'Divê Kurd di 1'ê Mijdarê de dîktatorekî din hilweşînin'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Rojhilat bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan, deng ji HDP'ê re werin dayîn.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Rojhilat bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan, deng ji HDP'ê re werin dayîn.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Kawa Rojhilat bang kir, ku di 1'ê Mijdarê de li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan, deng ji HDP'ê re werin dayîn.
Rojhilat ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê bang li gelê Kurdistan û Tirkiyeyê kir.
Rojhilat bi gotina "Beriya her tiştî, ez hemû şehîdên têkoşîna azadiyê yên di vê pêvajoyê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînim" dest bi axaftina xwe kir.
'YA KU JI SADDAM NEHAT, ERDOGAN DIXWAZE BIKE!'
Rojhilat got, "Serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê serketina aştî û demokrasiyê bû. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vîna xwe nîşan dan, lê Erdogan ev qebûl nekir" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Hilbijartinên 1'ê Mijdarê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Aliyê wê yê herî girîng jî ew e, ku di navbera dîktatorî û demokrasiyê de pêk tê. Çawa ku me li Kobanê DAIŞ têk bir, li Bakurê Kurdistanê jî wê faşîzm têk biçe. Çavên çar parçeyên Kurdistanê wê li Bakurê Kurdistanê bin. Ji ber ku sîstemeke fazîşan li ser kar e. Ya ku ji Saddam nehat, Erdogan niha dixwaze bike. Erdogan li dijî hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî demorkasî û azadiyê disekine."
'BI HDP'Ê RE DIVÊ DÎKTATORÎ WERE HILWEŞANDIN'
Rojhilat got, "Di vê hilbijartinê de her dengek berxwedaneke mezin e" û ev xal destnîşan kir: "Girîng e her dengê bê bikaranîn bi vî rengî were nirxandin. Sindoq ji bo me çeper in. Eniya têkoşîn û berxwedanê ye. Bi têkoşîna xwe ya 40 salan de divê em êdî di hilbijartinê de mora xwe deynin binê pêvajoyê. Pêwîste bi destê Kurdan dîktatoriyekeke din bê hilweşandin. Li ser vê bingehê banga me ji hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi vî rengî ye; Divê her kes li dora HDP'ê ya ku nîşaneya berxwedan û azadiyê ye bicivin û dengên xwe bidin HDP'ê."
'AKP WÊ BIXWAZE DIZÎTIYÊ BIKE; BILA GELÊ ME HIŞYAR BE'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Kawa Rojhilat, HDP weke 'hêza demokrasiyê' pênase kir û ev bang kir: "HDP tevgera ku Tirkiyeyê demokratîk bike ye. Lewma divê her kes xwedî li HDP'ê derkeve. Dengdayîn bi tena serê xwe têrê nake, divê xwedî li dengan were derketin. AKP bi artêş û polîsên xwe re wê bixwaze dizîtiyê bike. Ji ber vê yekê gelê me yê li Bakurê Kurdistanê divê hişyar be. Di encama têkoşîna xwe de yê bi ser bikeve em in. Li ser vê bingehê ji gelê me re serketinê dixwazim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim."