Gelê Farqînê 'qedexeya derketina derve' nas nake
Li Farqînê, 'qedexeya derketina derve' tevahiya şevê hat protestokirin.
Li Farqînê, 'qedexeya derketina derve' tevahiya şevê hat protestokirin.
Li Farqînê, 'qedexeya derketina derve' tevahiya şevê hat protestokirin.
Li navçeya Amed Farqînê, 'qedexeya derketina derve' û êrîşên hêzên çekdar ên dewletê, tevahiya şevê hatin protestokirin. Ciwanên ku li kolana Diyarbakir a Taxa Ferîdûn lastîk şewitandin û dest bi berxwedanê kirin, rastî êrîşa polîsan û tîmên taybet a bi panzer, wesayîtên zirxî yên kobra û akrepan hatin. Ciwanan xwe parastin û bersiv dan êrîşan. Bûyerên li vê derê qewimîn, tevahiya şevê dewam kirin.
Li aliyê din, ji bo Firat Gensûr (16) ê di 19'ê Cotmehê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li Mala Serxweşiyê ya Taxa Bahçelîevlerê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, Hevşaredaren Farqînê û rêveberên DBP, HDP û MEYA-DER'ê jî di nav de gelek kes çûn serdana malbatê.