Ji Koordînasyona Giştî ya Rojava banga 1'ê Mijdarê
Meclîsa Rêveber a Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, banga dengdayînê li hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û xwest dengê xwe bidin HDP'ê.
Meclîsa Rêveber a Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, banga dengdayînê li hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û xwest dengê xwe bidin HDP'ê.
Meclîsa Rêveber a Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, banga dengdayînê li hemû gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û xwest dengê xwe bidin HDP'ê.
Koordînasyona her sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê) bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna hilbijartinan li gelên Bakur û Tirkiyê kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin : “Di destpêka Sedsala 21’ê de gelek guhertin li cîhanê hatin çêkirin. Ev guhertin jî li nava welat û hikûmetan belav bû û bandor li ser gelek dewletên ku nikaribûn xwe li gor guhertinê birêve bibin kir. Aloziyên Siyasî li Welatên Rojhilata Navîn derketin û gihiştin asta karesatê. Dîktator û desthilatdarên wan welatan nikaribûn li gor guhertinan tevbigerin. Ji ber vê yekê gelên wan welatan rastî kiryarên dij mirovî ên wan desthilatdaran hatin û di rewşeke aloz de jiyan kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP’ê li dijî îradeya gelên xwe disekine û bi kiryarên xwe xizmeta komên terorîst dike û piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê berê xwe da kiryarên tolhildana ji gel û wiha hate domandin: “Tirkiya yek ji welatên ku zextê li ser hemwelatiyên xwe dike. AKP’ê bi kiryarên xwe li dijî daxwazên azadiyê yên gelên xwe tevdigere. Tirkiye her wiha destek dide komên çete û destwerdana kar û barên Sûriyeyê dike. Ev tişt jî li Rojava derket holê. Tirkiye bi van kiryarên xwe armanc dike ku Sûriyeke azad û demokratîk neyê avakirin.”
Di daxuyaniya Koordînasyonê de bang li hemû rêxistin û hêzên siyasî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku kiryarên xwe yên dij mirovahiyê li hember gelên Bakur û Tirkiyeyê pêk neyîne û rêya demokrasiyê bi riya hilbijartinên 1’ê mijdarê veke.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelên Bakur û Tirkiyê hat kirin ku tevlî hilbijartinên 1’ê Mijdarê bibin û dengê xwe bidin HDP’ê û hate gotin ku serketina HDP’ê serketina heq û aştiyê ye.