Dêrsimî ji bo darizandina Erdogan diçin DCN’ê

Dêrsimî bombekirina şehîdgeh û deverên pîroz dibe qadên navneteweyî. Di vê çarçoveyê de wê giliyê Erdogan li DCN bê kirin.

Dêrsimî bombekirina şehîdgeh û deverên pîroz dibe qadên navneteweyî. Di vê çarçoveyê de wê giliyê Erdogan li DCN bê kirin.

Rûspî, pîrên Elewiyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Dêrsimî bombekirina deverên pîroz ên li Kurdistanê dibin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN).

Erdal Dogan ê parêzerê dozkarên ku parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Edîbe Şahîn, Hevşaredar Nûrhayat Altûn, Mehmet Alî Bûl jî di nav de ji ANF’ê re axivî:

PARÊZER DOGAN: LI HEMBERÎ MIROVATIYÊ DI ÇARÇOVEYA SÛC DE YE

Parêzer Dogan wiha axivî: "Şehîdgehên Dr. Baran û Sûna Çîçek (Besê) yên cenazeyên gerîlayan û hestiyên kesên di Qirkirina Dêrsimê ya 1937/38’an de hatibûn qetilkirin hene, di nav Şehîdgehê mala cem û mizgeftek di 17’ê Cotmehê de ji aliyê artêşa Tirk ve hate bomberdûmankirin û hat xerakirin."

Parêzer Dogan bal kişand ku berê jî li Gimgim, Qers, Pîran, Licê, Çiyayê Cûdî, Bedlîs û Çiyayê Bagokê cihên gore gerîlayan lê bûn, hatin bomberdûmankirin. Dogan destnîşan kir ku talîmata bomberdûmanê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû daye, ragihand ku ev kiryar hem di hiqûqa hundir hem jî di ya gerdûnî de sûcekî li hember mirovatiyê tê qebûlkirin.

Parêzer Dogan got ku wê daxwaznameyên gilîkirinê dibin Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê yekê jî bidin Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.

SERLÊDAN SIBÊ YE

Hate diyarkirin ku wê serlêdan sibê li navenda Dêrsimê bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî di saet 10.30’an de çêbibe. Hate ragihandin ku bendewariyek di serî de ji malbatan, parlamenteran, hevşaredaran, pîran, rewşenbîran û gel heye ku tevlî daxuyaniyê bibin.

ONLU: EM Ê ARTÊŞA HIQÛQÊ AVA BIKIN; PÊWÎST E ERDOGAN BÊ DADGEHKIRIN

Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu ji ANF’ê re axivî, bibîr xist ku êrîşa li hember cihên pîroz sûcê mirovatiyê ye, diyar kir ku ji bo vê jî pêwîst e li hember kiryaran doz werin vekirin. Onlû wiha axivî: “Baweriya me ev e ku kesên ku biryara qirkirina çandî didin, talîmata bomberdûmana gorên me, cihên me yên pîroz didin, pêwîst e li hemberî mirovatiyê hesab bidin. Bi vê armancê em doze dibin hiqûqa hundir û navneteweyî. Erdogan ê heqaretê li nirxên esasî yên Kurdan û Elewiyan dike, dixwaze bi dîrokê re têkîliyên me qut bike, berpirsiyarê yekemîn e û em dixwazin bê dadgehkirin. Ji bo vê dozê, em ê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê artêşek hiqûqê ava bikin.”

Onlu bang li tevahî Dêrsimiyan kir ku bila piştgiriyê bidin daxuyaniya çapemeniyê.