BI DÎMEN

1'ê Mijdarê wê bibe roja azadiya gelan

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Geverê kir û got, "Çawa ku gelê Geverê pêşengî ji berxwedana jiyana azad re kir, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî wê ji bo serketina gelan pêşengiyê bike."

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Geverê kir û got, "Çawa ku gelê Geverê pêşengî ji berxwedana jiyana azad re kir, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî wê ji bo serketina gelan pêşengiyê bike."

Zagros got, "Îro li Kurdistanê li hemberî hemû êrîş û hovîtiyên zîhniyeta dagirker em dibînin tîrêjên ronahiya azadiyê careke din li ser hemû gelan xwe belev dike" û axaftina xwe wiha dewam kir: "gelê Kurd tevî hemû zorî, zehmetî û astengiyên mezin li ber xwe da ji bo mirovahiyê bû mînakek mezin. Yê ku xwedî li îradeya xwe derbikeve wê xwedî li biratiya gelan jî derbikeve. Îro dîsa em di pêvajoyeke hilbijartinê re derbas dibin. Çawa ku gelê me li hemberî êrîşên AKP’ê li ber xwe dide, xwedî li vîna xwe, dîroka xwe û desketiyên xwe derdikeve, wê xwedî li sindoqên xwe jî, dengên xwe jî derkeve."

'DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE NETEWE DEWLET DI ŞEXSÊ ERDOGAN DE HILWEŞIYA'

Zagros li ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî van nirxandin kir; "Serketina 7’ê Heziranê ne tenê bû serketina gelê Kurd, bû serketina hemû gelên Tirkiyeyê. Bi encamên 7'ê Hezîranê re pîramît û peykerên mezin ên ku zîhniyeta netewe dewlet di şexsê Erdogan de hilweşiya. Li beramberî vê têkçûyînê, zîhniyeta faşîst û hov êrîşên xwe dijwartir kir û ket nava şerekî mezin. Ji ber wê jî gelê me pêwîste li hemberî zîhniyeta netewe dewlet, zîhniyeta yekperest dîsa li hemberî êrîşen çeteyên AKP û DAIŞ ku ti ol û nirxî nas nake carek din li seranserê Kurdistanê li hemû navçe û bajarên xwe di metrepolên li Tirkiyê de dîsa gelê me yê kurd ku li diasporayê dijî berxwedana xwe bilind bike û xwedî îradeya xwe derkeve."

Zagros da xuyakirin, ku gelê Kurd çawa ku di 7'ê Hezîranê de bi dil û mejiyê xwe çû ser sidnoqan û xwedî li rûmeta xwe derket, wê di 1'ê Mijdarê de jî heman tiştî bike" û ji bo girîngiya 1'ê Mijdarê ev xal destnîşan kir: "Ev roj wê bibe roja berxwedaniya ku bi azadiya gelan re encam digire. Li hemû deverên li Kurdistanê ji bo me, xwedî girîngiyeke mezin e."

'HERÊMA GEVERÊ PÊŞENGIYÊ JI JIYANA AZAD RE DIKE'

Zagros bang li gelê Kurd bi taybetî jî gelê Geverê kir, ku xwedî li rûmeta xwe derkevin û got, "Bi taybetî Gever herêma berxwedanê, azadî û herêma ku bi salane ji bo evîndariya xwe ya azadiyê têkoşiya, ti carî stûyê xwe xwar nekiriye. Her tim li hemberî êrîşên dagirkeran serê xwe hilda û di nava rewşeke  îsyanekê de bûye. Îro herêma Geverê heta niha vê kêliyê jî di rewşa berxwedanê de ye. Çeteyên hikûmeta AKP'ê çiqasî hewl daye vîna gelê Geverê bişikîne jî, ti carî bi ser neketiye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê qehreman ê Geverê, ku Gever dile Kurdistanê ye, dilê Colemêrge ye, wê xwedî derketina îradeya xwe, bi bilind kirina berxwedana xwe û bi xwedî derketina dengê xwe wê careke din derseke pir dîrokî bide hikûmeta AKP’ê. Herêma Geverê pêşengtî ji jiyana azad re ji bo hemû gelên Kurdistanê, pêkhateyên Tirkiye û Rojhilata Navîn re dike."

'WÊ SINDOQÊN HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ DAWÎ LI ZÎHNIYETA NETEWE DEWLET BÎNIN'

Zagros di dewama axaftina xwe de banga dengdayînê li tevahiya Kurdan kir û got, "Gelê me li hemû bajarên Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi taybetî jî ji bo gelê me yê Geverê di hilbijartinên 1 Mijdarê de pewîste hûn bi ruhekî mezin, bi yekîtiyeke mezin bi berpirsyariyeke mezin xwedî li îradeya xwe û dengên xwe derkevin. Wê sindoqên hilbijartinê 1 Mijdarê bibe hilbijartina zîhniyeta demokratik, biratiya gelan, dawî anîna li dîktatoriya zîhnîyeta netewe dewlet. Ji bo pêşerojeke nû, jiyaneke aram, jiyaneke di navbera hemû gelan de yekîtî, wekhevî bi biratî bê misoger kirin, ji bo azadiya jin, ciwan ji bo hemû kesên ku bi hêviya hatina jiyana azad, wekhev demokrat 1'ê Mijdarê xwedî girîngiyeke mezin e. Ez li ser vê bingehê û bi vî ruhê gelê me yê Gever û hemû Kurdistanê silav dikim. Em ddibêjin berxwedaniya we, helwesta we, sekna we li hemberî dagirkeran, çeteyên AKP’ê li xwedî derketina doza şehîdan, paradigmaya Rêber APO a neteweyaa demokratîk de em ji dil û can pîroz dikin û silav dikin."

'BI BERXWEDANA WE WÊ JIYANEKE AZAD, WEKHEV Û DEMOKRATÎK AVA BIBE'

Di dawiya axaftina xwe de Zagros got, "Ez carek din dubare dikim di 1’ê Mijdarê de gelê Kurd wê derseke gelekî mezin bide zîhniyeta dagirker, zîhniyeta hikûmeta AKP’ê. Wê carek din ji mirovahiyê re îspat bike ku gelê Kurd di bin her şert û mercî de wê her tim çawa di destpêka dîrokê heta niha pêşengtiya gelên Rojhilata Navîn dike wê ji bo jiyaneke azad wekhev jî di 1'ê Mijdarê de wê hesap ji hikimeta xwînxwar a AKP’ê bixwaze. Gelê me wê dîrokeke nû binivisîne. Ji niha ve em serketinê ji bo we dixwazin. Û em dibêjin bi berxwedana we wê azadî çêbibe, bi berxwedana we wê jiyaneke azad, wekhev û demokrat çêbibe. Bi berxwedana we wê jiyaneke herî xweşik, jiyaneke herî pêşketî û bi rûmet ji bo hemû mirovahiyê wê bîne. Careke din ji bo we serketinê dixwazin."