HDP li Wanê xebatên hilbijartinê didomîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wan û navçeyên wê xebatên hilbijartinan derî bi derî bênavber didomîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Wan û navçeyên wê xebatên hilbijartinan derî bi derî bênavber didomîne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê li Wanê bi gel û muxtaran re hat gel hev. Di civînan de Parlamenter Ozyaşar axivî û got: “Em kiryarên AKP’ê yên di pêvajoya erdhejê de ji bîr nakin.”
ÎPEKYOLÛ
Li Taxa Alîpaşa Namzetê HDP’ê Lokman Ergun, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban û Hevşaredarê Îpekyolû Veysel Keser tevlî civîna gel a rastî eleqeyek mezin hat bûn. Ergun destnîşan kir ku AKP’e di pêvajoya 13 salan a desthilatiya xwe li ser ti sozê xwe nesekinî, tevî van jî dest bi nelirêtiyê kirin, xwestin gelan bi hev bidin şikandin û veguherîn dîktayek faşîst.
ARTEMÊTAN
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tugba Hezer û Selamî Ozyaşar li navçeya Artemêtanê xebatên hilbijartinan domandin. Wekîla Hevşaredara Artemêtanê Nûrhayat Çelîk, rêveberên navçeyê yên HDP û DBP’ê jî tevlî xebatan bûn, xebat bi awayekî xurt berdewam dikin.
Heyeta HDP’ê esnafên li Artemêtanê yên li TOKÎ’ya kevn ziyaret kir, pirsgirêkên wan guhdar kir û piştgirî xwest.
Heyeta HDP’ê bi muxtarên taxên girêdayî Artemêtanê jî hatin gel hev û pirsgirêkên muxtaran guhdar kirin.
Di civînê de destpêkê Hezer axivî û diyar kir ku muxtar îradeya gel in, ji ber vê jî pêwîst e li îradeya xwe xwedî derkevin.
Ozyaşar jî bibîr xist ku namzetê AKP’ê yê Wanê Beşîr Atalay di pêvajo erdhejê de çi bi serê gelê Wanê anîbû, destnîşan kir ku wê ti carî vê ji bîr nekin.
Wekîla Hevşaredara Artemêtanê Nûrhayat Çelîk jî ragihand ku Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn tenê ji bo ji gelê xwe re xizmet dikir hat girtin.
Piştî axaftinan, nêrînên muxtaran jî hatin girtin.