Kerkûkî: Her kes destekê bide projeya me, wê pirsgirêk çareser bibin
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî destnîşan kir, ku divê hikûmeta heyî bê ji hev bê xistin û hikûmeteke nû were avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî banga destekkirina projeya xwe kir.
DÎREN ROJ
KERKÛK / ANF
duşem, 26 kewçêrê 2015, 07:04
Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Huseyîn Kerkûkî anî ziman ku bi hikûmeteke ji pisporan re dikare pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê werin çareserkirin.
Kerkûkî diyar kir, ku bi projeya çareseriyê ya ku wan duh li Silêmaniyeyê aşkera kirin re, pêkane ku pirsgirêkên giran ên 24 salan ên Başûrê Kurdistanê ji binî ve werin çareserkirin.
'GIRÎNG E HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI NAVA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE CIH BIGIRIN'
Kerkûkî bibîr xist, ku 5 partiyên di nava hikûmetê de cih digirin, ev demeke dirêj e di nava xwe de civînan pêk tînin, lê belê bi civînan re pirsgirêk çareser nabin û destnîşankirin, ku çareserî bi tevlîkirina hemû beşên civakê, siyasî û rêxistinên pêkhateyên civakî li pêvajoya çareseriyê re dibe.
Kerkûkî da xuyakirin, ku wan jî bi derdorên cuda re demeke dirêj li ser rêbaza çareseriyê dixebitîn û got, "Di rewşa heyî de 5 partiyan çareserî neafirandin. Lewma me jî pêwîstî pê dît ku projeyeke bi vî rengî amade bikin û pêşkêş bikin. Eger îro serokê parlamentê, wezîr dikarin ji wezîfeyê bên girtin, eger daxwazên gel ên li kolanan tên bilêvkirin rastî êrîşê tên, ev yek nîşan dide ku ev hêzên siyasî xwedî projeyeke çareseriyê nînin. Pirsgirêkên niha tên jiyîn, di demeke ku li Rojhilata Navîn kaos heye xwe dane der û girîng e bên çareserkirin. Lê mixabin çareserî nehat afirandin. Me jî, piştî nîqaşên li nava xwe, weke pêwîstî û berpirsyariyekê dîtin ku projeyeke bi vî rengî pêşkêş bikin. Bêguman ev proje wê bi tenê bi me re nekeve meriyetê. Bi destek û tevlîbûna hemû hêzan re dikare bikeve pratîkê."
'HER KES DESTEKÊ BIDE PROJEYA ME, HINGÎ WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN'
Ji rêveberên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî diyar kir ku pirsgirêkên îro yên li Başûrê Kurdistanê xwedî paşerojeke 24 salan e û got, "Hikûmeteke ji bingeheke berfireh, pirsgirêkan çareser nake, berevajî kûrtir dike." Kerkûkî ev nirxandin kir:
"Lewma divê çareserî bingehîn be. Bêguman piştî ku hikûmetek ji gelek partiyan hat avakirin û ji bo mûxalefetê bike partî nehat hiştin, ev pirsgirêk kûrtir bû û mîna krîzekê xwe nîşan da. Eger bi rastî jî her pênc partî çareseriyê dixwazin, divê formuleke çareseriyê ya hemû hêzên siyasî digire nava xwe esas bigirin. Projeya me ji vî alî ve gelekî baş hat amadekirin. Eger bikeve pratîkê, em dikarin bi hêsanî pirsgirêkan çareser bikin."
'DIVÊ HIKÛMETEK JI PISPORAN BÊ AVAKIRIN Û BÊALÎ BE'
Kerkûkî ragihand ku paramenta heyî îflas kiriye, herêm niha ji aliyê qanûnî ve bê serok e û anî ziman ku hikûmet ev demeke dirêj e ji ber van pirsgirêkan nikare civînan lidar bixe û nikare bibe hêza çareseriyê.
Kerkûkî da zanîn ku ji ber vê yekê pirsgirêk mezin bûne û got, "Lewma ne pêkane ku hikûmetek ji gelek partiyan çareseriyê pêk bîne. Ji ber vê, divê hikûmetek ji pisporên li qada siyasî,a borî bê avakirin, ev hikûmet heta hilbijartinên 2017'an bixebite û pirsgirêkan çareser bike. Girîng ev hikûmet bêalî be.
Wezîfeya sereke ya vê hikûmetê, divê amadekirin û pratîkkirina destûreke demokratîk a bingehîn be. Bi avakirina komîsyoneke serbixwe re divê amadekariya hilbijartinê ya dûrî ji bandorên siyasî pêk bîne. Wekî din, divê bi hikûmeta Iraqê re li ser navê herêmê komîteyek têkiliyê bimeşîne. Ev komîte divê li Bexdayê mafên Kurdan biparêze."
Kerkûkî diyar kir ku hikûmeta nû, eger çavkaniyên ser û binê erdê yên Kurdistanê rast û baş bi kar bîne, wê karibe bi hêsanî pirsgirêkên aboriyê çareser bike û destnîşan kir, ku bi çareseriya pirsgirêkên aborî re wê pirgirêkên din jî çareser bibin.
Kerkûkî herî dawî da xuyakirin, ku bi têkiliyek ebaş a bi rêveberiya Bexdayê re divê dawî li rewşa bêstatu ya Kerkûkê bê anîn û tavilê statuyek ji Kerkûkê re bê destnîşankirin.