Bayik: Gelê Serhedê divê di 1'ê Mijdarê de encameke mezintir bi dest bixe
Bayik, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Serhedê kir û got, "Serhedê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwe ji nû ve ava kir, rabû ser piyan. Bi nirx, çand û dîroka xwe re bû yek. Di 7'ê Hezîranê de encameke bi vî rengî derket holê."
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 26 kewçêrê 2015, 07:00
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bang li gelê Serhedê kir û got, "Serhedê bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwe ji nû ve ava kir, rabû ser piyan. Bi nirx, çand û dîroka xwe re bû yek. Di 7'ê Hezîranê de encameke bi vî rengî derket holê."
Banga Bayik bi vî rengî ye:
"Gelê me yê welatparêz û têkoşer ê Serhedê. Ez we hemûyan silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Tê zanîn di 7'ê Hezîranê de we dîrokek nivîsand. Li herêma Serhedê kesî bawer nekir, we encameke mezin derxistin holê. We derbek mezin li Erdogan, li AKP, li dagirkeriyê dan. Serhed di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji nû ve xwe ava kir, rabû ser piyan. Xwe zindî kir. Bi nirxê xwe re, bi çanda xwe re, bi dîroka xwe re yekîtiya xwe pêş xist. Ji ber vê yekê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew encama mezin derket holê. Wexta ku ew netîce bi pêş ket, di dagirkeriya faşîst a Tirk de, di partiya wan de, bi taybet di AKP û MHP'ê de şoqek rû da. Ji ber ku texmîn nedikirin ku gelê Serhedê wê vê encamê bi wan bide jiyankirin. Çawa di 7'ê Hezîranê de we destanek nivîsand, lazime di 1'ê Mijdarê de hûn ji 7'ê Hezîranê mezintir encamekê derxînin holê. Divê şoqeke bêhtir mezintir bide AKP, MHP û yên din. Ya layiqî we, ya tê xwestin, ya rast ev e. Bi rastî gelê me yê Wanê, derbeyeke mezin li AKP'ê, li Erdogan da. Niha, ji bo ku xwe ji binê wê derxînin, ji bo di 1'ê Mijdarê de tiştên winda kirine careke din qezenç bikin, hemû îmkanên xwe bi kar tînin. Beşîr Atalay anîne wê derê ku bi bikaribe gel bixapîne.
Gelê me yê Wanê dît ku Davûtoglû bi torosên spî, di şexsê gelê Wanê de tevahiya gelê Kurdistanê tehdît kir. Got, eger hûn deng nedin me, em ê careke din torosan bişînin ser we, em ê JÎTEM, kontrgerîla bişînin ser we, em ê kuştinan, qetlîaman bikin. Her roj îro li Kurdistanê komkujiyan dikin. Berê direvandin, bi veşartî dikuştin. Niha bi awayekî aşkera vê dikin. Cudahî tenê ev e, wekî din ti cudahî nîne. Baweriya min ew e ku gelê me yê Wanê wê ti caran axaftina Davûtoglû ji bîr neke, wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî tola xwe di sindoqan de wê mezintir rake. Berê ji 8'an 7 qezenç kiribû, wê niha qezenckirina ji 8'an 8 esas bigirin. Eger ku vê encamê werbigire, wê karibe tola xwe ji Davûtoglû hilgire. Hîngê wê Careke din dewletê dagirker faşîst, Erdogan, AKP nikaribe JÎTEM, kontrgerîla bajo ser gelê me, kuştina bike, xaniyan xera bike, însana bigire.
Dîsa di 7'ê Hezîranê de Agirî, Bazîd, Patnos, Giyadînê derbeke mezin li dagirkeriyê, bi taybetî li AKP û Erdogan dan. Li Agirî 4 parlamenter hebûn, her çar jî wergirtin. AKP'ê ew texmîn nedikir. Niha hemû derfetên xwe, îmkanên dagirkeriyê bi kar bîne, girtinan dike, zextan dike, kuştinan dike, ku çavê gel bitirsîne û gel paş ve gav biavêje, bi vî rengî jî karibin li Agirî, Bazîdê encamekê ji bo xwe werbigire. Gelê me ew nêzîkbûna wan, ew pratîka wan, siyaseta wan wê bike sedema wana careke din têxe qebrîstanê. Ku careke din li herêma Agirî şîn nebe. Ya ji bo Agirî rast, ev e. Ji ber ku dîrokeke Agirî ya bi rûmet heye. Raperîneke wan, serhildaneke wan a mezin heye. Gelê me yê Agirî bi hemû navçe û gundên xwe di 7'ê Hezîranê de bi dîrok û nirxên xwe re xwe kir yek. Ji ber vê yekê ew encam wergirtin. Ti carî êdî dest ji vê encamê bernade. Wê van encaman mezintir bide jiyankirin.
Gelê me yê Îdirê, hîç ne AKP, ne MHP texmîn nedikir ku li wê derê HDP a du parlamenteran werbigire. HDP'ê, hêzên demokrasiyê, çi Kurd, çi Azerî çi Tirkmen, çi Şîa, çi Sûnî yekîtiya xwe çê kir, li xwe xwedî derket, li yekîtiya demokratîk, li demokrasî, li azadiyê li nrixên xwe xwedî derketin. Derseke mezin da MHP, AKP. Baweriya min ew e ku careke din Îdir wê li vê encamê xwedî derkeve, wê biparêze, wê şeqemeke ji ya 7'ê Hezîranê mezintir di 1'ê Mijdarê de li MHP, AKP, li dagirkeriyê bixe. Îdir weke maketekê ye li Kurdistanê. Hemû ol, hemû gel, hemû çand li wir dijîn. Hem jî bi biratî dijîn. Ji ber vê yekê ji xwe re HDP esas girtin. Ji ber ku dît ku HDP bersivê dide wan. Di HDP'ê de bi îrade, bi nasname, bi çanda xwe bijî. Bi biratî bijî. Dîtin ku partiyên din hemû nakokiyê dixin navbera gelan, çandan, olan. Ji ber vê yekê lîstikan dike, xerabiyê dikin. Ji ber ku ew dîtin di nava HDP'ê de bûn yek, şeqameke mezin li MHP, AKP'e da. Baweriya min ew e ku wê di 1'ê Mijdarê de wê şeqameke mezintir li wan partiyan bide. Wê careke din 2 parlamenteran bi dengekî mezintir qezenç bike.
Li tevahiya herêma Serhedê zindîbûnek heye. Rabûnek, şiyarbûnek, zanebûnek, li xwe xwedîderketin tê jiyîn. Vaya dagirkeran, partiyên dagirkeran ditirsîne, lazime bitirsin. Di 1'ê Mijdarê de lazime vê tirsê mezintir bidin wan.
Li Qersê, ji 3'an 2 wergirtin. Lazime di vê hilbijartinê de ji 3'an bikin 3. Hersêyan jî qezenç bikin. Eger baş kar bikin dikarin qezenç bikin. Qers jî weke maketekê ye. Li Qersê hemû gel, çand ji mêj ve bi hev re dijîn. Dagirkeriyê, siyaseta wan, partiyên wan bi salan nakokî xistin navbera wan gelan, wan olan. Ku berdine hev du, ku ew hev du bixwin û dagirkeriyê ji bîr bikin. Da ku nikaribin bi nirxên xwe, bi îrade, çand, mezhebên xwe bi azadî bijîn. Bi salan ev siyaset berdewam kirin. Lê gelê Qersê bi hemû, gund, bajarok û navçeyên xwe şiyar bû. Ji ber têkoşîna Kurdistan têkoşîna ku Rêber Apo dimeşîne ew şiyar û zane kirin. Lîstikên dewletê û partiyên dewletê yên bîrdoziya dewletê esas werdigirin fêm kirin. Lewma li hember wê sekinînin, li xwe xwedî derketin. Dîtin ku HDP nûnertiya pêşeroj, îrade, nasname û nirxên wan dike û lewma berê xwe dan HDP’ê. Wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî vê hê xurttir pêş bixin. Wê şeqameke mezin li Erdogan, AKP, MHP, partiyên dewletê û dagirkeriyê bixin.
Li hemû deverên Serhedê gelê me, li Îdir, Qers, Agirî, Wan, Erziromê û li wan deveran bi rastî di 7’ê Hezîranê de destan nivîsandin. Kesî bawer nedikir wê HDP li wê herêmê encameke wer bi dest bixe. Lewma hem dagirkeriyê hem jî partiyên dagirkeriyê şoqeke mezin jiyan. Bi rojan nikarîbûn ji wê şoqê derkevin. Dîtin ku Serhed jî bi Botan, Zagros, Amed, Çewlik, Dêrsimê re bûye yek. Kurdistan û gelê Kurdistan hemû ol, çand û gel bûne yek. Vê tirseke mezin ji wan re çêkir.
Gelê me yê Serhedê pêwîst e di 1’ê Mijdarê de encamên hê mezintir pêş bixe ku careke din dagirker, partiyên wan nikaribin ji qebrîstanan derkevin, bi îrade û nirxên gel bilîzin. Pêwîst e gelê me bi hilbijartinê re yekîtiya xwe hê xurttir bike. Îrade û nirxên di HDP’ê de hê mezintir bike. Tenê HDP dikare pêşî li dîktatorî û faşîzmê bigire. Tenê HDP dikare neteweya demokratîk, komara demokratîk pêş bixe. Bi HDP’ê re hemû gel, ol û çand dikarin bi nasname, nirx û îradeya xwe, xwe bi rêxistin bikin û bi azadî xwe îfade bikin. Lewma pêwîst e her kes di 1’ê Mijdarê de biçin ser sindoqan, dengên xwe bidin HDP’ê, sindoqan jî biparêzin nehêlin ku AKP û dewlet, hêzên wan ên leşkerî, polîs an jî yên burokrasiyê lîstikan bikin. Pêşî li hemûyan bigirin. Li ser vî esasî careke din ez ji bo serketinê dixwazim hurmeta xwe diyar dikim."