Operasyon û bomberdûman didome

Operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk a li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne, bênavber didome.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa Tirk daxuyanî da.

Navendê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a li ser xeta Avaşîn didome û ev agahî parve kir: “24’ê Cotmehê seat 12:00 hewl dan bikevin qada Şehîd Rehîme. Li hemberî wê hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî û giran li leşkeran dane. Li vê cih bi cih pevçûnan rû daye, artêşa Tirk qada Şehîd Rehîme bi obus û hewanan bombardûman kir pêgerên hewayî jî li qadê geriyan. 24’ê Cotmehê seat di navbera 15:30 û 16:00 de balafirên şer qadên Şehîd Gafur û Rehîme bomberdûman kirine.

Qereqola Girana li ser xeta Şemzînan a Colemêrgê 24’ê Cotmehê 11:30 û 00:00 de qada Govende, di navbera seat 07:00- 08:00 û 19:00-22:00 de Girê Sîvrî yê girêdayî qereqola Bêzelê qada Tepê Şehîd Silêman seat di navbera 12-13:00  û 22:00 de û dîsa heta sibeha 25’ê Cotmehê qereqola Oremar jî tepê Şehîd Gafur bi obus û tankan bombardûman kiriye.

Her wiha 24’ê Cotmehê seat ji 12:00 û şûn ve pêgeren hewayî yên bêmirov keşf pêk anîne.

COLEMÊRG

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wiha domand:

“Operasyona li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê hê jî didome.

24’ê Cotmehê saet 15.30’an ji navçeya Gever a Colemêrgê helîkopterek Skorsky hat û berê xwe qada Kurê Mizgeftê ya li xeta sînorê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev helîkoptera Skorsky dema di herêmên me de nizm difiriya hate derbkirin, neçar ma ku vekişe Geverê. Piştî vê, balafirên şer qada Kurê Mizgeftê bomberdûman kirin.

23’ê Cotmehê artêşa TC, sewqiyatên leşkerî ji tûgaya Çelê û qereqolên sînor re kir.

ŞIRNEX

Qeymeqamê Elkê Kadîr Guntepe (Ji Yozgatê ye) ji bo wezîfeyê meh û nîvek berê hatiye tayînkirin. Ev şexs di operasyonên ku li qadên Germav û Bilbesî rola koordîneyê girtiye ser xwe, bi tîmên taybet re tevgeriyaye. 23’ê Cotmehê Midûrê Emniyetê yê Elkê, Qeymeqam û Dozger çûn herêma Tepê Bayrak û ji bo girtina îhaleyê dest bi lêkolînan kiriye. Ev Qeymeqama li hember gel zextê bikar tîne.

SÊRT

21’ê Cotmehê operasyona ku artêşa TC li qada Mawa dabû destpêkirin, 5 hezar leşker tevlî bibû. Ev operasyona, Heskîf a girêdayî Êlihê û gundên Guhara, Avtê, Cefanî, Tinê û Belekî yên girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê jî girtiye nav xwe. 22’ê Cotmehê dozeran êrîş birin ser Şehîdgeha Şehîd Kendal û Şehîdgeh xera kirin. Leşkerên ku şehîdgeh xera kirin li bejahiyê tevgera xwe zêde kirine, li vir di navbera hêzên gerîlayên me û leşkeran de pevçûn derket. Li hember êrîşên Şehîdgehan hêzên gerîlayên me li van leşkeran dan. Hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin, piştî çalakiyê ji bo mirî û birîndarên xwe rakin ambûlans û helîkopterên Skorsky hatin. Operasyon 23’ê Cotmehê danê êvarî saet 00.00’an de vekişiya.

AMED

Ev du rojên dawî bi awayekî periyodîk, artêşa TC ji qereqola Hegasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê, qûntarê Tepê Cahît û derdora xwe bi topên hawanan bomberdûman dike. Her wiha qereqolên Beyazçeşme, Sindire û Berik ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê jî; herêmên Gorse, Tepê Mecin, Mûçkûla û Tîrêjman bi tank û hawanan bomberdûman kirin. Leşkeran jî rêyên ketin û derketina van herêman girtine.

MÛŞ

12’ê Cotmehê me dabû xuyakirin ku di operasyona li navçeya Kop a Mûşê de pevçûnê rû dabû û di vê pevçûnê de gerîlayekî me yê birîndar gihiştibû şehadetê. Gerîlayê me yê ku me diyar kiribû gihiştîye şehadetê hevalê Hamza Malazgîrt e û dîl hatiye girtin. Ji ber ev agahiya şaşî tê de heye û ji ber zelalkirina wê dereng çêbû em ji malbatê û gelê xwe lêborînê dixwazin.”

BOMBERDÛMANÊN OBUS, HAWAN Û TANKAN

HPG’ê diyar kir ku bomberdûmanên artêşa TC didome û wiha berdewam kir: “23’ê Cotmehê saet 22.00-22.30’an balafirên şer ên Tirk qada Tepê Cembelî ya li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir; hemwext bi obus û hawanan jî herêm bomberdûman kir.

24’ê Cotmehê saet 22.00-23.00’an qereqola Serêsevê ya li xeta sînorê herêma Zapê, qada gundên Sernê û Sevê bi obus û hawanan ve bomberdûman kir.

24’ê Cotmehê saet 12.30-19.30’an qereqola Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna; herêma Zendûra, saet 15.00-21.00’an qereqola Serbesta; girê Kuro Şîno û qûntarê wî bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.”

TEVGERA BALAFIRÊN ŞER Û PÊGERÊN HEWAYÎ YÊN KEŞFÊ

HGP’ê destnîşan kir ku li ser herêmên gerîla tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên keşfê bê navber didomin û wiha domand: “24’ê Cotmehê saet 09.00-16.30’an û 19.30’an heta saet 01.00’an li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 24’ê Cotmehê saet 15.30-16.30’an li ser herêma Zapê, saet 21.30’an û heta 25’ê Cotmehê (îro) saet 03.00’an li ser herêma Metîna tevgera balafirên şer çêbû.”