KCK'ê bang li gelên Tirkiyeyê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî daneheviya azadî û demokrasiyê ya sed salan a gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî daneheviya azadî û demokrasiyê ya sed salan a gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku AKP'ê ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî daneheviya azadî û demokrasiyê ya sed salan a gelên Tirkiyeyê şer daye destpêkirin.
KCK'ê got, "Di 1'ê Mijdarê de wê yekîtiya jiyana azad û demokratîk qezenç bike. Hêzên xwedî zîhniyeta faşîst otorîter ên ku li Tirkiyeyê li dijî gelên me şer dane destpêkirin, ne li gelên me, li desthilatdariya xwe difikirin wê winda bikin" û destnîşan kir ku tekane hêza dikare AKP'ê bisekinîne HDP ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê "Ji gelên Tirkiyeyê re" de, pêvajoya şer a AKP'ê piştî 7'ê Hezîranê da destpêkirin û girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê hatin nirxandin.
'AKP, JI BO VÎNA GELAN BIŞIKÎNE HEMÛ DERFETÊN XWE BI KAR TÎNE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Tirkiyeyê hefteyek ji hilbijartinan re maye. Hikûmeta AKP'ê ya ku darbeya siyasî li hemberî encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê kir, bi afirandina rewşa şerê navxweyî re Tirkiye xist nava pêvajoya hilbijartinê, got 'şer wê heta dawiyê bidome' û mîna Çîller dîsgotina 'ya wê biqede ya wê biqede' dubare kir, ji bo vîna gelan bidize hemû derfetên dewletê bi kar tîne. Hikûmeta AKP'ê, ji bo şerê navxweyî yê piştî 7'ê Hezîranê li hemberî gelên me da destpêkirin di 1'ê Mijdarê de mezin bike, dixwaze bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê girîngtir bûye. Ji ber ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê karaktera otorîter, hegemonîk û faşîst a AKP'ê, bi zelalî hatiye dîtin. Di şert û mercên heyî yên hundirîn û derve yên siyasî de hatiye dîtin, ku desthilatdariya AKP ji bo Tirkiyeyê karesatek e. Ji ber vê yekê, ji bo jiyaneke demokratîk û azad a gelên Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramiyê, gelekî girîng e ku AKP bê qelskirin. AKP ji bilî alîgirên xwe, dijminatiyê li her kesî dike. Dixwaze sîstemeke otorîter hegemonîk ava bike."
LI HEMBER AKP’Ê HELWESTEK HEVPAR PÊWÎST E
KCK’ê destnîşan kir ku AKP’e ne li hember gelê Kurd tenê, li hember nirxên demokrasî û azadî yên sedan salan ên gelên Tirkiyeyê dest bi şer kiriye û wiha got: “AKP’e ne tenê li hember Tevgera Azadiya Kurd, şerekî ku dixwaze binê tevahî hêzên demokrasî û azadiyê ziwa bike daye destpêkirin. Ev hêza siyasî ya tenê bi pevçûnê û şer ve dixwaze desthilatiya xwe bidomîne, xwe li serê Tirkiyeyê kiriye bela. Ji ber vê jî pêwîst e tevahî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li hember vê polîtîkayê xwedî helwestek hevpar bin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jî aşkera bû ku tenê hêza dikare AKP’ê bisekinîne HDP’e ye. HDP’e, desthilatiya AKP’ê hilweşandiye. Lewre Tayyîp Erdogan û AKP’ê ji wê rojê ve li hemberî HDP’e û gelê Kurd şerekî tolhildanê daye destpêkirin. Bê AKP’ê li hemberî HDP’e û gelê Kurd şerekî çawa daye destpêkirin, di êrîşên metropêlên Tirkiyêyê yên li hemberî HDP’yiyan de, li hember avahiyên HDP’ê û Kurdan aşkera ye. Piştî hilbijartinan li hember gelê Kurd şer daye destpêkirin, li bajar û bajarokan êrîş kir, ji sedî zêdetir zarok, jin û sivîl qetil kir, hevşaredar û endamên meclîsan girt. Ev jî bi zelalî radixe ber çavan ku bê ka AKP’e bi çi çavan li gelê Kurd dinêre. Li hember vê rastiyê pêwîst e gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê li dora HDP’ê kom bibin û di van hilbijartinan de şeqamek baş li AKP’ê bidin. Tirkiye tenê wiha dikare xwe ji belaya AKP’ê rizgar bike. Pêwîst e gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê zanibin ku ji derveyî HDP’ê, ti hêzên siyasî nikare vê meşa faşîst a AKP’ê bi dawî bike. Li ser vî esasî, divê ruhê 7’ê Hezîranê bê mezinkirin, hevparbûn û yekîtiya gelên Tirkiye û Kurdistanê li derdora HDP’ê xurttir bibe. Li hember siyaseta parçekirinê ya AKP’ê ya Tirkiye û gelên wê, pêwîst e ji bo yekîtiya azad û demokratîk a Tirkiyeyê, HDP’e li Tirkiyeyê bibe hêza siyasî ya herî bi bandor.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku serketina HDP’ê ya hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike û wiha got: “Ger HDP’e bi awayekî xurt di nav siyaseta Tirkiyeyê de cihê xwe bigire; wê demê wê polîtîka û zîhniyetên otorîter, hegemonik paş bikeve, demokratîkbûyina Tirkiyeyê wê nêz bibe. Pêwîst e tevahî gelên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin.”
KCK’ê bi van gotinan ve bal kişand ser pêvajoya şer a AKP’ê daye destpêkirin: “Diyar e ku dema AKP’e were ser desthilatiyê wê şer şîdeta xwe dijwartir bike. Dema DAIŞ li Girê Spî bû, cîranê Tirkiyeyê bû; AKP’e ji kêfxweş bû û bi her awayî piştgirî dida DAIŞ’ê. Niha jî tehdîda şer li hember Şoreşa Rojava pêş dixe. Ger di van hilbijartinan de bibe desthilatdar, ev wateya xwe aşkera ye ku li hember Rojava û Sûriyeyê wê dest bi şer bike. AKP’ê, li serê gelê Kurd û Tirkiyeyê DAIŞ kiriye bela, niha jî ji bo hinekî qadê ji bo DAIŞ’ê fireh bike, êrîşa Şoreşa Rojava kiriye hedef. Ev di heman demê de tê wê wateyê ku ev di Tirkiyeyê de destpêkirina şerê hundir e. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku pêwîst e AKP’e di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bê sekinandin.”
BANGA SEFERBERTIYÊ
KCK’ê bi bîr xist ku ji hilbijartinên 1’ê Mijdarê re hefteyek maye û wiha berdewam kir: “Her kesê ku li Tirkiyeyê alîgirtiya aştî, demokrasî û azadiyê dike, pêwîst e di nav seferbertiyê de ji bo serketina HDP’ê bixebite. Divê di vê hilbijartinê de yekîtiya gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd xurttir bibe. Pêwîst e AKP’e li Kurdistanê bibe partiyek tabelayê. Li hember polîtîkayên AKP’ê yên gelan li hember hevdu dike dijmin, divê li metropolên Tirkiyeyê û bajarên wê, gelên me îradeya xwe ya hevpar derxin holê.”
KCK’ê bang li Kurdistaniyên li metropolan dijîn jî kir ku bila her kes di bin bane HDP’ê de bibin yek.
“Metropol heman demê de cihê ku gelên Tirkiyeyê lê hevpar dijîn. Kurd, Elewî, tevahî cudahiyên etnîk û komên baweriyê li metropolan hevpar dijîn. Ji ber vê yekê, di bin banê HDP’ê de kombûna kedkaran, Elewiyan, Sunniyan, Kurdan, Çerkezan, Lazan, Ereban, Tirkmen ku hilgirên rastîn ên çanda Tirk in, wê yekîtiyek azad û demokratîkbûyinê bi xwe re bîne, di dîroka Tirkiyeyê de wê pêvajoyek nû bide destpêkirin.
Em hilbijartinên 1’ê Mijdarê ji bo dîroka Tirkiyeyê bikin pêvajoyek nû. Rewşa rehetbûna ya di sibeha 7’ê Hezîranê de, em di 1’ê Mijdarê de xurttir bikin. Li hember rehetbûna Tirkiyeyê ya 7’ê Hezîranê, AKP’e ya k dest bi şer kiriye jî em di bin sindoqan de bihêlin.
Tevahî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, zehmetî çi dibin bila bibin; pêwîst e biçin sindoqan, îradeya xwe deynin holê. Divê bê dîtin ku her tişt bi dengekî ferdê azad ve girêdayî, bi vê dîtinê biçin ser sindoqan, dengê xwe bikar bînin; di yekîtiya azad û demokratîk a Tirkiyeyê de rola xwe bilîzin.
Di 1’ê Mijdarê de wê yekîtiya jiyana azad û demokratîk bi ser keve, hêzên zîhniyeta faşîst, otorîter ên tenê desthilatiya xwe difikirin, li hember gelên Tirkiyeyê şer destpêkirine, wê têk biçin.