Kesek hat girtin 6 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Kopê ya Mûşê kesek hat girtin, li navçeya Farqîn a Amedê û navçeya Midyad a Mêrdînê jî 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê kesek hat girtin, li navçeya Farqîn a Amedê û navçeya Midyad a Mêrdînê jî 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê kesek hat girtin, li navçeya Farqîn a Amedê û navçeya Midyad a Mêrdînê jî 6 kes hatin binçavkirin.
KOP
Li navçeya Kopê xebatkarê ciwanan ê DBP'ê Zana Çoban hatibû binçavkirin, hat girtin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê xebatkarê ciwanan ê DBP'ê Zana Çoban li Taxa Şehîdlik di encama kontrola nasnameyan de ji hêla polîsan ve hatibû binçavkirin. Piştî kar û barê wî li Midûriyeta Polîsan a Kopê qediya ew derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew şand Dadgeha Ceazaya Sulhê. Heyeta dadgehê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
LI MIDYAD Û FARQÎNÊ BINÇAVÎ
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê polîsan û tîmên taybet girtin ser gelek malan. Di serdegirtinên li taxên Cumhuriyet, Akçakaya û Golcuk de Hasan Erman, Sadik Turan û Mesut Demîr hatin binçavkirin.
Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
Li navçeya Farqînê ya Amedê heyeta Îtalyanî ya ku lêkolîn dikirin û xebatkara şaredariyê ya pê re hatin binçavkirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê 2 kesên ji Îtalyayê hatin û dixwestin li navçeyê lêkolînan bikin û Xebatkara Navenda Jinê ya Meya Narîn Çapan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Çapan û heyeta Îtalyanî dema ku ji Taxa Tekel a ku di êrîşên polîsan de zerarek mezin dît derdiketin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û piştre binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.