Zana: Pêşiya me vekiriye; em ê keleha zilmê hilweşînin!

Parlamentera HDP'ê Leyla Zana, li hember dûrxistina ji wezîfeyan Şaredariya Êlihê ziyaret kir. Zana di axaftina xwe ya li lokala hilbijartinê de jî diyar kir ku AKP ji yekîtiya gelan ditirse û peyama, “Pêşiya me vekiriye” da.

Parlamentera HDP'ê Leyla Zana, li hember dûrxistina ji wezîfeyan Şaredariya Êlihê ziyaret kir. Zana di axaftina xwe ya li lokala hilbijartinê de jî diyar kir ku AKP ji yekîtiya gelan ditirse û peyama, “Pêşiya me vekiriye” da.

Parlamentera Agirî û namzeta Îdir a HDP’ê Leyla Zana ji bo Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Akel û Sabrî Ozdemîr û 17 endamên meclîsê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin Şaredariya Êlihê ziyaret kir. Zana li avahiya xizmetê ya şaredariyê ji aliyê parlamenterên HDP’ê yên Êlihê, hevserokên bajêr ên DBP û HDP’ê hatin pêşwazîkirin. Zana piştî bi hevserokan re hevdîtin pêk anî li lokala hilbijartinê ya HDP’ê geriya û Komeleya Midyadiyan ziyaret kir.

AKP’E JI YEKÎTIYA ME TIRSIYA

Zana di axaftina xwe ya li lokala Baglar de got ku êrîşa desthilatdariyê ya li hember gel û saziyan tê wateya ku ji bingeha demokratîk a bi HDP’ê re çêbûye ditirse. Zana diyar kir avabûna bingeha demokratîk AKP bi hêrs kir û wiha dewam kir: “Hemû hêzên Demokratîk ên Tirkiyeyê hevdu girtin, bi hev re tevgeriyan. Vê yekîtiyê ew aciz kir. Tenê carekê ku bi giştî em çûn ser sindoqan, dinya û alemê dît ku desthilatdarî nehat avakirin.”

'RÊYA ME VEKIRÎ YE'

Zana diyar kir ku êdî hêzên demokrasiyê yên Kurd û Tirkiyeyê di ferqa hêzên xwe de ne û wiha axivî:

“Ti zorbe bi zorê nikare tevahî beşan di pey xwe de bimeşîne. Ev erdnîgarî bi nasnameya xwe û di bin bane partiya xwe de dikeve hilbijartinan. Got ez ê çawa karibim xwe îfade bikim, çawa nûnertiya xwe bikim, ket nav vê hewldanê. Ev partî bu sîwana her kesî. Bila kes nebêje ez ê di nav de bihelim, em nabêjin bila gel tevahî bibin wek me; wê her kes bi nasnameya xwe û çanda xwe bi hev re bijî. Li ser van esasan ev, partî hat vê astê. Partiyek du salan ger tevahî partiyên siyasî bê hizûr kiribe, ev jî tê wê wateyê ku rêya me vekiriye. Hêvî mezin in. Wê êdî mayinde bibin. Em bawer in, keleha zilmê wê hilweşe.”

...