Osê: Şoreşa Rojava hêvî û baweriyê dide gelan

Osê da xuyakirin ku serketina 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêdewlet a di 16-17'ê Cotmehê de li bajarê Dêrikê yê Rojava pêk hat, peyamên girîng daye cîhanê.

Alîkara Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê û yek ji damezrînerên konferansê Emîne Osê da xuyakirin ku serketina 1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêdewlet a di 16-17'ê Cotmehê de li bajarê Dêrikê yê Rojava pêk hat, peyamên girîng daye cîhanê.

Osê, konferans û encamên wê ji ANF'ê re nirxand. Osê diyar kir ku hatina ewqas mirovan ji welatên cuda yên cîhanê nîşan dide ku bawerî bi vî welatî heye. Osê ragihand, ku ji ber bawerî û ewlehiyê, mirov tên Rojava û got, "Di pêvajoya konferansê de bi taybetî asayîşê û hêzên me yên parastina gel, wezîfeyeke bi rûmet bi cih anîn.

Ev nêzîkatî di heman demê de mesaja 'her kes dikare were vî welatî, dikare ziyaret bike' dide. Şensê dîtina modela xwerêveberî û demokrasiya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye afirandin, dide her kesî. Ya ku li vir bi pêş ketiye, modela demokrasiyê, demokrasiyeke gel e. Rêveberî, xweparastin û hemû hêzên siyasetê dikin, ji gel, ji gelan pêk tên."

'HER KES BI HÊSANÎ Û EWLE DIKARE BÊ ROJAVA'

Osê da xuyakirin ku hêzên berê çeteyan didin Rojava û dixwazin bikin ku mirov nikaribin lê bijîn, di heman demê de dixwazin kes neyê Rojava, piştgiriyê nede Rojava û got, "Ya rast; pêkhatina konferansa me di nava şert û mercên ewlekariyê de, planên van hêzên tarî û çeteyan pûç kir. Serketina vê konferansê jî ev peyam da cîhanê; Her kes dikare bê Rojava."

Der barê armanca konferansê de Osê ev nirxandin kir:

"Ya yekemîn; me gelên ku mîna me pêwîstiya xwe bi projeyeke xweser heye û herêmên modela xweseriya demokratîk esas digirin, vexwend. Di nava beşdarên me de mirovên ji Katolonya, Amazîg, Fîlîpînan ku mîna me di bin desthilatdariyê de ne, hebûn.

Ya duyemîn; Li ser Rojava ambargoyeke nerewa û neheq heye. Dixwazin vê yekê li hemberî gelê Kurd bimeşînin. Lê belê di nava rêveberiya demokratîk a Rojava de hemû gel, ol û zayend cih digirin. Meşrûiyeta ji aliyê Rêber Apo ev hat afirandin, ji bo hemû gelên bindest e. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn modeleke konfedere ya demokratîk e. Modeleke bi vî rengî ya xîtabî hemû gelan, ziman û çandan dike.

'ROJAVA JI BO GELAN BÛ ÇAVKANIYA HÊVIYÊ'

Yek ji armancên bingehîn ên konferansa me, beralîkirina vê ambargoyê û hewldanên reşkirinê, ye. Beşdarên konferansa me jî anîn ziman; Rojava êdî rastiye îspat kir: Li derveyî dewlet û rejîmên paşverû, rêyeke din a ku berjewendiyên gelan esas digire, heye. Ev rê, sîstema xweseriya demokratîk e. Û êdî ev model ji bo gelên li derveyî Rojava jî pêkane.

Osê bibîr xist ku ji welatên cuda 27 delegeyên biyanî beşdarî konferansê bûn û got, "Ji saziyên rêveberiya Rojava, ji rêxistinên civakî yên sivîl, nûner beşdar bûn. Beşdariya li konferansê, nîqaşên hatin kirin û encamên jê derketin, gelekî hêviyê didin."

Osê ragihand ku di konferansê de şêweyê pêkanîna sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk ket rojevê û got, "Hevalên me yên ji gel û welatên din, dostên me nêrînên xwe parve kirin ku vê sîstemê bi çi rengî li welatê xwe bixin meriyetê. Rojava di nava şert û mercên gelekî zehmet de pêngavên şoreşgerî avêt. Ya ku Rojava derket holê, ji bo gelan û civakan bû çavkaniya hêviyê. Gel dixwazin ji vê sîstemê sûdê werbigirin û li welatê xwe bixin meriyetê."

...