Sariyildiz: AKP'ê bi gav û gotinên xapînok xwe gihand roja îro

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist ku AKP ev 13 sal in bi tena serê xwe li ser desthilatdariyê ye û got, "Bi gav û gotinên xapînok xwe gihand roja îro. Lê êdî gelê Kurd fêm kir ku niyeta xwe ya çareseriyê nîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist ku AKP ev 13 sal in bi tena serê xwe li ser desthilatdariyê ye û got, "Bi gav û gotinên xapînok xwe gihand roja îro. Lê êdî gelê Kurd fêm kir ku niyeta xwe ya çareseriyê nîne û nîşan da ku vê rêveçûnê qebûl nake."

Tevî bêçalakîtiya ji aliyê KCK'ê ve hat ragihandin hem operasyonên leşkerî hem jî operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Hûn helwest û nêzîkatiya saziyên banga bêçalakîtiyê kiribûn, li hemberî vê rewşê çawa dinirxînin?

Ev pêvajoya êrîşan a dewletê ya li ser gel, bi taybetî piştî têkçûna AKP'ê ya di 7'ê Hezîranê de destpê kir. Piştî 7'ê Hezîranê hînê mehek derbas nebû, li Pirsûsê çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê destekkirin, komkujiyeke gelekî mezin li hemberî ciwanên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn ji bo alîkariyê derbasî Kobanê bibin, kirin. Ev komkujî li hemberî projeya HDP'ê hat kirin. Projeya AKP'ê em dikarin bêjin ku ruhê xwe ji şoreşa Rojava digirtin. Şoreşa Rojava hêviya civakê zindî kir. Xwestin vê hêviyê bifetisînin. Piştre di roja 2'an de bi şiklekî ku hînê diyar nebûye 2 polîs hatin kuştin. AKP'ê ev kuştina 2 polîsan ji xwe re kir hincet û li Kurdistanê îlana şer kir. Bi sedan balafirên şer re erdnîgariya Kurdistanê bomberdûman kirin, daristanên Kurdistanê şewitandin. Di nava hefteyekê de 1.500 siyasetmedarên Kurd xist zîndanê. Û berê xwe da Botan, deverên ku ji berê ve li ber xwe dide. Xwestin îradeya wan bişikîne. Gel jî di vê çarçoveyê de berxwedaneke cewherî da meşandin. Qadên jiyana xweser ava kirin. Û dest bi parastina cewherî kir. Ev pêvajo bû pêvajoyeke şer. Lê belê gelek derdorên civakê, gelek rêxistinan bang li KCK'ê kirin. KCK'ê jî qîmet da van bangawaziyan û biryareke di cih de, roja ku komkujiya Enqereyê pêk hat, ji bo pêşî li provokasyonan bigire îlana bêçalakîtiyê hinekî zû jî kir. Di ser wê re demeke dirêj derbas bû. Lê belê dîsa jî li hemberî gelê me şerek tê meşandin. Di xwezaya desthilatdaran de heye, ku ti carî ji ber xwe ve gavên erênî, gavên aştiyane, gavên demokratîk naavêjin. Divê hêzek, dînamîkek wê dorpêç bike, wê bixe zorê de hebe. Ev hêz jî hûn dizanin li Rojhilata navîn hêza civakê ye. Ev civaka heta niha ewqas berdêl daye, ewqas êş kişandiye, pêwîste di vê demê de bangê li hikûmet û dewleta AKP'ê bike ku bersivê bide vê biryara bêçalakîtiyê. Lê belê bi bangawaziyan bi tenê jî çênabe. Bêguman gelê me li deverên weke Cizîr, Nisêbîn, Gever, Gimgimê li ser piyan e, lê divê ev li tevahiya herêmên Kurdistanê belav bibe. Divê hikûmeta AKP'ê neçarî guhertinê bê kirin.

Bi konsepteke berfireh a şer re, ji her alî ve êrîşên giran tên kirin. Gelo encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê çiqasî bandorê li vê konsepta şerê topyekûn a li hemberî Kurdan tê meşandin bike? Wê çiqasî karibe biguherîne? Ev hilbijartin wê çi biguherîne?

Hikûmeta AKP'ê 13 salan li ser desthilatdariyê bû, hikûmet di destê wê de bû. Bi gav û gotinên xapînok ev pêvajo heta niha anî. Gelê Kurd piştî demekê fêm kir ku niyeta AKP'ê ya çareseriyê tineye. Dixwaze desthilatdariya xwe di vê atmosferê de bidomîne. Gelê Kurd got di dawiyê de got, em rêveçûneke bi vî rengî qebûl nakin. Got; madem muzakere wê bêkirin û mûxatap Rêber Apo ye, divê pêvajo li gorî peymanekê bimeşe. Weke ku tê zanîn Mutabaqata Dolmabahçeyê hebû. Pêvajo li wê derê qut bû. Piştî têkçûna 7'ê Hezîranê hikûmeta AKP'ê Kurd bi temamî ji çavên xwe derxist, dev ji gotinên xapînok jî berda. Ji ber ku êdî hêviyê jê nake. Gelekî ku pê bixape êdî tineye. Li pêşberî wan êdî gelekî rêxistinbûyî, gelekî ew baş nas kiriye heye. Ji ber vê yekê niha bi tenê bi gotinên nîjadperestî û olperestî dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Wê bi çi bidomîne? Wê bi şikandina vîna Kurdan bidomîne. Wê bi çi bidomîne? Wê bi tirsê, bi hovîtiyê, bi hîleya sindoqan dixwaze li Kurdistanê vê bidomîne. Ev qelsiya wê dide xuyakirin. Rast e derfetên dewletê, îmkan hene, bi hezaran polîsên nîjadperest, paramîlîter, hêzên tarî hene. Mîna Osmanli Ocaklari gelen rêxistinbûyînên Gladiyo di nava vê hikûmetê de ava bûne. Ev tengasiya wê dide xuyakirin. Lê belê divê me jî baş zanibin ku ji ber xwe wê pergal têk neçe. Ev pergal ancax bi ruhê demê bê têk birin. Eger em di vê hilbijartinê de dengekî xurt werbigirin, çawa ku hikûmeta Tansû Çîller ya DYP'ê ya ANAP'ê, ya partiyên weke DSP'ê têk çûn, ev jî wê têk biçe. Hikûmeta piştî wê were kîjan be, yan jî eger AKP bi xwe jî be lê hinekî qels bûbe, wê neçar bimîne koalîsyonekê pêk bîne. Ev koalîsyon wê ne bi xêra wê be. Wê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were. Ku koalîsyonek çêbû, wê neçar bimîne vê pêvajoya bidomîne. Ku bidomîne wê heta derekê, jiyan xweser a gelê Kurd an jî eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê wê nas bike. Ji ber vê yekê, ev roj rojên dîrokî ne.

Li Kurdistanê li gelek cihan xwerêveberî hatine ragihandin. Serketina HDP'ê ya di hilbijartinan wê bandoreke çawa li van xwerêveberiyan bike? Wê bi çi rengî hev du temam bikin?

Beriya her tiştî wê li ser destketiyên bi deh hezaran şehîdan û têkoşîna bi dehan salan, jiyaneke xweser bê avakirin. Wê bike ku dewleta ji niha û pê ve neçar bimîne bi Kurdan re rûnê. Ji ber vê yekê qîmetê van rojan, bi taybetî yên vê hilbijartinê pir heye. Her dengekî em bidin wê çarenûsa me, qedera me biguherîne. Xemsariya me dibe ku rê li ber pêvajoyeke nexweştir, şerekî dijwartir jî veke. Du rêyên sekinandina vî şerê lewitî yê li ser gelê me tê meşandin hene. Yek; Li qada siyasî û demokratîk de encameke baş were bidestxistin. Du; avakirina jiyana xweser. Tenê niha li çend bajar û bajarokan xwerêveberî hatiye avakirin. Lê belê divê ev belav bibe. Divê li bajarên mayî jî belav bibe. Yan jî li Ewropayê jî ruhekî nû bi xwe re ava bike. Cîhan hemû niha dizane ku gelê Kurd temînata jiyaneke azad û aram a Rojhilata Navîn e. Heta ku li Rojhilata Navîn aramî pêk neyê, wê li cîhanê jî pêk neyê. Dewletên ku niha hinekî bi mesafe nêzî gelê Kurd û têkoşîna wan dibûn, wê neçar bimînin bi awayekî din nêzî gelê Kurd bibin. Ji ber ku yên niha li hemberî gelê Kurd û têkoşîna wê şer dike, DAIŞ û zîhniyeta wê ye. Pêşîgirtina vê wê bi xurtkirina eniya demokrasiyê, bi xurtkirina jiyana xweser be.
Niha dijminatiya hikûmeta AKP'ê niha dike, ji exlaq qut e. Ji hiqûqê qut e. Ji normên mirovahiyê qut e. Mînak; li Şirnexê ciwanekî bi navê Haci Lokman Bîrlîk hat qetilkirin, ku piştî bi birîndarî hat girtin hat înfazkirin. Ev jî têrê nekir heqaret li bedena wî ya bê ruh kirin û li pişt panzerê bi erdê ve kişandin. Di şexsê wî de heqaret li gelê Kurd û nirxen gelê Kurd kirin. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd, li gorî vê yekê berxwedaneke di asta bilindtir nîşan bide. Çiqasî mirov nêzî azadiyê, nêzî serketinê bin, dijminê mirovan jî ewqasî tengav dibe û hov dibe. Ji ber vê yekê hovîtiya dewletê ji her demê bêhtir bê exlaqî ye. Pêşîgirtina vê, wê bi berxwedaneke xurttir pêk were. Eger di vê hilbijartinê de em dengekî bilind bi dest bixin, gelê Kurd wê ne tenê bibe avakarê jiyaneke nû ji bo xwe, di heman demê de wê demokrasiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn.

Hikûmeta AKP'ê ji destpêka dayîna biryara hilbijartinê û vir ve di nava dek û dolaban de ye. Li hemberî lîstik û dizîna dengan, ji bo xwedîderketina li sindoq û dengan hûn çi dibêjin?

Binêrin, AKP di 7'ê Hezîranê de têk çû û xwest hilbijartineke din bike. Ev tê çi wateyê? Nêrîna civakê di nava 2-3 mehan de nayê guhertin. Ev tê wê wateyê ku hikûmeta AKP'ê, encama ku nikarîbû bi rêya demokratîk bi dest bixe, bi rê û rêbazên hîle, fen û fîtan, bi tirsandinê dixwaze bi dest bixe. Li Kurdistanê ev konsepta şer kirin dewrê de. Ev konsept çend lingên xwe hene. Yek jê; xwestin bi tirsê gelê Kurd koçber bike. Kirin jî, li deverên weke Silopiya, Cizîrê, Nisêbînê gelek welatiyên me xaniyên wan bi serê wan de hatin xwarê û neçar man welatê xwe biterikînin. Neçar man çûn gund, tax, navçe yan jî bajarekî din. Di vê pêvajoyê de eger hikûmeta AKP'ê çend wekîlan zêde bike wê desthilatdariya xwe bi serê xwe ava bike. Lê belê eger çend wekîlan kêm bike, wê yekcar êdî di nava xwe de jî bifelişe û têk biçe. Em dizanin di van salên dawî de gelê me gelek berdêl da, gelek zerarên madî manewî dîtin, gelek neçar man ax û welatê xwe terikandin. Di vê payîzê, zivistanê de gelek mirovên me neçar in niha li rojavayê Tirkiyeyê dixebitin jî. Lê belê dengê wan li welêt e, dengê wan li cihê lê dijîn e. Di van rojan de çi dibe bila bibe, divê ti hinceteke me ya neçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar nînin, tinebe. Yanî divê em baş zanibin; eger em xizan bin, eger em belengaz bin, eger em nexweşiyan bijîn, sedema wê pergala dagirker e. Şikandina vê pergalê hem bi destxistina rûmeta xwe ye, hem jî guhertina vê çarenûsa lanetê ye. Pirsgirêka gelê me ya bi propagandayê nîne. Têra xwe polîtîze bûye. Lê divê gelê me dengê xwe bi kar bîne. Dibe ku dewlet li hin deran, xendekan bike hincet cihê dengdayînê guhertiye. Di mala me de mirovên astengdar, mirovên extiyar hebin çi dibe bila bibe, dengekî me li ku hebe divê em bigihînin sindoqan. Gelê me dibêje, Erdogan sindoqan li qesra xwe jî deyne, em ê biçin wê derê dengê xwe bi kar bînin. Divê ev şiyara me hemûyan be. Eger li mala me mirovekî emrê xwe 80 salî hebe, divê em bidin pişta xwe wî bibin ser sindoqan û bikin ku ew jî dengê xwe bi kar bîne. Divê em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin.