KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê ji 8’ê Cotmehê ve 100 çete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji 8’ê Cotmehê ve di operasyona li Geliyê Şîlo, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistine. Hat destnîşankirin ku di pevçûnan de 100 çete hatine kuştin. -
Li Tetwanê 5 kes hatin girtin
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji 8 kesên duh hatibûn binçavkirin, 5 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Gelê Wanê ji serketina '1’ê Mijdarê’ re amade ye!
HDP li Wanê xebatên hilbijartinê didomîne. Yuksekdag a tevlî xebatên li bajêr bû bal kişand ser hevkariya AKP-DAIŞ’ê û got ku PYD gelên Tirkiyeyê diparêze. -
Kesek hat girtin 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Kopê ya Mûşê kesek hat girtin, li navçeya Farqîn a Amedê û navçeya Midyad a Mêrdînê jî 6 kes hatin binçavkirin. -
Li Şengalê di navbera hêzên YBŞ'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn
Li Taxa Hey Nasir a Şengalê di navbera hêzên YBŞ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derket. -
YPG: Li Hesekê 2 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kantonên Kobanê û Cizîrê dane û destnîşan kir ku li Hesekê 2 çete hatine kuştin û 14 mayîn hatine bidestxistin. -
'Ji bo xilasiya ji Erdogan dengên xwe bidin HDP'ê'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Botan bang li hemû demokrat û welatparêzan kir, ku ji bo xilasiya ji Erdogan deng bidin HDP'ê. -
KCK: Di aliyê me de têkildarî hilbijartinan wê ti neyênî çênebin.
KCK: Pêwîst e raya giştî zanibe ku beriya hilbijartinê, roja hilbijartinê û piştî wê em ê bi berpirsyarî tevbigerin ji bo hilbijartin bi awayekî bi tendurist pêk bên em ê baldariya ji destê me bê bikin. -
Gerîlayê KCR’ê Çayan jiyana xwe ji dest da
Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku endamê koordînasyona KCR’ê gerîla Erkan Çayan (Zal Med) li herêma Kosalan a Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûye. -
Keskîn jî ji peywirê hate dûrxistin
Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ku di 14'ê Cotmehê de hatibû girtin, niha jî bi biryara Wezareta Karên Hundir, ji peywirê hate dûrxistin. -
Êrîşên artêşa Tirk didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember gerîlayên di asta bêçalaktiyê de ne, bênavber didomin -
'Em deng bidin HDP'ê; xewn û xeyalên AKP'ê bitefînin'
Endamê Komîteya Zanist û Ronakbîriyê ya KCK'ê Serhat bang li gelê Serhedê kir û got, "Bi dengên xwe yên ji bo HDP'ê re demokrasî, edalet, wekehevî, biratî û yekîtiyê pêk bînin." -
Çalakiya boykotê ya mamosteyan dewam dike
Li Zanîngeha Silêmaniyeyê, çalakiya boykotê ya mamosteyan dewam dike. -
Dayik Bozkûrt: Bila kes negirî, em serbilind in
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Bozkûrt (Harûn Çekdar) bi merasekê hat veşartin. -
YPG wê mirovên nebûne 18 salî qebûl neke
YPG'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya Peymana Cenevreyê de wê mirovên nebûne 18 salî nikaribin di nava refên YPG/YPJ'ê de cih bigirin. -
'Di 1'ê Mijdarê de divê her kes dora HDP'ê bicivin'
Endamên Komîteya Zanistî û Ronakbîriyê ya KCK'ê bang li gelan kirin, ku di 1'ê Mijdarê de li dora HDP'ê bicivin. Endamên komîteyê bi taybetî bang li gelên Dîlok û Dêrsimê û jinan kirin. -
Dibistana perwerdeya bi Kurdî dide hat morkirin
Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER û Nûnertiya Egîtîm Sen a Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” roja Şemiyê hatibû vekirin, li ser biryara Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hate morkirin. -
Berdevkê Tevgera Goran: PDK sûc dike
Tevgera Goran da xuyakirin, ku PDK bi kirin û pêkanînên xwe re sûc dike. -
'Divê Kurd di 1'ê Mijdarê de dîktatorekî din hilweşînin'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Rojhilat bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan, deng ji HDP'ê re werin dayîn. -
Ji Soçî peyama 1'ê Mijdarê
Kurdistaniyên li Soçî dijîn, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi civînekê bibîr anîn û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin. -
Gerîlayên Şengalê diparêzin: Di 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê Şengalê diparêzin, bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de deng bidin HDP'ê. -
Bayik: Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Garzanê kir û got, "Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand, sîleyek mezin li dagirkeran û partiyên dagirkeriyê xist." -
Li Elezîz, Edene û Agirî 1 jê zarok 6 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê di çarçoveya polîtîkayên şer de dimeşîne didomin. Li Elezîz, Edene û Agirî 1 jê zarok 6 kes hatin girtin -
Artêşa Tirk li Girê Spî êrîşî çeperên YPG’ê dike
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî çeperên wan ên li Girê Spî kiriye. -
Barana zêde ya li Qendîlê bû sedema lehiyê: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber barana zêde ya li Qendîlê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.