Artêşa Tirk a li Geverê derket operasyonê derbek giran xwar: 29 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk a li Oremarê derketiye operasyonê, ji hêzên gerîla derbeke giran xwariye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk a li Oremarê derketiye operasyonê, ji hêzên gerîla derbeke giran xwariye. HPG'ê diyar kir ku di şerê li vir de 19 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di vî şerî de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Navendê ragihand, ku di çalakiya bersivdayîna gerîla ya li hemberî leşkerên li Geverê derketin operasyonê de 11 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên hewayî û bomberdûmana ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin, daxuyaniyek weşand.

Navendê da zanîn, ku derbeke giran li hêzên artêşa Tirk ên li Oremarê derketine operasyonê hatiye xistin. Di daxuyaniyê de, li ser operasyon, êrîş û şerê ji 17'ê Cotmehê û vir ve li herêmê diqewimin, ev agahî hatin dayîn:

LI OREMARÊ 18 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Di navbera 17-19'ê Cotmehê de qada Şehîd Rahîme ya li herêma Avaşînê, ku li ser xeta sînor a herêma Oremarê ye, bi obus, hawan, tank û balafirên şer hat bombekirin. Lekşerên di 20'ê Cotmehê de derketin operasyonê, tevgera xwe ya li qada Şehîd Rahîme berfireh kirin û roja 21'ê Cotmehê xwe gihandine Girê Şehîd Zerdeşt. Êvara 23'ê Cotmehê saet di 20:00 de, leşkerên Tirk hewl dan xwe berdin nuqteyên hêzên me yên gerîla lê ne. Hêzên me yên bi van leşkeran hesiyan, derbên bi bandor li wan dan û li vê derê 4 leşker hatin kuştin.

Roja 24'ê Cotmehê saet di 11:30 de, leşkerên li Girê Şehîd Zerdeşt careke din hewl dan xwe berdin herêma Şehîd Rahîme û piştî ku hêzên me yên gerîla pê hesiyan, careke din derbên xurt li wan dan. Hêzên me yên ku di cih de bersiva vê hewldana êrîşê dan, bi çekên ferdî û bombeyan, ji navbereke kin lê dan û di encamê de 12 leşker hatin kuştin. Di şerê li vir de 2 hevrêyên me şehîd ketin. Şer heta saet 12:40'î dewam kir. Piştî şer, bi balafirên şer ên artêşa Tirk û obus, hawan û bombeyên mîsketê êrîş hatin kirin.

Şer heta 25'ê Cotmehê dewam kiriye. Tîmên sûîqestê yên leşkeran saet di 08:00 de li derdora Girê Şehîd Zerdeşt derketin operasyonê û hêzên me yên gerîla di cih de bi sûîqestan bersiv dan van leşkeran. Li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Leşkerên mirin danê êvarê ji aliyê leşkeran ve hatin rakirin. Her wiha heman rojê saet di 16:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra qada Şehîd Rahîme bombe kirin. Li ser vê yekê bi çekên giran bersiv hat dayîn û helîkopter neçar man xwe vekişînin. Piştî vê bûyerê jî artêşa Tirk bi obus, hawan û tankan herêm bombe kir.

Di encama şerekî giran de, kontrola hêzên me ya li ser herêmê dewam dike. Şerê li qada Şehîd Rahîme car carna diqewime. Di şerê li vê derê de 18 leşker hatin kuştin. Hevrêyên me Agir Diyar û Rûbar Batman ên di şerê 24'ê Cotmehê de bi ruhekî fedaî û li dijî êrîşên dagirkeriyê şer kirin, sekneke lehengiyê nîşan dan û şehîd ketin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên di şerê 24'ê Cotmehê yê li Oremarê de jiyana xwe ji dest daye, aşkera kir.,

Li gorî vê yekê; Hakan Kaya bi nasnav Agir Diyar Colemêrg ê ji Colemêrgê û Mehmet Emîn Orhan bi nasnav Rûbar Batman ê ji Êlihê.

LI BAJÊRGANÊ 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê her wiha da zanîn, ku hêzên gerîla li hemberî hêzên artêşa Tirk ên li Geverê derketine operasyonê, çalakiya bersivdayînê lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê, "Di êvara 24'ê Cotmehê saet di 22:00 de konvoyek ji 20 wesayîtên Zirxî ji bo li navçeya Colemêrg Geverê derkeve operasyonê, dema diçû Bajêrganê, rastî çalakiya bersivdayîna hêzên gerîla hat. Di vê çalakiyê de wesayîteke bi tîpa Kîrpî hatiye rûxandin û bi zelalî hatiye tespîtkirin ku 11 leşker mirine. Piştî çalakiyê, gelek kelûmelên leşkeriyê û 4 nasnameyên leşkeran hatine desteserkirin. Piştre bi qasî 2 saetan balafira keşfê li herêmê geriya ye."