Gerîlayên li Kerkûkê Bêrîtan bibîr anîn
Gerîlayên li eniya Kerkûkê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke leşkerî bibîr anîn.

Di merasîmê de fermandara gerîlayên HPG û YJA-Star Bihar Botan bi munesebeta bîranîna Karataş axaftinek kir.
Botan, di şexsê Gulnaz Karataş de hemû gerîlayên di şoreşa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibir anî û got, "Şehit Bêrîtan sembola berxwedanî û azadiya bêdawî ye. Şehîd Bêrîtan li hember xiyanetê heta fîşeka xwe ya dawî şer kiriye û rêya azad, vîna azad nîşanî hemû dijmin û cîhanê daye. Îro şerê ku şervanê azadiyê li her çar parçeyên Kurdistan'ê didin meşandin çavkaniya xwe bêguman ji berxwedanî û cesareta Ş. Bêrîtan girtiye."
Piştî merasîmê gerîlayên HPG û YJA-Star'ê çalakiyek lidar xistin û bi şano û stranan Gulnaz Karataş(Bêritan) careke din bi bibîr anîn.