Dayika Elîf jiyana xwe ji dest da

Dayika yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz, li Enqereya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê Şemsê Bîrcan Yildiz (Komando Ayşe) Elîf Yildiz, li Enqereya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Elîf a 78 aslî, ku demeke dirêj bi nexweşiya dil ketibû, roja Pêncşemê ji dilê xwe emeliyat bûbû. Tevî hemû hewldanên doktoran jî Dayika Elîf piştî emeliyatê bi rojan hişyar nebû û danê vê sibehê saet di 06:00 de çû ser dilovaniya xwe.

Zarok û xizmên Dayika Elîf wê cenaze piştî nîvro rakin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturk û ji wir bibin navçeya Dêrsim Pertaxê.

Li gorî wasiyeta Dayika Elîf, wê cenazeyê wê li gundê Gulbarîn ê Pertaxê bê veşartin. Dema merasîma cenaze wê piştre ji aliyê malbatê ve bê aşkerakirin.

Elîf Yildiz di heman demê de dayika hevala me ya rojnamevan Bîrcan Delal Yildiz e.

...