KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina YNK û PDK’ê bi dawî bû
Piştî hevdîtina di navbera YNK û PDK’ê de ji heyeta YNK’ê Sedî Ehmed Pîre got: “Çawa weke demên berê me hewl da pirsgirêkên xwe çareser bikin, vê carê jî bi heman şêweyî em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin.” -
KCK'ê bang li gelên Tirkiyeyê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî daneheviya azadî û demokrasiyê ya sed salan a gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin. -
Gerîlayan bersiv dan êrîşên artêşa Tirk
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin. 25’ê Cotmehê qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê, qûntarên Xeregol bi obusan bombe kir. -
YNK û Goran hatin gel hev
YNK û Tevgera Goran ji bo nîqaşkirina krîza siyasî hatin cem hev. -
Artêşa Tirk a li Geverê derket operasyonê derbek giran xwar: 29 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk a li Oremarê derketiye operasyonê, ji hêzên gerîla derbeke giran xwariye. -
Navê YPJ Şengal bû YJÊ
YPJ Şengal bi civîna li dar xist diyar kir ku êdî YPJ Şengal gihiştiye asta ku hemû jinên Êzidî û Êzidxanê biparêze û çû guhertina nav. -
Kalkan: Şer dikare veguhere qutbûnê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan da xuyakirin, ku eger pirsgirêka Kurd li gorî modela çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê çareserkirin, dibe ku di dema pêş de şerekî giran biqewime û ev şer veguhere qutbûnê. -
Dersimiyan li hember dewleta Tirk doz vekirin: Bersûcê yekemîn Erdogan!
Mexdurên 38'an, malbatên PKK'iyan û Pîrên Elewiyan têkildarî bombebarankirina "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a aîdî gerîlayên PKK'ê û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an de lê ne li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê gilî kirin. -
Ji Koordînasyona Giştî ya Rojava banga 1'ê Mijdarê
Meclîsa Rêveber a Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, banga dengdayînê li hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û xwest dengê xwe bidin HDP'ê. -
Sariyildiz: AKP'ê bi gav û gotinên xapînok xwe gihand roja îro
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist ku AKP ev 13 sal in bi tena serê xwe li ser desthilatdariyê ye û got, "Bi gav û gotinên xapînok xwe gihand roja îro. Lê êdî gelê Kurd fêm kir ku niyeta xwe ya çareseriyê nîne." -
1'ê Mijdarê wê bibe roja azadiya gelan
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Geverê kir û got, "Çawa ku gelê Geverê pêşengî ji berxwedana jiyana azad re kir, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî wê ji bo serketina gelan pêşengiyê bike." -
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê jî boykotê destpê kir
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê jî, mamosteyan dest bi boykotê kirin. -
'Şehîdên meha Cotmehê' li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn
Li bajarên Strasboûrg û Wûppertalê, 'Şehîdên meha Cotmehê' hatin bîranîn. Di bîranînan de banga rêxistinbûyîn û têkoşîna ji bo jiyana azad hat kirin. -
Gerîlayên HPG'ê: Bêrîtanê ji me re kevneşopiya berxwedanê hişt
Gerîlayên HPG'ê, di salvegera 23. a ji destdayîna jiyana Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ew bi bîr anîn. -
Dayika Elîf jiyana xwe ji dest da
Dayika yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz, li Enqereya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Gerîlayên li Kerkûkê Bêrîtan bibîr anîn
Gerîlayên li eniya Kerkûkê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke leşkerî bibîr anîn. -
Kerkûkî: Her kes destekê bide projeya me, wê pirsgirêk çareser bibin
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî destnîşan kir, ku divê hikûmeta heyî bê ji hev bê xistin û hikûmeteke nû were avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî banga destekkirina projeya xwe kir. -
Bayik: Gelê Serhedê divê di 1'ê Mijdarê de encameke mezintir bi dest bixe
Bayik, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Serhedê kir û got, "Serhedê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwe ji nû ve ava kir, rabû ser piyan. Bi nirx, çand û dîroka xwe re bû yek. Di 7'ê Hezîranê de encameke bi vî rengî derket holê." -
Li Colemêrgê tevgera helîkopteran
Li Colemêrgê liv û tevgera hewayî zêde bû û didome. -
Heyeta Partiya Çep a Elman li Rojava ye
Heyetek ji Partiya Çep a Elman di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bû. -
Dêrsimî ji bo darizandina Erdogan diçin DCN’ê
Dêrsimî bombekirina şehîdgeh û deverên pîroz dibe qadên navneteweyî. Di vê çarçoveyê de wê giliyê Erdogan li DCN bê kirin. -
Zana: Pêşiya me vekiriye; em ê keleha zilmê hilweşînin!
Parlamentera HDP'ê Leyla Zana, li hember dûrxistina ji wezîfeyan Şaredariya Êlihê ziyaret kir. Zana di axaftina xwe ya li lokala hilbijartinê de jî diyar kir ku AKP ji yekîtiya gelan ditirse û peyama, “Pêşiya me vekiriye” da. -
Serokê Giştî yê Hak-Par Demîr di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) Fehmî Demîr li navçeya Tarsûs a Mersînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. -
HDP li Wanê xebatên hilbijartinê didomîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wan û navçeyên wê xebatên hilbijartinan derî bi derî bênavber didomîne. -
Operasyon û bomberdûman didome
Operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk a li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne, bênavber didome.