Navê YPJ Şengal bû YJÊ

YPJ Şengal bi civîna li dar xist diyar kir ku êdî YPJ Şengal gihiştiye asta ku hemû jinên Êzidî û Êzidxanê biparêze û çû guhertina nav.

YPJ Şengal bi civîna li dar xist diyar kir ku êdî YPJ Şengal gihiştiye asta ku hemû jinên Êzidî û Êzidxanê biparêze û çû guhertina nav. YPJ Şengal, wê xebatên xwe wek YJÊ (Yekîneyên Jinên Êzidxan) bi rê ve bibe.

Hêzên YPJ Şengal ji bo nirxandina merheleya gihiştinê hatin gel hev û di civîna ku du rojan berdewam kir de hat diyarkirin ku hêzên YPJ Şengal gihiştine asteke çendanî u çawaniyê, êdî ne tenê jinên Şengalê gihiştine asta ku hemû jinên Êzidî û tevayî Êzidxanê biparêzin. YPJ Şengal li ser esasê vê biryarê çû guhertina nav û biryar girt ku êdî xebatên xwe wek Yekîneyên Jinên Êzidxan (YJÊ ) bi rê ve bibe. Di daxuyaniya piştî civînê de hat diyarkirin ku wê YJÊ bi vê biryarê di pêvajoya ji niha û şûn ve wezîfeya parastina hemû jinên Êzidî û Êzidxanê bidomîne.