Dersimiyan li hember dewleta Tirk doz vekirin: Bersûcê yekemîn Erdogan!

Mexdurên 38'an, malbatên PKK'iyan û Pîrên Elewiyan têkildarî bombebarankirina "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a aîdî gerîlayên PKK'ê û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an de lê ne li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê gilî kirin.

Mexdurên 38'an, malbatên PKK'iyan û Pîrên Elewiyan têkildarî bombebarankirina "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a aîdî gerîlayên PKK'ê û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an de lê ne li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê gilî  kirin.

Mexdurên 38'an, malbatên PKK'iyan û Pîrên Elewiyan têkildarî bombebarankirina "Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran" a di encama operasyona 4 rojan berdewam kir de pêk hat a aîdî gerîlayên  PKK'ê û hestiyên kesên di Komkujiya 38'an a Dêrsimê de lê hene li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê gilî kirin. Piştî gilî li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn.

Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê goran bombebaran dike û ev yek didome. Altun anî ziman ku bombebarankirina gorên weke mîrateya hevpar a mirovahiyê tên qebûlkirin, mizgeft û cemxaneyan li dijî Peymana Şer a Cenevreyê û hiqûqa navneteweyî ye û sûcê giran e.

'EV YEK NÎŞANEYA DIJMINAHÎ Û NEFRETA LI HEMBERÎ EWLEHIYAN E'

Altun da zanîn ku di serî de gora Seyîd Riza û bi deh hezaran Dêrsimiyên di komkujiyê de hatin qetilkirin tineye û wiha axivî: "Dewletê ji me re kevirekî gorê jî zêde dît. Dêrsimiyan bi kedek gelek mezin gorên kom kirin bombebaran kirin. Ev yek nîşaneya nefret û dijminahiya li hemberî Elewîtiya Qizilbaş a Dêrsimê ye."

Altun berpirsiyarên bombebarankirina cihên pîroz, mizgeft û cemxaneyan aşkera kir û wiha axivî: "Em der heqê Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Wezîrên Karên Hundir Selamî Altinok, Wezîrê Parastinê Vecdî Gonul û Waliyê Dêrsîmê Osman Kaymak li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê û Dozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî serlêdanê dikin." Altun destnîşan kir ku di nav kesên serlêdana sûc kirin de parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê, malbatên PKK'iyan, parêzer, nivîskar, helbestvan, rojnameger, mexdurên Komkujiya Dêrsimê ya 37/38'an, Pîrên Elewiyan, hunermend, lîstîkvan û derhêner jî hene.

Piştî daxuyaniyê Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu axivî û diyar kir ku faşîzm tenê êrîşî got û îbadetxaneyan nake li her derê civak heye cih digire û tiştên ku di 12 Îmaman da hatin jiyin şîn zêdetir kir.

Onlu got ku feraseta ku divê ji ber Qetlîama Dêrsimê lêborînê bixwaze, tehemulî hestiyên eşîrên di qetlîama 38'an de hatine qetilkirin jî nake û wiha axivî: "Tene goristana texrîb nakin. Hestiyên ku gel bi zorê anîbûn cem hev ên kesêk bêkefen ên di 38'an de hatine qetilkirin. Dîsa cenazeyê gerîlayên bi hovane hatin qetilkirin bûn. Çawa ji ber ku cenazeyê Seyîd Riza nehat dayîn û nexwestin berxwedan û zilm ji neviyan re bê ragihandin îro jî xerakirina goristanan ve nayê xwestin ku zilma ku ev 40 sal in tên jiyîn û berxwedana li hemberî vê yekê ranegihînin pêşerojê."

'WATEYEKE CUDA YA GORISTANA DÊRSIMÊ HEYE'

Parlamentera HDP'ê Edîbe Şahîn jî nirxandina "Dema ku em dibêjin Kerbelayê ji bîr nekin lê Tirkiye ev demeke dirêj e rojên Kerbelayê dijîn" kir ku wateya cuda ya goristana Dêrsimê heye û li vir kesên ku di 37/38'an de hatin qetilkirin, yên bêkefen ketin axê, yên gorên wan tineye û ji bo ku di civakê de hefizek pêk bê ev goristan hatibû çêkirin.

Pîrê Elewî Hasan Şanli jî ev tişt anî ziman: "Li gel ku qetlîama Dêrsimê li holê ye jî me dîsa jî got aştî. Em îro jî dibêjin aştî, aştiyê dixwazin. Bila ne leşker, ne polîs ne jî gerîla bimirin. Em naxwazin kesek bimire."