Gerîlayan bersiv dan êrîşên artêşa Tirk
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin. 25’ê Cotmehê qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê, qûntarên Xeregol bi obusan bombe kir.
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan didomin. 25’ê Cotmehê qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê, qûntarên Xeregol bi obusan bombe kir.
Êrîşen artêşa Tirk ên li hember herêmen gerîlayan didomin. 25’ê Cotmehê qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê, qûntarên Xeregol bi obusan bombe kir. Êvarî jî qereqolên Serê Sêvê qadên gundê Sermê bi obus û hewanan bombe kir, li hember wê jî hêzên gerîla bi hawanan bersiv dan qereqola Erîş.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand têkildarî êrîşên dewleta Tirk ev agahî parve kir: “25’ê Cotmehê seat 07:00 û 08:00 qereqola Erîş a li ser xeta sînorê herêma Zapê qûntarên Xeregol bi obusan bombe kir. Qereqola Bîlîcan jî saet di navbera 11:00 û 12:00 de berbenda Bêlonê bi hewanan bombe kir. Dîsa van qereqolan bi çekên A-4 derdora qereqolê rasterast gulebaran kirin.
Saet di navbera 20:00 û 21:00 û ji saet 23:00 heta 01:00 qereqola Erîş û Serê Sêvê qada gundê Sermê bi obus û hewanan bombe kir.
Li hember van êrîşan 25’ê Cotmehê saet 09:30 hêzên gerîla bi hawanan bersiv dan qereqola Erîş konteynerek û kepçeyek di encama bersiva gerîlayan de hatin derbkirin li qereqolê giştî zerareke mezin a madî rû da, der barê mirî û birîndaran de agahî nehatin girtin. Saet 10:30 jî qereqola Erîş qûntarên Xeregol bi hawan û mîsketan bombe kir.
25’ê Cotmehê seat 08:00 qereqola Bîlîcan qûntarên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran bi obus û tankan bombe kir. Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dan van êrîşan kuleyek û avahiya qereqolê hatine hedefgirtin, encamên wê nehatine zelalkirin. Qereqola Bilîcan heman saetan derdora xwe bi çekên A-4 gulebaran kiriye di van bombebarandinê de ti windahiyên me çênebûne.
25’ê Cotmehê ji 18:00 heta 02:00 li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bêmirov keşif pêk anîne.
Di navbera 24’ê Cotmehê seat 20:00 û 25 Cotmehê seat 01:00 de qereqolên Tepê Yekmal û Sînek ên li ser xeta herêma Heftanîn qadên Bektorya û Kato Silê bi obus û hawanan bombe kirine.
25’ê Cotmehê saet di navbera 17:00-18:00 qereqola Elemun a li ser xeta herêma Metîna girê Derarê û qûntarên wê, saet di navbera 19:00-20:00 de qereqola Elemun girê Zendura û qûntarên wê, saet di navbera 20:00 û 01:00 de qereqola Serbesta girê Kurêşîno bi obus û hawanan bombe kir.”