Heyeta Partiya Çep a Elman li Rojava ye
Heyetek ji Partiya Çep a Elman di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bû.
Heyetek ji Partiya Çep a Elman di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bû.
Heyet bi armanca şopandina rewşa Rojava, naskirina Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û sîstema perwerdeyê ji nêz ve û sûdwergirtina ji tecrubeya Rojava, di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bû.
Heyet ji endamên tevgerên jinan û ciwanan û her wiha endamên Parlamentoya Ewropa û Partiya Çep a Elman Martin Dolls pêk tê.
Heyet ji aliyê Serokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Umer, endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Perwîn Mihemed Emîn, endamê Meclîsa Zagonsaz Hebûn Ferzende û endamê Komîteya Têkiliyan a Deriyê Sînor Bedirxan Mîrza ve hat pêşwazîkirin.