat wergirtin û li darbesta bi alên PKK û HPG'ê hatibû pêçandin, hat bicihkirin. Girseya gel darbest li ber tilîlî û dirûşmeyan hilgirt ser milan û anî Mizgefta Yenîkoyê. Li dû wecîbeyên olî girseya gel darbesta Olçen bir cihê lê were veşartin û li ber dua û dirûşmeyan veşart.
Li dû veşartina cenaze, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle piştre axivî û diyar kir ku gelê Kurd ne wekî salên 80 û 90'î ye û gelê Kurd êdî kiryarên weke çeteyên DAIŞ'ê qebûl nake.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek ji anî ziman ku dema mijar dibe şehîdgeh gotin diqedin û wiha axivî: "Li hemberê şerê qirêj ê ku bi salane li ser gelê Kurd tê farzkirin berxwedanekê dîrokî tê meşandin û pergala dagirker ji vê berxwedanê ditirse. Beriya 40 salan jî gelê Kurd li ser vê axê dijî. Lê berxwedana wekî îro tine bû. Lê îro bi saya Ozguran berxwedaneke bêhempa li hemberî dagirkeran bilind dibe. Li ser vê yekê divê gelê Kurd berxwedana Ozguran her tim bilind bike."
Bavê Gerîlayê HPG'ê Olçen, Azîz Olçen jî bal kişand ser zarokatiya kurê xwe û helalî ji wî re xwest û wiha got: "Şehîdbûn xala herî jor e. Şehîd ê hemû gelê Kurd e. Serê gelê Kurd û serê Serok Ocalan sax be."
Merasîm bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Piştî merasîmê girse bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li taxa Sîsê ya li navçeya Liceyê, ket ser rê.