YNK û Goran hatin gel hev

YNK û Tevgera Goran ji bo nîqaşkirina krîza siyasî hatin cem hev.

YNK û Tevgera Goran ji bo nîqaşkirina krîza siyasî hatin cem hev.

YNK û Tevgera Goran bi armanca nîqaşkirina krîzên dawiyê yên Başûrê Kurdistanê û destnîşankirina çareseriyê, li Hewlêr civînek li dar xistin. Piştî civîna her du aliyan, heyeta YNK’ê çû buroya Şaxa 2. a PDK’ê li Hewlêr.

Li bajarê Hewlêr heyeta Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran hatin gel hev. Li ser navê heyeta YNK’ê, endamê Buroya Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre li avahiya peywendiyên siyasî ya Hewlêr a Tevgera Goran, li gel heyeteke Tevgera Goran a bi Serokatiya Mihemed Hacî kom bûn.

Piştî civîna her du aliyan, li ser navê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre û li ser navê Tevgera Goran jî Mihemed Hacî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Pîre got; “Pêwîst e alî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê metirsî nedin çêkirin. Neyar û dijminên gelê Kurd divê keyfxweş nekin. Ji ber ku li gor ezmûnên me yên, wê ev rewş ji bo ti kesî bi sûd nebe.  Niha pêwîstiya me hemûyan bi yekîtiya hemû aliyan heye.”

Pîre wiha dewam kir; “Pêwîst bû ku ev krîz bihata çareserkirin. Lê mixabin diviyabû ku her pênç alî bi hev re krîzê çareser bikin. Lê ev pêk nehat.  Ji bo wê bi cardin çûna parlamentoyê û li gor parlamentoyê û piştevaniya siyasetek baş, dikare pirsgirêka Serokatiya Herêmê bê çareserkirin.”

Li ser navê Tevgera Goran jî ku Mihemed Hacî axivî, wiha got; “Me di vê civînê de bal kişand ser krîzên Herêma Kurdistanê û me hewldanên çareseriya krîzê nîqaş kir. Ji ber ku xelkê Kurdistanê ji vê krîza heye ti sûde nagire. Ji bo wê divê em hemû bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.”

 Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya her du partiyan, heyeteke YNK’ê ber bi buroya Şaxa 2. a PDK’ê ve bi rê ket. Li gor agahiyên hatin girtin, heyeta YNK’ê dixwaze li gel hemû partiyan civînan pêk bîne.